ENQERE - Mustafa Dogan ê di 10’ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê de winda kir, ji ber ku danişîna biryarê ya komkujiyê rexne kir, bi hinceta “Heqaret li serokkomariyê kiriye” doz lê hat vekirin.
Derbarê Mûstafa Dogan ê di êrîşa xwekujiya DAIŞ’ê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an li ber Gara Enqerê rû da de kurê xwe Guney Dogan winda kir, ji ber ku danişîna biryarê ya komkujiyê rexne kir, bi hinceta “Heqaret li serokkomariyê kirin” doz hat vekirin. Doz ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hat vekirin û ji aliyê 8’emîn dadgehê Cezayê Eslî ya Enqerê ve hat qebûl kirin.
DOZ LI GOTINÊN BAV VEKIRIN!
Doza Komkujiyê Gara Enqerê di 3’yê Tebaxa 2018’an de li Girtîgeha Sîncan a Enqerê hatibû dîtin û biryar hatibû dayîn. Bav Dogan biryara hat dayîn rexne kir. Bav Dogogan piştî danişînê li ber deriyê girtîgehê gotibû ku “Li vî welatî baweriya m abi edaletê nemaye. Dewleta qatil dê hesapa bide. Yên ku di 10’ê Cothemê de canên me qetil kirin, desthilatdariya siyasiye. Bizanibin ku desthilatdariya AKP’ê ye. Teyyîp Erdogan ê faşiste. Yê ku pêşeroja zarokê min reş û tarî kir Tayyîp Erdogane.” Dogan piştî vê axaftina xwe ji ser hişê xwe çûbû û ketibû erdê.
DANIŞÎNA YEKEMÎN DÊ DI 9’Ê TÎRMEHÊ DE BÊ DÎTİN
Danişîna doza derbarê Dogan de hat vekirin, dê di 9’ê Tîrmehê de bê dîtin. Ji bo Dogan ji 1 salî heya 4 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
MA / Bêrîvan Altan