ÎZMÎR – Li Taxa Kadîfekaleyê ya Îzmîrê ku piraniya malbatên ji Mêrdînê koç kirine û lê bi cih bûne, ciwan ketine nav lepên tiryakfiroşan. Ciwanên li taxê yên bûne pêgirtiyê tiryakê dibêjin, kes xwedî wan dernakeve û dewlet li dijî tiryakê tiştekê nake.
Li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê, bi piranî malbatên di salên 90'î de di dema valakirina gundan de ji Mêrdînê koç kirine bi cih bûne. Ev tax wekî "Mêrdîna Biçûk" jî tê binavkirin. Bi salan e pirsgirêkên taxê yên binerd û sererd hene û di sala 2010-2012'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di çarçoveya veguherandina bajêr de li vê taxê dest bi xerakirina avahiyan kir û ji ber vê tê xwestin tax bê valakirin. Li gel vê pirsgirêkê pirsgirêkeke şêniyên taxê ya din jî heye, ew jî tiryak e û bi pêxila ciwanên wan girtiye. Li gorî tê gotin li vê taxa navbirî êdî zarokên 16-17 salî jî tiryakê bi kar tînin. Ji ber vê şêniyên taxê diqilqil in. Li taxê em leqayî 3 ciwann berê pêgirtiyên tiryakê bûn û paşê dev jê berdane hatin. Ciwanan bi şertê wêne û dîmenên wan neyên girtin axivîn.
DI ZAROKATIYA XWE DE DEST BI KIŞANDINA ESRARÊ DIKE
Jêhatê 27 salî, diyar kir ku wî di 16 saliya xwe de dest bi tiryakê kiriye û 5 sal berê jê xelas bûye. Jêhat ku got "Li gor min hin derdên min hebûn. Min ev ji xwe re kirin bahane û dest bi tiryakê kir. Ji xeynî esrarê min marîjûana, lîrîka jî dikişand. Wexta min marîjûana bi kar dianî, hema bêje min dixwest ez bi çekê hemû hevalên xwe bikujim. Bi her awayî mêjiyê min çelq kiribû" diyar kir ku ji bo dev ji tiryakê berde pir li ber xwe daye.
Jêhat, bilêv kir ku piştî wî dîtiye bi taybetî tê xwestin zarokên kurd têkevin vê rêyê, wî jî hewl daye dev jê berde û got: "Axirê min dev jê berda. Niha xwe wek eksekî kêrhatî dibînim. Helbet ji bo vê hevalên min pir destek dan min."
Ahmet jî wekî Jêhat di 16 sliya xwe de dest bi tiryakê kiriye. Rojekê ji ber pereyê wî tunebûye tiryakê bikire dizî kiriye û hatiye girtin û ketiye girtîgehê. Ahmet ji bo vê dibêje: "Tişta herî xirab bi mirov dide kirin."
Ahmet, diyar kir ku li derdora wî hema bêje gelek kesên tiryakê bi kar tînin heye û ji ber tiryakê hin hevalên wî mirine. Ahmet, anî ziman ku bi saya malbata xwe ji tiryakê xelas bûye, lê belê hîn jî civak bi çavekî din li wan mêze dike û got: "Wekî lekeyekê li ser me maye. Herkes bi çavê torbecî, tiryakêş li me dinere. Ev pir li zora me diçe."
‘HER SIBEH POLÎS DIHATIN BÊŞA XWE DISTENDIN Û DIÇÛN'
Ahmet, got: "Ji sibehê heta êvarî polîs li ber deriyê kelehê ne. Eger bixwazin di nav rojekê de dikairn biqedînin. Lê baş tê bîra min, heta du sal berê jî polîs her sibeh dihatin bêşa xwe distendin û diçûn. Torbeciyên bêşa xwe nedana nikaribûn tiryakê bifiroşin."
Cemîl, hîn jî tiryakê bi kar tîne. Cemîl, bilêv dike ew pir dixwaze dev jê berde lê belê dike nake nikare ji vê gerîneka ew di nav de xelas bibe.
Cemîl, anî ziman ku li Kadîfekale, Yamanlar û Bûcayê ku nifûsa kurdan li vand eran zêde ye dewlet ji bo tiryakê xwe li endîtin û bihîstinê datîne û got: "Wexta tarî dikeve erdê tiryakêş û tiryakfiroş li her derê kelehê bi cih dibin. Berê ne wisa bû. Berê malbat bi rihetî dihatin kelehê digeriyan. Berê me dendikên xwe dikirîn û semawerê xwe dibir û em heta sibehê rûdiniştin. Paşê hêdî hêdî xirab bû. Pêşî tiryak paşê jî rûxandina taxê, her tişt ji bo me veguherî tiştekî xerîb em di vî halî de bi tena xwe hatine hiştin."
Cemîl, bilêv kir ku divê dewlet û partiyên siyasî bi berpirsiyarî tev bigerin.
MA / Nimet Olmez