ŞIRNEX - Meclîsa Şaredariya Cîzîrê ya HDP’ê, di civîna xwe ya meha Tîrmehê de, biryar da ku “Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê” ava bike. Encamên meclîsê yên AKP’î di warê na de destên xwe hildan.
Meclîsa Şaredariya Navçeya Cizîr a Şirnexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, civîna xwe ya meha Tîrmehê lidar xist. Civîn di serokatiya Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirîg de hat lidarxistin. Di civînê de mijarên guhertina hin avahiyan û tiryaka li bajêr di demên dawî de zêde bûyî hatin nîqaşkirin.
AKP’IYAN RED KIR
Di dema nîqaşan de, encamên meclîsê, pêşniyar kirin ku “Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê” bê avakirin. Pêşniyar di dengdanê re hat derbaskirin û bi yek dengî hat qebûlkirin. Komîsyo dê ji 5 kesan pêk were. Bal kêş bû ku endamê AKP’î yên di meclîsê de, ji bo avakirina komîsyonê dengên red bi kar anîn!