MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay têkildarî berdana bersûcê tecawizê Ergûn Adsay pirsname da meclîsê û xwezt Wezîra Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk bersivîne. Gunay, anî ziman ku bersûc bi kijan hincetê hatiye berdan û ji bo mexdûr îfadeyên xwe paşve bikişînin malbatê zor li zarokan kiriye ya na?"
Dadgeha Îstînafê ya Herêmê biryara 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku 50 sal cezayê girtîgehê li Ergun Adsay birîbû xera kir û Ergun Adsay ê 3 jê xwişkên hev tacîzî 4 zarokan kiribû hat berdan. Li Şemraxa Mêrdînê Ergun Adsay (23), 3 jê xwişkên hev, li dijî 4 zarokan 4 salin êrîşa zayendî dike. Piştî bûyer derket holê Ergun Adsay ê êrîşkar hat girtin û Şandin Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa yê. Li ser îfadeya zarokê derket holê ku Ergun Adsay du xwişkên xwe û xwenedkareke lîseyê di navabera salê 2015 -2017'an de bi êrîşa zayendî ya sîstematîk re û bi îşkenceyê re rûbirû hiştiye. Piştî îdianameya ku hat qebûlkirin, doz hat destpêkirin. Piştî ku doz hat destpêkirin malbatan ji bo ku îfaeyên zarokên paşve bikişînin parêzer girtin û zarok jî ji ber ku ji malbata xwe tirsiyan xwestin ku îfadeyên dane paşve bikişînin. Di 23'yê Cotmeha 2018'an de doza biryarê ya derbarê Engîn Adsay de bi sucdariya, "Êrîşa zayendî li dijî zarokan pêk aniye, "Tehdît kiriye û bi derewên ku kirine eziyet li zarokan kiriye û ew tehdît kirine" hat dîtin. Heyeta dadgehê, bi giştî derbarê Ergun Adsay de 50 sal cezayê girtîgehê birî û xwest ku di girtîgehê de bimîne.
DADGEHA ÎSTÎNAFÊ CEZA XERA KIR
Piştî cezayê 50 sal ku ji Ergun Adsay re hat dayîn doz şandin Dadgeha Îstînafê. Di daneşîna ku li Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê hat dîtin de. Cezayê 50 sal ê girtîgehê ku ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdîne ve ji Ergun Adsay re hat dayîn hat xirakirin û bersûc hat tehliyekirin. Piştî biryara ku hat dayîn Ergun Adsay ê ku hat tehliyekirin çû mala xwe ya li Şemrexê, qubeta zarokên mexdûr jî nayê zanîn û hat aşkerakirin ku niştecihên navçeyê jî bertek nîşanî Ergun Adsay dane û xwestine mudaxele li malbatê bikin.
GUNAY: BI ÇI HINCETÊ BERSÛC HAT BERDAN
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay têkildarî mijarê pirsname da meclîsê û xwezt Wezîra Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk bersivîne. Gunay, ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn:
* Ligel ku hem di rapora lêkolînê ya Tipa Edlî ya Mêrdînê û hem jî ya Amedê îstîsmar erê kiriye jî, di raporê de çima xwestiye di lehê bersûc de nirxandin bê kirin?
* Dadgeha Herêmî ya Dîlokê bi kijan hincetê cezayê li bersûc hatiye birîn xera kirye û bi kijan sedemê bersûc tahliye kiriye?
* Ergun Adsay ê tundiya zayendî li 3 xwişk bi giştî li çar kesan kiriye çima dîsa vegeriya ye heman malê. Wezaret wê daxuyaniyê bide?
* Di vekişîna îfadeya xwişkan de zexta malbatê çiye? Hûn dê vê îdîayê lêkolîn bikin ya na?
* Der barê astengkirina îstîsmara zarokan de wekî wezaret tu xebat û rastkirinê we hene ya na?