Şer li seranserî sînor belav bûye: TSK û komên wê windahiyên giran didin

img

GIRÊ SPÎ – TSK û OSO li hember parastina hêzên QSD’ê li Girê Spî û Serêkaniyê li pêş nakevin. QSD’ê şer li ser tevahiya sînor belav kir û Tirkiye di qereqolên li ser sînor de windahiyan dide. 

Êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Rojava di roja sêyemîn de didomin. Êrîşên TSK’ê û OSO kir ku QSD derbasî parastina xwe bibe û li seranserî sînor şer belav bû û pevçûnên dijwar diqewimin. 
 
Mirov dikare bêje xeta sînor veguheriye qada şer. Bi taybet êrîşên giran li ser gund û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî tên kirin. Çekên herî giran li dijî van gunda û bajaran tên bikaranîn. TSK û OSO gavek jî bi pêşve neçûye. Balafirên şer jî di dewrê de ne û balafir cih û warên welatiyan dikin hedefa êrîşên xwe. Di van êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin û gelek jî birîndar dibin. 
 
QSD ji sînorê Kobanê heta sînorê Dêrikê ango li Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û Şêxler û gelek cihên din çalakiyên bi bandor pêk tîne. Li ser xeta sînor gelek maşîneyên zirxî yên TSK’ê hatin îmhakirin û esker û OSO windahiyên giran didin. 
 
GIRÊ SPÎ
 
Girê Spî navendeke ku xeta kantonên Kobanê û Cizîrê digihîne hev û di pozîsyonek stratejîk de cih digire. Girê Spî wek deriyê ji Reqayê re vedibe tê zanîn. Ji ber polîtîkayên rejîma BAAS a Sûriyê demografiya wê hat guhertin. Ev bajarê stratejîk di destpêka şerê Sûriyê de ket destê El Nûsra û komên wek OSO’yê. Piştî ku DAIŞ derket holê bajar radestî DAIŞ’ê hat kirin. QSD di sala 2015’an de Girê Spî ji DAIŞ’ê rizgar kir û ji wê rojê ve ev bajar di hedefa Tirkiyê de ye. Tirkiye her roj digot “ez ê bikevin Girê Spî” û li ser van tehdîtan di 9’ê cotmehê de êrîş da destpêkirin. Tirkiye dixwaze li vir di bin navê “herêma ewle” de demografiyê biguherîne. TSK heta niha navenda bajêr û gundên wê topbaran û bombebaran dike û rê li ber mirina sivîlan vedike. 
 
ÇI TÊ ARMANCKIRIN? 
 
Tirkiye dixweze li gel komên xwe OSO bi bejahiyê di rojhilat û rojavayê Girê Spî de bikevê. Li ser parastina hêzên QSD’ê, TSK û OSO paş ve kişiya. Komên OSO yên girêdayî TSK’ê ketin gundê Yapsê û di navbera wan û QSD’ê de pevçûna dijwar qewimî. Hêzên piyon ku derbên giran xwarin paş ve vekişiyan. TSK û piyonên wê dixwazin gund bistînin û rêya navbera Kobanê û Girê Spî bibirin. TSK û OSO bi giranî êrîşî gundê Bîr Aşiq jî dikin û dixwazin li vir jî rêya Silûk û Girê Spî bibirin. Cih bi cih DAIŞ û rêxistina hucreyê ya komên din dikevin dewrê û car carna êrîşî gundan dikin. Di navbera her du hêzan de pevçûnên dijwar diqewimin. 
 
SERÊKANIYÊ
 
Yek ji cihê ewil ku êrîş li serê hatin destpêkirin û meydana şer bajarê Serêkaniyê bû. El Nûsra di sala 2013’an de têk çû. Serêkaniya binxetê li miqabilî navçeya Serêkaniyê ya serxetê ye. Li Serêkaniyê nifûsek mezin a welatiyên ereb heye. Gelê ereb li vir destekek mezin da QSD’ê û li dijî êrişên Tirkiyê axa xwe diparêz in. Li çeperên pêş ên li Serêkaniyê şervanên ereb hene. 
 
Li Serêkaniyê jî TSK û komên xwe li dijî bersivdayîna QSD’ê zoriyan dikişîne. TSK û OSO dixwazin hem ji rojhilat ve hem jî ji rojava ve bikevin bajêr û bi obus û balafiran li bajêr didin. Hêzên QSD’ê qereqaolên ser sînor ên Tirkiyê dikin hedefa xwe û Tirkiye windayên mezin dide. Tirkiye li vê herêmê jî bi tundî êrîşî cih û warên xelkê dike. 
 
