Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike

  • rojane
  • 09:05 17 Tîrmeh 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Şaredariya Geverê ku qeyûm 680 milyon TL deyn xistiye stuyê wê, 3 meh in nikare meaşê karkerên xwe bide. Hevşaredar Îrfan Sari, bang li her kesî kir ku bi dildariyî tev li nav xebatên şaredariyê bibin û got, ew guh didin gel û hewl didin pêkve texrîbata hatiye çêkirin ji holê rabikin. 

Şaredariya Geverê ya HDP'î ku bi 680 milyon TL deyn şaredarî ji qeyûm dewr girt, ji ber deynan hema bêje nikare bixebite. Hevşaredar Îrfan Sari, bal kişand ser rewşa şaredariyê. 
 
'EM BI HÊZA XWE YA XWESER PIRSGIRÊKAN ÇARESER DIKIN' 
 
Sari, bilêv kir ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê wan şantiyeyeke mezin a 680 milyon TL deynê wê heye dewr girtiye, lê belê dîsa jî ew dadikevin kuçeyê û bi derfetên heyî rêyan çêdikin, taxan derman dikirin, peyarêyan çêdikin û park û baxçeyan diselihînin. Sari, got: "Em wekî meclîsa şaredariyê pirsgirêkan li cihê cih tespît dikin, bi gel re parve dikin û hewl didin çareser bikin. Heta niha me ev yek hinekî pêk aniye. Lê moarşî, despotî û kesayetiyên bêkesayetî yên dewletê jî derketin pêşberî me. Astengiyên wekî 'milk ê min e, hûn nikarin peyarêyan çêbikin, hûn nikarin avê bînin, hûn nikarin di nav erdê min re derbas bibin' jî derketin pêşberî me. Lê belê me ev astengî bi rêya diyalog û şaredarîvaniyeke gelparêz û demokratîk hel kirin. Helbet di hin xalan de me nikaribû hin tiştan hel bike, lê belê ji bo van jî em dixebitin. Lê dîsa jî me hêza xwe ya xwezar, jêderên xwe yê xweser esas girt. Hema bêje niha jêderên me yên xweser derameta ji avêt tê bixwe ye. Û em bi vî pereyî tenê dikarin sotemeniyê bikirin. Em vê jî ji bo wesayîtên xwe xerc dikin da karibin paqijiyê bikin, çopan hilgirin û veguhêzînin." 
 
‘JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN GEL LI CEM ME YE' 
 
Sari, destnîşan kir ku ji ber deynên şaredariyê dewrî Bankeya Îllerê hatine kirin 3 meh in nikarin meaşê xebatkaran jî bidin û ew jî bi karkeran re dixebitin. Sari, diyar kir ku ji ber budçeya şaredariyê tune ye xwe bi xwe jêderan diafirînin û pê xizmeta gel dikin. Sari, got: "Wexta pêdiviya me bi makîneyeke karî hebe, em li ser medyaya civakî parve dikin. Pêdiviya me bi tanqêreke avê û arazozê hebû. Me makîneyeke xwe ya xirabe ku di xeracê de bû selihand û tankêrek li ser bi cih kir. Her wiha bi saya heval û kedkarên me yên li pîşesaziyê me tankeke avê çêkir. Ji xeynî vê diviya me park, baxçe û refuj sererast bikirana û li dijî kelmêşan tev bigeriyana. Ji bo vê jî me hin kampanya dan destpêkirin û me derman bi dest xist. Heta ji Stenbolê jî alîkarî hat. Me bi dermankirinê pirsgirêkên bi vî rengî çareser kir. Di warê çareserkirina pirsgirêkan de gel li cem me bû." 
 
TEXRÎBATA ÇANDÎ Û CIVAKIYΠ
 
Sari, destnîşan kir ku li Geverê ligel pirsgirêkên aborî di warê çandî û civakiyî de jî texrîbateke mezin heye û got: "Tenê em behsa kêşeyeke aborî nakin. Li vira saziyên jinan hemû hatin deformekirin, qedexekirin û tunekirin. Pergalê hin mekanîkên dejenerebûyînê xistine dewrê. Em bi rewşeke ku li ber qeymeqam quncik tên girtin, bi rewşeke ku tu hêleke wê ya çandeyî tune ye re rû bi rû man. Zarok û ciwan jî di heman rewşê de ne. Ji bo evana tu xebat nehatine kirin. Tenê di ser Yuksekova Belediyesporê re hin musabeqeyên futbolê hatine kirin. Yanî tu çalakiyên çandî, civakiyî nemane, di ser kafe û înternet kafeyan çandeke nû hatiye afirandin. Ji dêvla çandeke li ser kokaka xwe bilind dibe çandeke deformeyî heye. Niha em ji bo vê tev digerin. Ji bo vê em dibin mêvanên gel, bi hev re taştê dixwein, xwarinê dikin û guhd idin wan. Niha ji bo sererastkirina vê di warê aborî de di dest me de materyal hene; lê di warê aborî de hinekî zehmetî hene. Di vî warî de gelê me destek û hêzê dide me." 
 
