Dr. Cengîz Guneş: Tirkiye sûcê şer dike

  • rojane
  • 10:18 19 Cotmeh 2019
  • |
img

ENQERE – Ji Zanîngeha Openê Dr. Cengiz Guneş, têkildarî peymana di navbera Tirkiye û DYA de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat îmzekirin got: "Li ser axa Kurdan hewldanên dagirkeriyê heye. Lê ev hewldan dê li qadê encamê negire. Peyman bi vî rengî dê kaosa li Sûriyeyê kûrtir bike. Li gel agirbest heye jî Tirkiye hêj êrîş dike. Tirkiye li wir sûcê şer dike."  

Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanistiya Siyasî ya Zanîngeha Oper a Îngiltereyê Dr. Cengîz Guneş, têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymana di navbera Tirkiye û DYA de hat îmzekirin nirxandin kir. Guneş, anî ziman ku ji ber operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem Trump û hem jî Tirkiye di bin zextan de ye û wiha got: "Ji ber van zextan peymanek wisa îmze kirin. “Ez bawer nakim ku ev peymana di navbera Tirkiyeyê û DYA de temendirêj be. Tenê ji bo du alî demê qezenç bikin ev peyman îmze kirine. Li gel peymanê li vir helwesta Sûriye û Rûsya diyarker e. Armanca yekemîn a Rûsyayê ewe ku Sûriye li ser axa xwe serdest bin. DYA bi vê peymanê rêya dagirkeriyê li pêşiya Tirkiyeyê vekiriye. Ji ber vê yekê ne Rusya  û ne jî Şam vê yekê qebûl nakin. Ev peymana di navbera Tirkiye û DYA'yê de li dijî armanca Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê de ye."  
 
ÇETEYÊN KU TIRKIYE LI SÛREYE AVA KIRENE BI PIRSGIRÊK IN
 
Guneş, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye çete li Sûriyeyê ava kirine bi Şamê re pirsgirêkan dijîn û wiha lê zêde kir: "Rejîma Şamê van komên çete ên li ser axa wê hatine avakirin wekî dijminê xwe dibîne. Ez bawer nakim ku destûr bide vê hewldana dagirkeriya komên çete. Li gorî peymana di navbera Tirkiyeyê û DYA'yê de wê li seranserî sînor mekanîzma ku wekî "Herêma Ewle" pênase dikin bê avakirin. Lê Hêza Sûriyeya Demokratîk diyar kirin ku peyman tenê li herema şer a Serêkaniyê û Girê Spî (Tel Abyad) derbasdar e. Niha Tirkiye bi Rusya û rejîme re hevdîtin dike. Çavuşoglu diyar kir ku ji bo seranserî sînor mekanizmayek wisa dixwaze. Lê ev li dijî armanca Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê ye. Hêza Tirkiyeyê ya vê yekê jî tune ye. Hêza Tirkiye ku tawîzan ji Rûsya bistîne tune ye." 
 
'LI GEL AGIRBESTÊ TIRIKYE HÊJ ÊRÎŞ DIKE' 
 
Guneş, da zanin ku ev peyman zû bi zû nakeve meriyetê û wiha lê zêde kir û wiha got: "Peymanên di navbera Tirkiye û Şamê de pêk bên wê diyarker bin. Tê xwestin ku hêzên Kurd ên li herêmê tune bikin. Ji ber ku dema em lê dinerin, li gel agirbest heye jî Tirkiye hêj êrîş dike. Tirkiye li wir sûcê şer dike. Ez bawer nakim ku ev peyman li qadê encam bistîne. Di serî de hêzên Kurd vê yekê qebûl nakin. Şam û Rusya jî vê yekê qebûl nakin. Ev peymana di navbera Tirkiye û DYA'yê de wê kaosa li Suriyeyê kûrtir bike. Ji ber ku ev peyman hewldana dagirkirina herêma Kurdan e. Ev xizmeta aştiya nava Sûriyeyê nake. Di rastiyê de ev ne agirbest e. Tirkiye ji bo dagirkirinê dikeve axa Sûriyeyê û armanca dike ku hebûna xwe li wir mayinde bike."  
 
MA / Selman Guzelyuz

Sernavên din

21/10/2019
14:13 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
14:01 Dosyeya hevşaredarên hatin binçavkirin sînordar kirin
13:43 Polîsan êrîşî girseya li pêş Şaredariya Peyasê kom bûn kir
13:42 Ji TJA'yê banga yekitiya neteweyî
13:29 24 siyasetmedar piştî 12 rojan sewqî edliyê kirin
13:24 Dadgehê cezayê muebetê li Kujerê Emîne Bulut birî
13:09 Rêdûr Xelîl: Ji bo ku agirbest mayînde bibe em ê heya rêya M4 hêzên xwe vekişîn in
12:42 Rojnameger ji Şaredariya Peyasê derxistin û derî girtin
12:24 Xwendekarên Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê, kantînê boykot dikin
12:10 Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ji bo tiştên ku li Sûriyeyê dibin bi fikar in
12:04 ‘Di 3 salên dawî de 51 hezar û 818 zarokên biyanî li Tirkiyeyê rastî îstîsmarê hatin'
12:01 Polîs li ber odeya hevşaredariyê ya kilîtkirî nobetê digirin
11:42 Li Avûstûryayê rojnameyan rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin
11:28 Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye
11:03 Li Rihayê 30 kes hatin girtin
10:28 Komîteya Perwerdeyê: Di êrîşan de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da
10:01 Mazlum Ebdî: Tirkiye neçare ku derkeve
09:40 Li Dêrikê pevçûn: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:39 ÎHD: Li girtîgeha Turkoglu îşkenceyê li girtiyan dikin
09:10 Girtiyan bêyî agahiya malbatan sewq dikin
09:06 'Polis xwest bi bataniyê bifetisîne'
09:06 Hunermend: Li dijî şer ne dema bêdengiyê ye, dema qêrînê ye
09:04 ‘Qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e'
09:03 Parêzerê Kadirova Ozturk: Şika cînayetê heye
09:03 ‘Dibêjin ez polîs û gefan dixwin'
09:01 Jinên Nisêbînî: Ji bêhna me jî bêzar dibin
09:00 DMME'yê biryar da, lê dozger biryar neda
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2019'AN
07:54 Polîsan Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê binçav kirin
20/10/2019
22:49 Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Londonê êrîşa Tirkiye şermezar kirin
22:32 Aligirên St Paûlî pankarta 'Bijî Rojava' vekirin
22:25 Dijberên şer li turbînan li dijî wer qerîyan
22:16 Forma Teewese piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20:07 Xwendekarên Germiyan berhemên Tirkiyeyê boykot kirin
20:01 Xelkê Teqteq piştgirî da Berxwedana Rojava
19:51 Kîno Gabrîel: Me li gorî lihevkirinê hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandin
18:46 Bi hezaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:05 Bozgeyîk: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
17:04 Sewqîyata tangan a sînorê Serêkaniyê didomin
16:58 Şêniyên Kobanê: Em dagirkeriyê qebûl nakin
16:30 Asya Abdullah: Ger em bibin yek, emê vê dagirkeriyê vale derxîn in
16:27 MSD’ê sûcê ku TSK'ê li dijî Kurdan kiriye aşkere kir
16:26 Polîsan parlamenterên HDP'ê wiha dorpêç kir
15:49 Dozger dosyeya Yaşli yê li nexweşxanê ji ber ku bi kurdî axivî rastî êrîşê hat, girt
15:46 McGurk: 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn
15:28 QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
15:27 Li Êlihê daxuyaniya ‘li dijî şer’: AKP wê ji têkçûyînê xelas nebe
15:11 'Komxebata di Rejîmên Zordest de Mafên Mirovan û Hiqûq' bi dawî bû
14:44 Xelîl: Divê NY ewlehiya herêmê pêk bîne
14:36 Foza Yûsîf: Divê şandeyek serbixwe ya navneteweyî çekên kîmyewî lêkolîn bike
14:14 Dogan li kolanek Londonê wêneyê Berxwedana Rojava xêz kir
14:10 Hevserokê ESP'ê: Endamên me rastî tacîzê hatin
12:02 Gelê Rojhilat ji bo gelê Rojava derdikevin kolanan
11:29 Desteya Tendirûstî: 235 sivîl hatin kuştin
11:04 Komîteya Kampanya 'Em hemû Rojava ne' dê alîkariyê bişînin Rojava
10:31 Lemkow: Zextên li ser Kurdan dişibe zextên li ser Katalanan
10:30 Temellî: Divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe
09:57 Polîsan derdora avahiya HDP’ê dorpêç kirin: Ketin û derketin girtin
09:50 Prz. Kuzu: Girtina hevşaredaran polîtîkaya boyaxkirinê ya qeyûm e
09:48 Malbata Sîncar ê di teqîna Nisêbînê de mir: Em ji mirinan re bêjin êdî bes e
09:04 Turk: Guherandina demografiyê wê agirbestê bêwate bike
09:03 Derhênerê fîlmê 'Gorulmuştur': Tirkiye bûye girtîgeh
09:03 Ji walîtî û qeymeqamtiya navçeyê ji bo 'xisara' çê bûye 100 hezar TL hat xwestin
09:01 Nûnerên sendîkayan: Bi şer ser krîza aborî tê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2019'AN
19/10/2019
22:28 Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bila korîdora insanî bê vekirin
17:18 Heyva Sor a Kurd: Tirkiye mudaxaleya birîndaran asteng dike
17:17 Xwestin girtiyê astengdar were berdan
17:16 Xwendekaran êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
16:41 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
16:13 Gelê Reqa bang li NY'ê kir: Birindarên Serêkaniyê rizgar bikin
15:58 Mudaxileyî daxuyaniya HDP’ê ya Enqerê kirin
15:50 ‘Li şûna şer bila aştî pêk were’
15:46 'AKP li şûna Kurdan dixwaze bibe cîranê DAIŞ'ê'
15:35 Rojnameger Ozlem Oral binçav kirin
15:23 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Gulîstan Abdo bê berdan
15:22 Xizmên windayan: Vîna gel hat desteserkirin
15:15 Li gorî rapora muayeneyê Hevrîn Xelef bi îşkenceyê hatiye kuştin
15:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê pirsgirêk bi diplomasiyê çareser bibin
15:04 Îtîraza Mizrakli hat redkirin
14:40 Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Rayedarên rûs bi Esad re hevdîtin pêk anîn
14:36 Alpay: Divê li dijî stratejiya şer, stratejiya aştiyê bê pêşxistin
14:31 Ji Serêkaniyê ‘dengê çekan’ qet kêm nabû
14:22 Berê xwe da dorpêçê û got: 24 sal in gotinên min neqediyane
14:19 Dema qeyûmên Wan û Merdînê hat dirêjkirin
13:57 Bi deh hezaran li Kolnê ji bo Rojava dimeşin
13:40 'Divê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin'
13:33 Çaksu: Tirkiye amadekariya êrîşeke mezin dike
13:32 Zarokê 15 salî di nava 3 mehan de 3 caran hat binçavkirin
12:51 'Divê zagona înfazê bê guhertin û ATK tenê ne erkdar be'
12:19 Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li şoreşa Rojava xwedî derkevin
12:06 Sewqiyeta wesayîtên zirxî ya li ser sînor dewam dike
11:33 Polîsan bi ser mala Botan, Demîrbaş û Baysal de girtin
10:40 Bulbul: Heta bi temamî dagirkerî neyê qedandin çareserî pêk nayê
10:19 7 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:18 Wezaretê ji bo parastina 'qeyûm' hiqûqê tehrîf kir
10:18 Dr. Cengîz Guneş: Tirkiye sûcê şer dike
10:09 Bi newayên Mezopotamya û Anatoliyê derketin ser dikê
10:07 Nisêbîniyan: Em şer jî û qeyûm jî naxwazin
09:19 QSD'ê nasnameya kujerê Hevrîn Xelef aşkera kir