Di 15 mehan de 67 sivîl li Erfînê hatin kuştin

  • rojane
  • 12:19 3 Tîrmeh 2019
  • |
img

EFRÎN - TSK'ê bi hevkariya OSO di 20'ê Çileya 2018'an de li Efrînê şerekî bi tang, top û teyaran li dar xist. Piştî şerê giran di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn ket destê TSK û OSO'yê. TSK û OSO piştî ketin Efrînê û gelê Efrînê ji bajar vala kir, di nava 15 mehen dawî de 67 welatiyên Efrînê hatin kuştin û zêdeyî 100 kes hatin revandin.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi fermana Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê bi 72 balafirên şer, tang, top û deh hezaran tîmên taybet şer da destpêkirin. Piştî şerê 58 rojan ê giran, TSK bi hevkariya OSO ketin Efrînê. Dema TSK û OSO ketin Efrînê, bi sed hezaran welatiyên Efrînê bajar vala kirin û koç kirin. Li gorî daniyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji destpêka ketina TSK û OSO ya Efrînê (18‘ê Adara 2018‘an) heta miha, 67 welatiyên Efrinê hatin kuştin û zêdeyî 100 welatî hatin revandin. ANHA yek belge kir. Kesên hatin kuştin wiha ne: 
 
 
Ji Adara 2018'an heta niha Muherem Xoce li gundê Çeqlê, Hisên Ebdulrehman Hisên û Welîd Soranî Cemîl li gundê Çeqlaya Coma yê Cindirêsê, Ebdo Fûad Nasir û Fûad Heso Ebdo Nasir li Gundê Qîbarê, Umer Memo Şemo, li gundê Qîbarê kuştin. Bîlal Hemo li gundê Xelalkê yê navçeya Bilbilê, Henan Nasan, Ebdo Arif Îbrahîm li gundê Kaxira yê navçeya Mabatayê kuştin. 
 
Qadir Mihemed û kurê wî Xalid yên ji gundê Celemê yê Cindirêsê revandibûn, li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê kuştin. Li gundê Qestel Xediriya yê navçeya Bilbilê mayînek bi welatiyê bi navê Şiyar Henîf teqiya. Mayîn di dema ku Henîf zeviya xwe cot dikir de teqiya. Di encam de Henîf jiyana xwe ji dest da. Welatî Receb Şûkirî Reşîd ê ji gundê Derwîş ê navçeya Racoyê dema ku pirsa kurê xwe yê hatî revandî dikir, di 14‘ê Gulana 2018‘an de ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve bi guleyan hate kuştin.
 
Welatiyê bi navê Mustefa Ebdo Şahîd ê ji gundê Avraz ê navçeya Mabata di 22‘ê Gulana 2018‘an de di sergirtina li ser mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê de ji aliyê çekdaran ve hate kuştin. Welatiyê bi navê Ehmed Şêxo yê ji navçeya Şiyê di 11‘ê Hezîrana 2018‘an de piştî ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.
 
Komê çekdar welatiyê bi navê Rifet Hemîd Hemdûş ê ji gundê Kefer Cena yê navçeya Şerayê revandibûn, rexmî ku malbata wî ji bo serbestberdanê fidiye dabû, lê di 12‘ê Hezîrana 2018‘an de di bin êşkenceiyê de hat kuştin.
 
20‘ê Hezîrana 2018‘an, çekdaran girtin ser mala welatiyê bi navê Samî El-Hewa û bê sedem gule lê reşandin û ew kuştin.
 
Ciwanê bi navê Kemal Mihemed Elî yê 17 salî yê ji gundê Burc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê di 26‘ê Hezîrana 2018‘an de di rewşeke ne zelal de hate kuştin. Welatiyê bi navê Ehmed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê di 27‘ê Hezîranê de hate qelilkirin. Komên çekdar di 27‘ê Hezîrana 2018‘an de bombe avêtin mala welatiya bi navê Fatima Hemkê ya ji gundê Qetmê yê navçeya Şerayê, di encamê de Fatima jiyana xwe ji dest da.
 
