AGIRÎ – Yek ji polîsên li hevşaredarên Giyadînê Betul Yaşar û Evren Demîr da, derket holê ku beriya bûyerê di minaqeşeyê de ji Parlamenter Dîlan Taşdemîr re dibêje “Ez li vir dewlet im.”
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê duh polîsan êrîşî hevşaredarên Giyadînê Betul Yaşar û Evren Demîr kiribûn û ew birîndar kiribûn. Bûyerê deng veda û geşedanên têkildarî bûyerê didomin.
Hevberdevkê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Selahattîn Aslan daxuyanî da û got: “Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copên xwe diavêjin ser avahiya şaredariyê û terorê pêk tînin. Li dijî vîna gelê Giyadînê bêhurmetî kirine û hedê xwe derbas kirine. Polîs ji bo ku bûyerê ji raya giştî veşêrin dest danîne ser dîmenên kamerayan û xesp kirine.”
Di kêliya beriya polîs deynin ser dîmenên kameraya ewlehiyê, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr wan kêliyan bi telefona xwe qeyd dike. Taşdemîr wan dîmenan di hesabê medya xwe ya civakî de bi raya giştî re parve kir.
Di dîmenên ji aliyê Taşdemîr de hatin parvekirin HDP’î û polîs nîqaş dikin. Di kêliya vê nîqaşê de polîsek ji Taşdemîr re wiha dibêje: “Ez li vir dewlet im. Qanûnan pêk tînim.”
Di nîqaşê de diyalogên balkêş di navbera HDP’î û polîsan de derbas dibin.