HER DEVER QADA ŞER E 
 
Li seranserî sînorê binxet û serxetê pevçûn diqewimin û tevahiya sînor bûye cihê qada şer. 
 
GELÊN ROJAVA LI SER PÊYA NE
 
Gelên Rojava ji bo destekê bidin zarokên xwe yên şervan li gel şervanên xwe cih digirin û dimînin. Gel li gelek navendan meşan û xwepêşandanan li dar dixin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin û bi şev û roj çalakiyan li dar dixin. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

12/10/2019
09:40 Ji Hunermend Necmedîn Xulamî bo Rojava peyama piştgiriyê
09:26 Ji ber parvekirinên êrîşê 2 kes hatin girtin
09:19 Hunermend Kayhan Kalhor: Em ê bi berxwedanê êrîşan bişkînin
09:10 Wê ji bo endamên Grûp Yorûmê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin
09:07 'Bi navê 'Kaniya Aştiyê' wateya peyvan jî diherimînin'
09:07 Ciwanên HDP'î: Bibin dengê Rojava
09:06 ‘Şerê ku dê di navbera gelan de bibe sedema birînên xedar rawestînin!'
09:06 'Êdî teqez divê kurd bibin yek'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2019'AN
01:10 Êrîşî ambulansên Heyva Sor a Kurd dikin
11/10/2019
23:16 Navên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
23:12 Îddîa: Tirkiye li Hêzên Taybet ên DYA'yê xist
23:01 Xelkê Sine, Bane û Dîgulan ji bo Rojava meşiyan
22:34 Gelê Germiyan: Ji bo piştgirîya Rojava bibin yek
22:01 Trump biryarname îmze kir: Em dikarin aboriya Tirkiyeyê bêkêr bikin
21:41 Pevçûn belavî sînorê Cizîr û Sîlopiyê jî bûn
21:14 Serokê AKP’ê yê Nisêbînê ji ber berteka gel xwe spart nexweşxanê
20:55 10 baroyan li dijî şer daxuyanî dan: Bi lez şer rawestînin
20:24 Kino Gebrîyel: Hêza me êrîşî Nisêbînê nekiriye
20:13 Gelê Nisêbînê bertek nîşanî polîsan dan: Êdî bes e
19:56 Wezîrê Parastina DYA Esper: Tirkiye aramiya herêmê xera dike
19:47 5 cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê: Nexweşxane li sivîlan girtin
19:46 Aldar Xelîl: Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me dike
19:18 Hevşaredarên Bîsmîlê hatin berdan
19:01 Xelkê Sengeserê ji bo Rojava meşiyan
18:48 Li Kaniya Xezalan a Rihayê gel bajêr vale dike
18:47 Li Nisêbînê teqîn: Mirî û birîndar hene
18:29 Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê ket: 2 kes mirin
18:24 Li Cizîrê agir bi tankêra sotemeniyê ket
18:19 Hevşaredarê Sêrtê yê berê Tûncer Bakirhan hat berdan
17:20 Li Girê Spî bombebaran: 3 welatî hatin kuştin
17:14 Polisan li Nisêbînê Dayika Aştiyê Tarlak binçav kir
17:05 Hevşaredarên Bismilê hatin binçavkirin
16:37 DAIŞ'ê li Qamişlo bi bombeyê êrîş kir: 3 kes mirin 9 kes birîndar bûn
16:34 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:27 Baroya Amedê: Bila şer demildest were sekinandin
16:13 Berdevkê Mafê Mirovan ê NY'yê: Tirkiye li sivîlan dide
16:13 Li Qoserê qereqola leşkerî vale kirin
16:12 KCD-HDP: Îtifaqa AKP-MHP'ê dixwaze pergala dagirker ava bike
16:03 Başaran: Roj roja deng derxistinê ye
15:36 TEV-DEM banga yekitiyê li Kurdan kir: Yan jiyanek azad, yan jî hîç
15:36 Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik: Ev dagirkerî ye
15:07 Akademisyenên Aştiyê: Divê em vî şerî rawestînin
15:04 Yekemîn daneşîna doza malbata Şahîn ku bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat dîtin
14:58 Dadgehê biryara berata rojnameger Demîr da
14:57 QSD'ê bîlançoya du rojan aşkere kir: 262 endamên OSO û TSK'ê hatin kuştin
14:40 Serokê PÎA Kamaç: Divê kurd bi ruhê netewî xwedî li Rojava derkevin
14:25 Dayik û 2 zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dan li Hezexê hatin definkirin