Welatiyê bi navê Arif Hisên Celo yê 63 salî ji gundê Qentera di 29‘ê Hezîrana 2018‘an ku mayîneke di mala wî de teqiya hate kuştin
 
2‘ê Tîrmeha 2018‘an welatiyê bi navê Mihemed Îbiş ê ji gundê Hac Hesna yê navçeya Cindirês ji ber êşkenceya lê kiribûn jiyana xwe ji dest da.
 
Di destpêka meha Tîrmeha 2018‘an de çekdaran li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê piştî ku mal û milkên Hemdî Ebdo (70) û hevjîna wê Sultana Xelîl Nasro (60) talan kirin ew di mala wan de bi guleyan qetil kirin.
 
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 8‘ê Tîrmeha 2018‘an jina ducanî ya bi navê Dilovan Îsmet a ji gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawayê dema dixwest bi gelek sivîlan re sînor derbas bikin, qetil kirin.
 
Çekdarên Ehrar El-Şerqiya welatiyê bi navê Hisên Şêxo yê 52 salî ji gundê Moskê yê Racoyê revandibûn û piştî sê rojan di 12‘ê Tîrmeha 2018‘an de ew  qetil kirin.
 
13‘ê Tîrmeha 2018‘an ji ber teqîna mayînekê di nava zeviyên zeytûnan de zaroka 13 salî Fehîma Seydo ya ji gundê Xazayana yê Mabatayê  hate qetilkirin. 22‘ê heman mehê welatiyê bi navê Elî Gule Xeyrî yê ji gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawayê ji ber teqîna mayînekê bi erebeya wê ve hate kuştin.
 
15‘ê Tîrmeha 2018‘an welatiyê bi navê Samî Hac Xelîl ê ji gundê Sesna yê navçeya Cindirês piştî hate revandin bi êşkenceyê hate kuştin.
 
25‘ê Tebaxa 2018‘an welatiyê bi navê Seyîd Mihemed Tetar ê 53 salî ji gundê Ereba yê navçeya Mabata  piştî ku ji aliyê çeteyên El-Fatih ve hate revandin, di bin êşkenceyê de hate kuştin.
 
Ismet Hebeş Henan Dîko yê ji gundê Qasim ê navçeya Racoyê di 15‘ê Îlona 2018‘an ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.  
 
Bûyera kuştina Mihemed û hevjîna wê û kurên wan Can ên ji gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê rastî nerazîbûneke tund a şêniyan hat. Malbata Pîro ji ber kiryaran çekdaran li Efrînê hewl didan birevin di 23‘ê Cotmeha 2018‘an li ser rêya gundê Beradê di encama teqîna mayînên çeteyan de hatin qetilkirin.
 
Ciwanê bi navê Ehmed Mehmûd Nasir ê ji gundê Feqîra di 24‘ê Cotmeha 2018‘an de ji ber teqîna mayînekî jiyana xwe ji dest da. Welatiyên Elî Beşîr Osman (40), birayê wê Mihemed Osman (38) li gundê Kolîka Jorîn ê navçeya Racoyê di 29‘ê Cotmehê ji ber teqîna mayînekê ku li zeviyên wan hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest dan. 17‘ê Mijdara 2018‘an welatiyê bi navê Îsmaîl Îbiş û Hemze Îbiş ên ji gundê Sereya yê navçeya Bilbilê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Jina bi navê Eyşe Henan (80) ji gundê Burc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê piştî mal û milkên wê ji aliyê çekdaran ve hate dizîn, di 8‘ê Mijdara 2018‘an de hate xeniqandin.
 
22‘ê Mijara 2018‘an çekdaran li gundê Bexçê yê navçeya Bilbilê avêtin ser mala malbata Xelo û zarokê bi navê Hesen Xelo yê 15 salî qetil kirin.
 
Çekdaran di 8‘ê Kanûna 2018‘an de girtin ser kargeha givaştina zeytûnan ya welatiyê bi navê Henîf Reşîd yê 54 salî yê ji gundê Qornê yê navçeya Bilbilê û ew qetil kirin.
 
Di teqîna ku di 13‘ê Kanûna 2018‘an de li navenda bajarê Efrînê rû dabû de welatiyê bi navê Zekî Dadelî hate kuştin.
 
