Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'

  • rojane
  • 11:16 13 Îlon 2019
  • |
img

RIHA – Di doza Serekaniyê ya 2 polis hatin kutin û "Pêvajoya çareseriyê" bi dawî kir de parêzerê parastinê Huseyin Akay, diyar kir ku di bûyerê de şopa tiliyê polîs Burak Koru hebû, lê di dosyayê de cih nedan lêpirsîna polîs. 

Piştî heyeta HDPê çû Îmraliyê, di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Hevdîtina li gel Ocalan di 5’ê Nîsana 2015’an de bi dawî bûn. Pişt re hikumetê konspeta şer xist dewrê û vê pêvajoya şer bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî hikumetê hevdîtin bi dawî kir, DAIŞ’ê di mitînga HDP’ê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de ya Amedê û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî. Piştî teqîna Pirsûsê welat gav bi gav ber bi şer ve hat ajotin. Di van rojên welat ber bi şer ve diçû li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22’ê tîrmeha 2015’an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li mala xwe kuştî hatin dîtin. Vê kuştina polîsan ji bo bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hêncet hat nîşandan û şer hat destpêkirin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di 24’ê Tîrmeha 2015’an de eşkere kir ku wan bi awayek eşkere pêvajoya şer daye destpêkirin.  Di ser kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar re 4 sal borîn. Lê hêj kujerên wan nehatin dîtin. Kuştina van polîsan a nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin aloziyek li pey xwe hişt. Heta niha ev alozî nehatiye ronîkirin. Danişîna doza kuştina wan a dawî di 1'ê Adarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hatibû dîtin. Heyeda 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê, têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar de 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan. Piştî biryarê nehat diyar kirin ku kê 2 polîs kuştine. Kuştina 2 polîsan bi vî rengî fail nediyar bi encam bû. 
 
WALÎ ÎZZETÎN KUÇUK GOTIBU 'POLÎSEKÎ 2 POLÎS KUŞTINE Û ÇÛYE' 
 
Beriya 1'ê îlonê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven têkildarî kuştina du polîsan agahiyên girîng par ve kir. Guven, diyar kir ku dema wê demê bi Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk re hevditin kirin walî gotibû "Di esasê xwe de ew polîs 3 hevalên hev malê bûne. Polîs pev diçin. Yek ji her duyan diqete. Ew polîsê veqetiyeya her du polîsan kuştiye û çûye. Ji ber vê yekê ev bûyer ne siyasî ye, edlî ye.” 
 
PARÊZER: DELÎL HEYE LÊPIRSÎN TUNE
 
Parêzerê dozê Huseyin Akay, jî anî ziman ku di bûyerê de şopa tiliya polîs Burak Koru hatibû dîtin, lê der barê wî de lêpirsîn nehatiye vekirin. Akay, anî ziman ku wan di destpêkê de jî bi israr got ku bersûc bê sûc in û wiha got: "Di encamê de bersûcê dihatin darizandin beraet kirin. Me ji malbatên polîsan xwest vê dozê bişopînin. Me xwest ji bo kujerên rastîn bên dîtin cemaweriyek bê avakirin. Diviya bû malbat jî bi şopa dozê bikevin. Delîlên şênber hebûn. Me xwest van delîlan li dozyayê zêde bike û lêpirsîn bê destpêkirin. Lê hestiyariyek nehat nîşandan. Niha di pêvajoya îstînafê de bi rêya parêzeran em dişopînin. Me di serî de got 'Me xwest delîlen heyî bê lêkolînkirin. 
Me got di rêbaza darizanidnê de pirsgirêk hene. Bi salan e darizandin tê kirin. Lê gavek jî nehatiye avêtin. Bersûc bi salan vala vala girtî hatin darizandin. Naveroka dosyayê vala bû. Delîlên di dosyayê de razger bûn. Delîlên şênber tune bûn. Delîlên heyî jî hatin reşkirin. Dozger tu tişt nekir. Mixabin dozger pir sersar nêzîk bû û delîl kom nekirin. Şaşiyên mezin hene. 
 
