ÎZMÎR - Mehmet Yavûz û Orhan Çaçan ên li ser navê girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê name şandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin. Girtiyan, diyar kirin ku midurê girtîgehê ji wan re gotiye “Dewlet ezim, hûn li ku derê dixwazin gîlî bikin dikarin bikin” daxwaza wan red kiriye.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakran-Îzmîrê, Mehmet Yavûz û Orhan Çaçan ên di hevdîtina malbatê ya 4’ê Tîrmehê de ji ajansa me re name şandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin. Girtiyan, diyar kirin ku midurê girtîgehê Abdullah Demîrcî mafê wan xesp dike û wiha gotin: “Name û pirtûkên me diçirin û mafê me yên agahî girtinê bi awayekê keyfî asteng dikin. Dema em dixwazin vê îtîraz bikin jî, midurê girtîgehê Demîrcî bi gotinên ‘Dewlet ezim, hûn li ku derê dixwazin gilî bikin, dikarin bikin’ vê daxwaza me red dike.”
BINGEHA PROVOKASYONÊ
Girtiyan di nameya şandin de wiha got: “Midûrê girtîgehê Demîrcî, li gorî xwe tevdigere û hewl dide bingeha provokasyonê ava bike. Ev sê rojin dibin navê ‘lêgerîna qismî’ de bi kamera û dedektoran dikevin qawîşan. Hemû alavên me tar û mar dikin. Dest danîn ser radyo, meqes, mûçing, pîl û gelek alavên me yên din. Ligel ku ev alavên mirovî ne qedexene jî, lê ji me distînin û dixwazin rewşek cuda ava bikin. Dîsa hemû kincên me davêjin erdê, xwarin û vexwarinên me tevlî hev dikin. Ji bo van hemûyan me xwest em hevdîtin bikin, lê tu bersiv nedan vê daxwaza me.”
‘DEWLET EZIM’
Di dawiya nameyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin ji raya giştî bipirsin, gelo em ji aliyê Wezareta Dadêve tên birêve birin, an jî ji aliyê midureke mîna vî ve? Ger nêzîkatiyên midûr ên tehrîk û fîtneyê dewam bikin, ji bûyerek ne baş derkeve berpirsiyar ne emin, midûr û rêveberiya girtîgehê ye.”