QERS - Ji duh ve li herêma Çemçê bi awayekî zêde tevgera helîkopteran heye.
Li herêma Çemçê ya navçeya Qaxizmanê ya Qersê operasyona ku hefteyek berê dest pê kir, didome. Hat hînbûn ku duh ji serê sibehê heta êvarê li herêmê bi awayekî zêde tevgera hewayî hebûye. Çavkaniyên herêmê agahî dan ku helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîne herêmê.