16‘ê Kanûnê di teqîna erebeyeke Van li Sûkulhal de "Mihemed Hec Elî yê gundê Coqa, Şiyar Şukirî Hisên ê ji Racoyê, Ebdulfetah Seydo yê gundê Kurzêlê yê Şêrawayê, Şukirî Mewlûd ê ji gundê Qudê yê navçeya Racoyê, Mihemed Osman Naso ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabatayê û Kamîran Menan Elî Bin Nebî yê ji gundê Avraz ê navçeya Mabatayê" hatin kuştin.
 
Çekdaran di 31‘ê Kanûnê gule li ciwanê astengdar Nişet Silêman ê ji gundê Mîrkanê reşandin û ew birîndar kirin.
 
Ciwanê bi navê Mihemed Emîn Hesen ê 25 sal ji gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ku 6 mehan hatibû revandin di destpêka Çileya 2019‘an bi êşkenceyê hate kuştin.
 
Zarokê bi navê Ebdulrehman Ebdo yê ji gundê Kefer Sefra ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.
 
20‘ê Çileyê welatiyê bi navê Cemîl Ehmed Bekir ê ji gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê di teqînekê de ku li navenda bajarê Efrînê pêk hatibû de hate kuştin.
 
Cenazeyê welatiyê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen di navîna Çileya 2019‘an de li nêzî gundê Avraz ê navçeya Mabatayê hat dîtin.
 
7‘ê Sibata 2019‘an welatiyê bi navê Fayiq Henan ê ji gundê Berbenê yê navçeya Racoyê ku du rojan winda bûbû, di mala wî de darvekirî hate dîtin.
 
Kesek ji Xûtaya Şamê ku li Efrînê hate bicihkirin di 10‘ê Sibata 2019‘an gule li welatiyê bi navê Elî Qender ê 85 salî reşand û ew qetil kir.
 
Li navenda bajarê Efrînê di 21‘ê Sibata 2019‘an de ji ber teqînekê welatiyê bi navê Cîhad Osman ê 40 salî ku ji navçeya Şiyê bû hate kuştin.
 
Ciwana bi navê Lovîn Xelîl Nûrî ya ji gundê Keferrom ê navçeya Şerayê dema dixwaset sînor derbas bike û derkeve Ewropayê di 9‘ê Sibata 2019‘an de ji aliyê çekdaran ve hate kuştin. Welatiya bi navê Huda Ehmed Mûsa ya ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê jî di Adarê de bi heman hincetê hate kuştin.
 
Cenazeyê dermanfiroşê bi navê Mihemed Hemo Xelîl ê ji gundê Birîmcê yê Mabatayê di 12‘ê Adara 2019‘an li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê hate dîtin.
 
1‘ê Gulana 2019‘an ji ber teqîna mayînekê li gundê Kebaşînê welatiyê bi navê Mihemed Ebdo Bin Ebdo Xelîl jiyana xwe ji dest da.
 
15 ‘ê Gulana 2019‘an welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê ji aliyê çekdaran ve hate êşkencekirin, erebeya wî û pereyên wî hatin talankirin.
 
Welatiyên bi navê Reşîd Hemîd Xelîl ê ji gundê Bîlê yê navçeya Bilbilê û Şerefedîn Seydo û zarokê bi navê Reşîd Hemîd li Ezazê hatibûn revandin. Dîmenên hersêyan ku çavên wan girêdayî bû li ser tevna civakî belav bibûn. Heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
 
28‘ê Gulana 2019‘an di şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Ehrar El-Şerqiyê yê  li navçeya Cindirês de welatiyê bi navê Silêman Tobal ê 35 salî ji ber guleyên bê serûber hate kuştin.
 
Welatiyê bi navê Ebdulrehman Şêx Bîlal (36) û Henan Hisên ê 34 salî li gundê Şêx ê Racoyê bi guleyan hatibûn kuştin, cenazeyên wan di  8‘ê Hezîrana 2019‘an li navçeya Mabatayê hatin dîtin.

