EDENE - Li Edeneyê ciwanên tên binçavkirin û paşê tên berdan, polîs bi gefxwarinê îtirafkarî û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ciwanan diyar kir ku polîs ji wan re dibêjin ger hûn li ser kesên din îfadeyê bidin hûn ê bên berdan.
Di 17'ê Hezîranê de navend Edene li Antalya, Nîgde û Mêrdînê polîsan 6 jê zarok 33 kes ciwan binçav kiribûn. Ciwanên di 24'ê Hezîranê de sewqî dadgehê hatibûn kirin tiştên hatin serê wan vegotin. Ji kesên hatibûn binçavkirin rêveberê DBP'a Edeneyê Halît Şaşmaz, endamên Meclîsa Ciwana ya Edeneyê Nûda Dogan, Bûrhan Erol, Selman Şen, Saadet Çelîk, Bahattîn Ayrîç û Abdûllah Ayrîç hatibûn girtin û li Mûhammed Enes S. û Ahmetcan V. jî cezayê hepsa malê hatibû birîn û yên din jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.
‘EZ Ê BERA SERÊ TE BIDIM'
Ciwanê bi navê Eyûp Şendûr ku bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan, bilêv kir ku di dema binçavkirinê de polîsan heqaret lê kiriye, def lê xwarine û ew derb kirine. Şendûr, got: "Em bi her cure zext û muameleyên derî mirovahiyê re rû bi rû man. Şevekê min ji bo şopa tiliyan birin. Di dema birinê de polîsekî milê min êde jidand. Min jê re got tu min diêşînî wî jî got 'Ez ê bera serê te bidim. Tu çawa wisa diaxivî.' Kelemçeyên di dest me de pir dijindandin û destê me mor kiribûn. Ev di rapora ATK'ê de jî heye."
'POLÎTÎKAYÊN SÎXURTIYÊ'
Şendûr, diyar kir ku polîsan mikurhatinî li wan ferz kiriye û got: "Polîsan, mikurhatinî li hin ciwanan ferz dikir. Polîs ji ciwana re digot 'Der barê ciwanekî de îfadeyê bide. Bibe şahidê nepen.'" Endamê Meclîsa Ciwana ya HDP'a Bajêr Bayram Ektîren jî, diyar kir ku di dema avêtina ser malê de polîs jê re gotiye 'Xayin kurê xayîna. Divê kesên wilo sax nemînin.' Ektîren, bilêv kir ku li emniyetê polîs bi dizîka bi ciwana re diaxivîn û got: "Bi vî awayî dixwestin hevalên me bikin sîxur. Di 4 rojên ewil de polîtîkayên sîxurtiyê pêk dianîn."
EM DERB KIRIN'
Ektîren, diyar kir ku li edliyeyê jî hatine derbkirin. Ektîren, bilêv kir ku polîsan ji wan re gotiye "berê xwe bidin dîwar, bi hev re neaxivin û li hev nenêrin" û got: "Bi zorê berê me dan dîwar û ji paş ve em kelemçe kirin. Me ji wan re got kelemçekirina bi vî awayî îşkence ye, em qebûl nakin lê bi darê zorê em wisa kelemçekirin. Wexta em anîn edliyeyê berî me bibin cem dadger, 4 polîsan hevalekî me yê 18 salî li erdê dirêj kirin û ew derb kirin. Li orta edliyeyê 4 polîsan ew îşkence lê dikirin."
Ektîren, anî ziman ku polîsan ji hin ciwana re gotiye "li ser van kesan îfadeyê bidin em we berdin" û got: "Dixwestin xebatên HDP'ê îllegalîze bikin. Daraz bûye çoyê îktîdarê."
MA / Hamdullah Kesen