ŞOPA TILIYAN HEYE, LÊ EV NEHAT LÊPIRSÎN 
 
Akay, destnîşan kir ku piştî bûyerê şopa tiliya polîs Burak Koru hebû û wiha axivî: "Me xwest şopa tiliya polîs Burak Koru bê lêkolînkirin û îfadeya wî bê girtin. Ji roja ewil de şopa tiliyên polîsan hebû. Lê mixabin serdozgerê wê demê ev delîl li dosyayê zêde nekir. Çend salan şûnde dema dadgehê ji Şaxa TEM'ê pirsa 'Faîl hatin dîtin ya na' Pirsî, derket holê ku şopa tiliya polîs Burak Koru heye. Dema îfadeya Burak Koru digirin jî balkêş e dibêje 'Ez tu carî neçûme wê malê' Divê ev polîs wekî şikdar bê dîtin û li dozyayê bê zêdetirin. Ev delîlê heyî ne delîlek hêsan e. Em hêvî dikin ku daraz gavên ku heqîqetê ronî bike bavêje." 
 
 
 

Sernavên din

13/09/2019
12:10 Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir
11:42 Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
11:41 Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê
11:37 Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû
11:16 Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'
11:10 HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin
10:56 Li Pasûrê piştî teqînê 2 kes hatin binçavkirin
10:30 Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin
10:14 2 kesên ku li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:28 3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin
09:20 70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî
09:20 Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
09:20 Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir
09:19 Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e
09:16 'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye'
09:13 Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN
12/09/2019
20:35 Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn
17:03 Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin
16:46 Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye
15:53 Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye
15:41 ‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
15:37 Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan
15:18 Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn
15:18 Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite
15:03 Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît
13:56 Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin
13:38 KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome
13:19 Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir
13:08 ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome
12:53 Li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin
12:25 Ji Tara Mamedova albûma duyemîn
12:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
12:10 Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin
12:07 Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin
11:57 Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan
11:48 Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin
10:53 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:31 Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin
10:29 Malbata cenaze teşhîs kir, 35 roj in hêj cenaze negirtine
10:08 Windayên 12’ê Îlonê…
09:19 Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin
09:18 Nanê di bin êgir de tê pehtin
09:17 Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
09:15 Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
09:14 Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî
09:12 Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN
11/09/2019
21:55 Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir
19:29 Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin
16:10 Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir
15:43 Şandeya HDP û KCD'ê serdana xwe temam kir
15:33 Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
15:25 Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
15:02 'Bila binçavkirî bên berdan'
15:01 Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
14:52 Li Enqereyê welatiyekî xwest xwe bişewitîne
14:33 'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’
14:32 Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin
14:01 Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî
13:48 ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin
13:33 Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da
13:14 Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e
12:30 Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin
12:12 Sara Kaya nehat berdan
12:00 Danişîna Mizrakli hat taloqkirin
11:41 Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:33 Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê
11:33 Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye
11:12 TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart
11:05 Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e
10:02 Bi xwezayî hildiberînin û bi xwezayî xwe xwedî dikin
09:46 Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
09:26 Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket
09:25 Tecrîd şermezar kir hat tecrîdkirin
09:24 Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin
09:22 Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin
09:21 Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
09:21 Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin
09:20 Warê bêhnvedanê: Ava Spî
09:20 Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne
09:19 Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî
09:18 'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
10/09/2019
23:51 Li Bismilê zarokeke 9 salî hat îstismarkirin
17:50 Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
16:51 Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin
16:19 1'emîn Kongreya TAJÊ bi 300 delegeyan destpê kir
15:56 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:53 ‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’
15:25 Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e
15:12 Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da
15:09 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
14:23 Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest
14:05 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome
14:03 Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin
14:03 Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin
13:47 Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye
13:21 Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye
12:47 KCD: Siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest berdin