Sernavên din

04/07/2019
14:37 Otobusa şaredariyê li TIR’ê qelibî: Kesek birîndar bû
14:37 Zarokê ku înşeata nexweşxaneyê dihat xebitandin bi ceryanê ve zeliqî
14:25 Traktor qulipî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:49 KNK’ê bi 28 partiyên siyasî re civîn li dar xist
13:42 'Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê' dest pê kir
13:36 Bertekên li dijî guhertina logoya Şaredariya Midyadê didomin: Feraseta înkarê ye
13:35 Ji ber 'biçûkxistina serokkomar' 4 sal ceza jê re hat xwestin
12:25 Kiliç ê li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî li paş xwe nişe hişt
12:12 DBP’iyên dihatin şopandin serî li ÎHD'ê û dozgeriyê dan
11:52 Danişîna doza karesata yurda Aladagê dest pê kir
11:34 Şaredariya HDP'ê ji sedî 50 jinan digire kar
11:33 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:33 Ji bo bîrdariya 10'ê Cotmehê li benda bersîva Mansur Yavaş in
10:06 Cenazeyê Kiliç nedan malbatê
10:05 Karkerên tersxaneyên Tûzlayê: Şert û mercên xerab dibe sedema gelek nexweşiyan
10:01 Angaşta revandineke din: Em te bişînin çiya
09:14 Delîlên birîndarkirina Yakut ji dosyayê derxistin
09:13 Mal û milkên Şaredariya Pirsûsê hîbeyî emniyet, miftîtî û qeymeqamiya kirin
09:12 Sûriyeyî êdî nikarin bi tena serê xwe li taxê bigerin: Çi biqewime dixin stuyê me
09:11 Petrol-Îş: Em ê bi têkoşînê mafên xwe yên hatine xespkirin bi dest bixin
09:11 Şener: Wê Erdogan bi heman pergalê ber bi hilbijartineke nû ve neçe
09:10 Li Cemxaneya Dîlokê hem çanda xwe hîn dibin hem jî werzîşê dikin
09:09 Ciwanên Kadîfekaleyê: Her der bûye cihê tiryakkêş û tiryakfiroşan
09:08 Li ser Girê Qasimiyê yê dîrokî binkeya leşkerî hat avakirin!
09:08 Li bersûcê ku li hevjîna xwe xist tenê hezar û 500 lîre ceza birîn
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHÊ
03/07/2019
21:52 Dîwana Muzîkê ya Ma Musîcê bi eleqeyeke mezin bi dawî bû
19:48 Hat derpêşkirin ku li Kandirayê girtiyekî dawî li jiyana xwe aniye
16:58 Gunay: Bersuc bi kijan sedemê tahliye kirin?
16:43 Qeymeqamiya Giyadînê polîsan parast
16:31 Şaredariya Cizîrê biryar da ku ‘Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê’ ava bike
16:01 Jinên HDP’î sersaxî ji malbata Canan Akar re xwestin
15:40 Hevşaredarên Qoser û Stewrê diyar bûn
15:39 Îmamoglu: Ez dixwazim Demîrtaş ziyaret bikim
15:17 Çû şaredariyê û got ‘Ez li vir dewlet im!’
15:05 Rewşenbiran li dijî operasyona TSK'ê îmze dan parlamentoya Iraqê
14:10 G-20 û kurd
14:10 DBP’ê hevserokê xwe yê Agiriyê sewqî îxracê kir
14:04 Êrîşa li Giyadînê li gellek deveran hat şermezarkirin
12:36 Li Girtîtgeha Panosê girtî derp kirin
12:35 Cenazeyê Engîn Eroglu hat dîtin
12:22 Di doza qezaya trênê ya Çorlûyê de heyetê xwe vekişand
12:21 Hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê diyar bûn
12:19 Di 15 mehan de 67 sivîl li Erfînê hatin kuştin
11:35 Reqemên enflasyonê yên meha hezîranê eşkere bûn
11:34 16 û 8 meh ceza dan Dîlara Kunîlî
11:09 Leşkeran di operasyona Lîcê de 15 şikeftên dîrokê rûxandin
11:03 Danişîna doza Facîaya trênê ya Çorlu dest pê kir
