* Goksal Saglam, wexta ji girtîgehê derketibû Habîbe Çevîk ku hevjîna wî bû û dev ji hevdu berdabûn û xwişka wê Fatma Akdagê kuştibû. Derket holê ku dadgehê ji ber şidet pêk aniye hezar û 500 lîre cezayê pereyî li Saglam biriye.
* Li Girê Qasimê yê ku Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê wek qada sîtê ya arkeolojîk diyar kiribû xwedî dîrokeke 5 hezar salan e, binkeya leşkerî hat çêkirin.
* Li Taxa Kadîfekaleyê ya Îzmîrê ku piraniya malbatên ji Mêrdînê koç kirine û lê bi cih bûne, ciwan ketine nav pençikên tiryakfiroşan. Ciwanên li taxê yên bûne pêgirtiyê tiryakê dibêjin kes xwedî li wan dernakeve û dewlet li dijî tiryakê tiştekî nake.
* Qulûba Werzîşê ya Haci Bektaş Velî, di qada tekwandoyê de li ser hevdu bi ser dikeve. Werzîşvanên qulûbê, bilêv kirin ku bi saya kursên li cemxaneyê hê bêtir haya wan ji çanda wan çêdibe.
* Parlementerê CHP'ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku wê Serokomar Erdogan bi vê pergala heyî ber bi hilbijartineke nû ve neçe û got: "Dibe bi partiyan re li hev bike û ji bo guherandina Qanûna Bingehîn tev bigere."
* Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê Şehmûs Kaygûsûz, diyar kir ku biryara Desteya Hakemî ya Bilind ya ji bo TUPRAŞ'ê di leha kardêran de girtiye mafên wan xesp kiriye û got: "Em ê bi têkoşînê li ber xwe bidin û mafên xwe bi dest bixin."
* Delîlên dosyaya ku maşîna zirxî ya polîsan li Kerboranê li Suphiye Yakut xist û birîndar kir tev ji qeydan derxistin. Girtekên der barê dîmenên cihê bûyerê de ji holê rakirin. Kameraya maşîna zirxî ji qeydan derxistin. Dîsa qeydên mobese û kameraya otela li nêzî bûyerê jî i qeydan derxistin.
* Piştî li Taxa Mehmet Akîfê ya Kuçukçekmeceyê zarokek hat îstismarkirin, sûriyeyîyên li taxê hedef hatin nîşandan. Penaberên sûriyeyî diyar kirin ku çi tiştên neyînî diqewimin wekî berpirsiyar tên nîşandan û gotin, ew ji ber vê nerihet in û diqilqil in.
* Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Pirsûsê ji qeyûm stendin, niha jî dane dû mal û milkên qîmeta wan bi qasî 14 hezar milyonî ye ku di dema qeyûm de dewrî emniyet, miftîtî, midûriyeta çandniyê û qeymeqamtiyê hatine kirin.
* 8'emîn Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê Ziya Ataman wê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.00)
* 10'emîn danişîna doza komkujiya li Yurda xwendekaran a Aladaga Edeneyê pêk hat û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dan wê li Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. (09.00-20.00)
* Danişîna doza Casim Ozan Çeltik ê kesap avêt rûyê Berfin Ozek wê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îskenderûna Hatayê bê dîtin. (10.00-19.00)
* ÎHD wê li navenda giştî têkildarî windahiya 6 kesên di 2019'an de hatin windakirin û agahî ji wan nayê girtin, li gel malbatên wan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* 21'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ku ji kuştina 19 kesên di salên 1993-1996'an de hatin kuştin tên darizandin, wê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (14.00)