Sari, bilêv kir ku ji ber derametên şaredariyê hemû ji bo deynan ji Bankeya Îllerê re diçin wan serî li rêya darazê daye û piştî wan serî li darazê daye banke xwestiye bi wan re bazariyekê bike. Sari, got: "Piştî me serî li dadgehê da banke li me vegeriya. Xwestin em li hev bikin. Xwest protokola bi qeyûm re kiriye bi me re jî bike da şaredariyên piştî me bên jî di bin vê tehekmuyê de bin. Dawiyê qeymeqamê navçeyê pêwendî bi me re danî. Her wiha endamên meclîsa şaredariyê yên AKP'î jî xwestin bi me re bazariyekê bikin. Lê em dizanin hêviya gel ji me çî ye. Ji bo vê me got, em ê tu bazariyê nekin û eger bazariyek hebe jî divê li gor qanûnan be an jê em tu bazariyê qebûl nakin. Hevdîtin qediyan û bazarî jî neçû serî. Hew li me vegeriyan. Ji niha û pê ve wê li me vegerin an na em nizanin." 
 
‘DEYN HENE LÊ XIZMET TUNE YE' 
 
Sari, got: "680 milyon TL kredî hatiye kişandin. Eger em tevahiya Geverê bifiroşin heqê vî deynî dernakeve. Tê gotin, 680 milyon TL tenê ji bo qenalîzasyon û ava vexwarinê ahtiye xerckirin. Em dizanin îhaleyên di vî warî de pêşkeşî hin koman hatine kirin. Ev qas pere tê xerckirin lê bermaberiya wê tu xizmet tune ye. Ne qenalîzasyon anîne bajêr ne jî ava vexwarinê. Heta hin mal hene hîn abonetiya wan jî nehatiye çêkirin. Bi 680 TL'yî Gevereke nû dihat çkirin. Lê li holê tu mekanîneke tune ye, lê 680 TL deyn heye. Ev pere bi tu awayî neketiye qaseya şaredariyê rasterast ketiye ehsabê fîrmayên îhale girtine. Niha em di nav van deynan de ne." 
 
Herî dawî Hevşaredar Îrfan Sari, bang li her kesî kir ku bi dildariyî tev li nav xebatên şaredariyê bibin û got, ew guh didin gel û hewl didin pêkve texrîbata hatiye çêkirin ji holê rabikin. 
 
MA / Müjdat Can - Dindar Karataş 
 

Sernavên din

17/07/2019
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
19:54 Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin
19:09 Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû
17:53 Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe
17:37 Xwendekarên ODTU li dijî talankirina Kavaklikê meşiyan
16:48 Dolmîşa rêwiya qulipî: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
16:41 Ji bo Heskîfê xwe avêtin Bahra Marmarayê
15:44 Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje
15:29 Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin
14:33 Rojnameger Kanbal wê sibê îfadeya wî bigirin
14:32 Cenazeyê ciwanê ku şandin ser întîharê 2 meh şûndê dîtin
14:24 Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin
13:26 Li Endonezyayê erdheja hêza wê 7.3 pêl rûda
12:59 14'ê Tîrmehê li Wanê hat bibîranîn
12:58 Şaredarî kirin qereqol
12:47 HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye
12:27 Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir
11:14 Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin
10:29 Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot
10:28 Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da
09:54 Agahî ji 3 zarokên ketin bendavê nayê girtin
09:54 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir
09:32 Li Zozanên Çewlikê di demsala havînê de bihar
09:06 Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê
09:05 Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin
09:04 Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide
09:03 'Jiyana li gund aramiyeke pir xweşik li min peyda dike'
09:01 Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye
09:00 Çelebî: Em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin
09:00 Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN
13/07/2019
19:21 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin
17:37 HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e
16:47 Li ser komkujiya Zîlanê axivîn
16:11 Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da
15:35 Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federe dibe
15:34 'Bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûn'
15:11 Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
14:44 33 sal in mafê mirovan diparêze
14:21 Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza adaletê bernedin
14:02 Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
13:29 Li ODTU'yê meş: Kok banga berxwedanê dikin
12:05 HDP'a Amedê banga tevlêbûna mîtînga ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk" kir
11:54 Zarokên di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin glî nekirin
11:45 Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir
11:30 37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê