NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sine, Bane û Dîgulan gel li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin daqan û bi xwepêşandana piştgirî dan berxwedana gel.
Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li Sine, Bane û Dîgulan gel li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin daqan û bi xwepêşandanê piştgirî dan berxwedana gel. Di çalakiyan de welatiyan bi dirûşmeyan piştgirî dan berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çalakgeran eşkere kirin ku bêdengbûna li hemberî êrêşên li ser xwişk û birayên wan ên li Rojavayê Kurdistanê beşdarbûna komkujiyane. Li Sine dirûşmeya "Rojane ne bi tenê ye, Sine piştevane" û "Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan" berz kirin û piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
Li bajarê Baneyê jî welatiyan bi tundî êrîşên Tirkiye û TSK'ê şermezar kirin.