14:08 Partiyên Kurd: Hêza xwe zû vekişînin
13:57 Platforma Demokrasiyê ya Êlihê banga çareseriya bêşer kir
13:56 Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker hat binçavkirin
13:40 Jinan ji Amedê bang kirin: Em bang li her kesê dikin ku li dijî şer derkevin
13:33 Ji Pûtîn hişyariya êrîşê: Dibe ku DAIŞ'î ji girtîgehan birevin
13:33 10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Serêkaniyê
13:07 Şer li seranserî sînor belav bûye: TSK û komên wê windahiyên giran didin
13:04 Bijîjkên Sînor Nenas: Bi êrîşê re nexweşxaneya li Grê Spî hat girtin
12:56 Danişîna doza Rojnameger Meşale Tolu taloq kirin
12:56 Binçavkirinên rêveber û endamên HDP’ê dewam dikin
12:41 Turkdogan: Ew di şer de, em di aştiyê de israr dikin
12:24 Endamên DAIŞ’ê ji bo ku birevin ketin nava tevgerê
12:13 Şaredariya Nisêbîne hemû şahiyên çandî betal kirin
12:10 Li her du navçeyan jî xelkê malên xwe terikandin
11:41 Ayşe Efendî: Em li Kobanê bi ser ketin emê dîsa bi ser bikevin
11:41 Kesên di şermezarkirina operasyonê de hatin binçavkirin hatin berdan
11:18 Fransa: Ambargoya li ser Tirkiyeyê li ser masê ye
11:07 Li Rojhilat jî gel êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
10:32 Şerê li ser sînorê Serêkaniyê dijwar bû, tevgera ambûlansan heye
10:23 Qeyûmê Mêrdînê wesayîtên cenazeyan desteser kir
09:57 Mele Hecî Kadah: Nedayîna cenazeyan di ola îslamê de nayê qebûlkirin
09:56 Seranserî şevê li ser sînorê Nisêbîn û Qoserê şer hebû
09:56 Kanala Falkon Family rêzefîlmên tirk rawestand
09:55 Êrîşên li ser axa Rojava bi giranî didomin
09:55 Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sîvîlan vebû
09:43 Nivîskara Rûşen Tûtkû piştî 29 salan hat berdan
09:16 Polîsan bi ser mala Rojnameger Bêrîtan Canozer de girtin
09:16 Dozger pêwistî bi lêpirsîna îşkenceyê nedît
09:15 Hunermend: Ev êrîş talankirina mirovahiyê ye
09:15 Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî hat avakirin
09:14 Oneren: Armanc binpêkirina destkeftiyên kurda ye
09:13 Bi belgefîlma ‘Jeotermal Yettî Garî’ bal kişandin ser talana bi JES'an tê kirin
09:13 Şêniyên gundên li sînor: Bila êrîşên li ser Sûriyeyê bi dawî bibin
09:12 Polîs, sîxurtiyê li xwendekarên zanîngehê ferz dikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2019'AN
10/10/2019
22:13 Li Cinêwê operasyon hat şermezarkirin
22:01 Gelê Qeladiz û Ranya êrîşên TSK'ê yên li dijî Rojava şermezar kir
21:44 Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivîlan girtin
21:18 Polîsan êrîşî bîranîna 10’ê Cotmehê kir
20:56 Gelê Mexmûrê li dijî êrîşa TSK'ê meşiyan
20:47 Bi hezaran kes li Silêmaniyê dijî êrîşên Tirkiye dimeşin
20:46 Eskerekî Artêşa Mîllî ya Sûriye di şerê Serêkaniyê de mir
20:11 Di êrîşên TSK’ê yên li dijî Girê Spî de 4 sivîl hatin kuştin
19:34 Li Qamişlo 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
19:30 Bombeyên li Girê Spî ketin di dîmenan de hatin dîtin
19:25 Sewqiyeta ji bo Kaniya Xezalan dewam dike
18:34 Li Qamişlo jinekê jiyana xwe ji dest da û li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû
18:30 Ji RTUK’ê daxuyaniya 'Bêdengkirinê'
17:59 QSD'ê derbarê şerê du rojan de agahî da: 6 balafirên keşfê hatin xistin, 5 tang hatin rûxandin
17:57 Tirkiyeyê îstasyona avê bombe kir
17:23 Komîsyona Lêpîrsînê ya Sûriyeyê ya NY: Operasyon wê dîsa DAIŞ'ê zindî bike
17:18 Trûmp ji bo Tirkiyeyê: Heke li gorî lîstîkê tevnegerin dê bersiva xwe bigirin