QAMIŞLO - Komcivîna derbarê DAIŞ'ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hat lidarxistin di roja duyemîn de dewam dike. Dê îro li ser 4 mijarên cuda semîner bên dayîn.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li dar xist, di roja duyemîn de li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo dewam dike. Ji 15 welatên navneteweyî û herêmê yên weke Emîrtiyên Erep ên Yekgirtî, Misir, Urdun, Erebîstana Sûudî, Iraq, Fransa, Kanada, Behriyan, Ewropa, DYA, Sûriye û Tirkiyeyê hwd. bi sedan akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger beşdarî komcivînê bûn. Di roniştina îro de dê li ser 4 mijarên cuda semîner bên dayîn.
Mijara maseya yekemîn aliyên leşkerî û ewlekarî yên terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya maseyê Dr. Mihemed Ebdilqadir dê bike. Dr. Nicholas Heras, Dr. Seed Bîn Umer, rojnameger Zana Omar û ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed jî dê semîner bidin.
Mijara maseya duyemîn aliyên çandî û olî yên terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya maseyê Mûnir Şêxî dê bike. Mensûr Teyfûrî, Dr. Amy Austin Homales, Thomas Garrett, Mihemed Cîhad Îbrarî jî dê semînerê bidin.
Mijara maseya sêyemîn aliyên aborî û civakî yên terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya maseyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed dike û Dr. Ehmed Yûsiv, Dr. Muhîb Salha, lêkolîner Ehmed Pelda dê semînerê bidin.
Maseya çaremîn jî aliyên jin û terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya vê maseyê jî dê Lîna Berekat bike. Berîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma jî dê semîner bidin.
Piştî semîneran dê nîqaş û guftûgo bi mêvanan re bên kirin.