11:02 Dozger di doza Ozgur Gundemê de ji bo mutalaayê dem xwest
10:48 HDP: Êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadînê bi plana dewletê ye
10:41 Ji DAIŞ'ê reviya weke piyanîst vedigere Kobanê
10:38 Danişîna Rojnameger Ataman ê 3 salin girtî tê darizandin sibeye
10:14 Dersîmî: Projeya Çavkaniyên Mûnzûrê êrîşa li dijî nirxên pîroz e
10:08 Di doza Aladagê de li bendêye ku sucdar bên cezakirin
09:42 ‘Bila bibe gava yekemîn a Aştiya Bi Rûmet a Civakî'
09:21 ‘Her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin, dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike’
09:19 Li rêveberên MARSÛ'yê lêpirsîna 'nelirêtiyê' vekirin
09:19 Ciwanên HDP'î li dijî binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dan
09:18 Krîzê bandor li dezgehên karên destkariyê jî kir
09:18 Berhevkirina mişmişên Îdirê dest pê kir
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHÊ
02/07/2019
22:35 Komkujiya Otêla Madimakê şermezar kirin
21:16 Konserên şagirtên Ma Muzîkê didomin
21:02 Polîsan avêt ser avahiya Şaredariya Giyadînê û hevşaredar derb kirin!
18:56 Mertalên zindî 8 rojin li dijî operasyona TSK'ê nobetê digirin
17:48 'Divê dewlet rastiya Sêwasê nas bike'
17:00 Jinek li Payizavayê bi guman mir
16:50 Li Reqa di nava gorek komî de 190 cenaze hatin dîtin
16:14 Serokê AKP’yî heqaret li Mînaz a HDP’î kir
16:11 Ji ber nivîsa xwe ya ku nehatiye weşandin ceza xwar
15:58 Di salvegera 26'emîn de gotin ‘Me Sêwasê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin’
15:10 Wargeha xwendekaran a Terîqeta Suleymaniyan şewitî
14:17 'Em ê daxwazên kedkarên tenduristiyê bibin maseya TÎS'ê'
13:42 Temellî: Werin em bi hevre Peymana Civakî ava bikin
13:33 Zaroka dibin televizyona qulipî de ma jiyana xwe ji dest da
12:54 KCD: Hişmeniya Komkujiya Sêwasê kir û DAIŞ yek e
12:48 Petrol-Îş biryara YHK'ê nas nake
12:10 Şaredariya Qoserê navê 4 parkan paşve stendin
11:59 Hevşaredarên Wanê nêrîn û pêşniyarên taxiyan girt
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:36 HDP, CHP û ÎP şerh danîn pêş Qanûna Tapuyê
11:35 Biradosta dibin bombebaranê de vegot
10:55 Ji HDP'ê ekîba 'Makeqanûna Demokratîk'
10:42 Li Zozanên Kato di demsala havînê de Bihar e
10:42 QSD'ê plana Neteweyên Yekbûyî îmze kir
10:06 Di 6 mehan de li Amedê 912 kargeh hatin girtin
09:52 Duh hildan jor îro doz lê vekirin
09:34 Armanc; hilberîna bi milyonan kulîlk in
09:31 'Qanûn, tecawizkaran diparêzin'
09:28 Li Bodrûmê îsal jî 'her sal xwezî bi par' e: Otêl vala ne
09:26 Polîsan îtirafkarî li ciwanan ferz kir
09:25 Bangawaziya ji bo danişîna biryargirtinê ya karesata li Aladagê
09:24 Karkerên ji bo piştevaniyê bang kirin
09:24 Parêzer Kûnt: Divê em ji bo mafê nefeqeyê têbikoşin
09:23 Ji bo 50 lirayî 14 saetan di bin Rojê de karê qazme dikin
09:22 Ji bo îşkenceya li xelfetiyê lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHÊ
01/07/2019
16:40 HDP'yî çûn serdana Îmamoglu û ew pîroz kirin
16:18 Oluç: Pêdiviyek bi guherandina Destûra Bingehîn heye
16:03 Baroyên herêmê: Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd e