Li Sûriyê her kesî rola xwe leyîst: Di dorê de pêngava kurdan heye

  • rojane
  • 11:51 23 Cotmeh 2019
  • |
img

GIRÊ SPÎ – Amerîka û Rûsya di bin navê parastina axa Sûriyê de parçe kirin. Tirkiye bi dijberiya kurdan bi rejîmê re bazariyê dike. Almanya û welatên Ewropa rola xwe winda kirin û xwestin di maseyê de cih bigirin. Îran niha di pozîsyona “bisekine û bibîne” de ye. Her kes dixwaze berjwendiyên xwe biparêze. Niha li Sûriya hatiye parçekirin dora pêngavê a kurdan e. 

 
Êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 roj li pey xwe hiştin. Tirkiye û komên xwe yên paramîlîter ên di bin navê “Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO)” li gel “agirbestê” jî êrîşî kozikên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û qadên jiyanê kirine armanca xwe. Li ser herêmê balafirên keşfe yên Tirkiyê her kêlî difirin. QSD jî di çarçoveya parastina rewa de xwe diparêze. 
 
TALAN Û DIZIYÊ DEST PÊ KIR 
 
QSD piştî agirbestê ragihand ku ew ji Serêkaniyê û  Girê Spî vekişiyane. Tirkiye piştî Amerîka bi Rûsyayê re rûnişt û li hev kirin û peyamenek ragihandin. Êrîşa Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû hevsendgî, polîtÎka û tifaqan guhert. Nih li Serêkaniyê û Girê Spî hêzên paramîlîter ên selefî hene û her cûre pêkanînên mîna yên DAIŞ’ê pêk tînin. Van komên selefî bi awayên xwe yên pêkanîna komkujiyê, tecawiz, talan, revandina însanan, îşkence û guhertina demografiye tên nasîn her cihê ku diçinê heman tiştî pêk tînin. Li Girê Spî sepana DAIŞ’ê anîn û bi darê zorê hîzaran (çarşef) li jinan dikin. Li Serêkaniyê jî dest bi revandina sivîlan kirine. Li her du bajaran jî dest talankirina malên kurdan kirine û kelûpelên kurdan tên dizîkirin. 
 
HATINA REJÎMÊ 
 
Bi vekişîna hêzên koalîsyona navdewletî yên ji herêmê êrîş dest pê kirin. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi van êrîşan re derketin astek din. Piştî 9 salan rejîma Sûriyê li rojhilatê Çemê Firatê hat bicihkirin. Bi navbeynkariya Rûsyayê re QSD û rejîma Sûriyê li hev kirin. Hêzên rejîmê li hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bicihkirin. Tirkiye dixwest Girê Spî û derdora wê bixwe bin kontrola xwe. Lê hêzên rejîmê bicih bûn û li ser rêya navnetewî M4 jî hat bicihkirin. Li hin cihan komên paramîlîter ên Tirkiyê êrîş dibe ser hêzên rejîmê. Rejîm ji bersivdayînê direve. 
 
LI SER SÛRIYÊ LI HEV DIKIN GELO? 
 
Piştî Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir Amerîka û Tirkiye rêkeftinek pêkanîn. Di serdema van êrîşan de Rûsya jî tev lî pêvajoyê bû. Vê rewşê “Lihevkirina parvekirina Sûriyê” bi xwe re anî û girtin dest. Piştî demek kin hêzên Rûsya li hin deverên herêmê bicih bûn û bi taybetî jî hêzên Rûsya ketin cihê hêzên koalîsyona navdewletî ku vala kirin. Lezbûna Rûsyayê piştî peymana li gel DYA’yê pêk hat. Mijarek din a girîng jî ya li hev kirina Amerîka û Rûsya ew e ku Îranê ji bo demek dirêj ji herêmê derxin û ev yek tê nirxandin. Parvekirin û polîtîkaya bêbandorkirinê xwe piştî gotinên “Min herêma petrolê mîsoger kir” ên Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe bi awayek şênber raxist ber çavan. 
 
RÛSYA DIXWAZE XWE BI BANDOR BIKE 
 
Rûsya li ser hevsengiyên nû li qadê xwe bi bandor dike. Rûsya hem bi Tirkiyê re û hem jî bi rêveberiya xweser re di nav peywendiyên cuda de ye. Herî dawî duh li Soçiyê Rûsya û Tirkiye li hev kirin û vê li hevkirinê jî da nîşandan ku tê xwestin axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parçekirin. Her çiqas navê parastina tevahiya axa Sûriyê lê were kirin jî tê gotin ku destûra mayîna Tirkiyê ya li Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dayîn. Tê dîtin ku Amerîka jî îtîrazî vê rewşê nake. 
 
ELMANYA DIXWAZE ÇI BIKE?
 
Di serê hin hêzên aciziya xwe li dijî êrîşên Tirkiyê anî ziman jî Elmanya tê. Dij derketina êrîşan a Elmanya, Fransa û Îngîlîstanê hişê mirovan li nava hev xist. Elmanya ku niha li dijî Tirkiyê derket, di serê şerê li Sûriyê de destek dida “Artêşa Azad a Sûriyê (OSO)” ku Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Qatarê wan finanse dikir. Bi pêşengiya kurdan komên mîna OSO, DAIŞ û yên din rastî têkçûnê hatin. Elmanya ji wê rojê ve li dijî şoreşa Rojava derket. Di nava 8 salên şerê li Sûriyê de hemû hêzên Ewropa di asta dewletê de têkilî danîn lê Elmanya ji vê rewşê reviya. Niha jî ji bo parastina herêmê gotinan dike lê tê xwestin Elmanya û hêzên din ên Ewropa di vê pêvajoyê de derveyî lîstikê bê hiştin. Dewletên Ewropa dixwazin bi van gotinên xwe yên nû li ser maseyê rûnên û destekftiyan bi dest bixin. 
 
DEST JI ÎRANÊ HAT BERDAN GELO? 
 
Ji bo geşedanên herî dawî yên li ser herêmê heta niha Îranê helwesta xwe nedaye nîşandan. Îran her çiqas li dijî plana Tirkiyê û Amerîka aciziya xwe nîşan bide jî lê Rûsya ji ber li qadê têkiliyan sar dike hêzên xwe yên li derdora Dêra Zorê kêm dike. 
 
QSD PLANAN XERA DIKE 
 
Bi geşedanên herî dawî yên li Sûriyê tê xwestin û plankirin ku di van bazariyên nû de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta tunekirinê bixin meriyetê. Li dijî vê yekê rêveberiya xweser û QSD berxwedanek dîrokî dan nîşandan û plan û bazariyan xera dikin. Di vê hevsengiyên nû û tifaqên pêk tên de QSD dixwaze li dijî rewşa polîtîk û siyasetê bibe bersiv û di destê wan de fersendên mezin hene. QSD û rêveberiya xweser bi sazûmankarên lîstikê re têkiliyê xwe dewam dike. Li qada ku hemû kart ji nûve hatin şikestin tekane hêza ku destê wê xurte QSD ye û QSD xwe ji bo pêngavên nû amade dike. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

23/10/2019
14:38 Li Sakaryayê 2 kes hatin girtin
14:06 Rûsya: Me bi kurdan re diyalog danî
13:50 Siyasetmedarên kurd li Amedê banga yekîtiyê kirin
13:35 Li Qamişloyê teqîn!
13:31 Malên Gel: Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be
13:30 Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Balkaya hat binçavkirin
13:20 Eren Keskîn ku polisan bi ser mala wê de girtin îfade da
13:18 Li Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin
12:54 Polîsan Hevserokên HDP'ê yê Navçeya Hekîmhan a Meletiyê binçav kirin
12:32 Esker bi maşîneyên sivîl li çoltara Licê derketin operasyonê
12:22 Polîsan rojnameger Emre Orman binçav kirin
11:51 Li Sûriyê her kesî rola xwe leyîst: Di dorê de pêngava kurdan heye
11:44 Îtîrafkar 11 roj beriya hilbijartinê li ser Mizrakli îfade da
11:28 Ji Peskov daxuyaniya piştî Soçiyê: Heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên tirkan
10:51 10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd dest pê dike
10:33 Ji ber 'retweetê' lêpirsin li Hevşaredarê Cizîrê vekirin
10:29 Kaplan: Ji bo krasê hiqûqê li qeyûm bikin hevşaredar girtin
09:58 Ji ber tezkereyê îstîfa kir: Rêya îktîdarbûnê di nav kurdan de derbas dibe
09:43 Rêxistina Mafên Mirovan: Zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên êrîşên Tirkiyeyê
09:20 Ji ber daxuyaniya li dijî qeyûman derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:20 Îzmîrî: Divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin
09:18 Dr. Karakoç: Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
09:17 'Divê pêşî jin li dijî şer derkevin'
09:16 Parêzer Akkoyûn: Polîs û dozgeriyê delîl afirandin
09:15 Surucu: Kes nikare ji bo hebûna kurdan xwe li nedîtinê deyne
09:14 'Ji ber lêgerîna polîsan gel naxwaze biçe şaredariyê'
09:13 Temel: Êdî dema lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd e
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2019'AN
22/10/2019
23:59 Polîsan avêt ser mala Eren Keskîn
21:54 Hevserokê HDP'a Şemrexê Urun hat berdan
20:04 Ayaz ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin: Em vê biryarê şermezar dikin
17:29 Gelê Dirbêsiyê bi girseyî cenaze oxir kirin
17:22 Dadgehê dosyaya mêrê ku hevjîna xwe ya welidî birîndar kir qebûl nekir
16:55 Hevşaredarê Amedê Mizrakli hat girtin
16:44 Qeyûmê Karazê rojek beriya bê tayînkirin dest bi kar kiriye
16:15 Danîşek Yuksekdag hat taloqkirin
15:51 Seroka HDP’a Sakaryayê hat binçavkirin
15:40 Şêniyên Mensûra xwestin komkujî bi dawî bibe
15:24 4 rêveberên HDP’ê li Kuşadasi hatin binçavkirin
15:14 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Di roja 5'emîn a agirestê de Zirgan bombe kirin: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn
14:40 Dayikên Aştiyê banga ‘yekîtiya netewî’ li Barzanî kirin
14:23 Temellî: 850 endamên DAIŞ'ê winda ne
14:15 2 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê girtin
14:07 Bi meşê tayînkirina qeyûm şermezar kirin
14:06 Erdogan û Pûtîn hatin gel hev
13:50 Li Dêrikê 3 cenaze rakirin morga Mêrdînê
13:45 Esad li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev
13:43 ‘Em ê dest ji jiyan û mafê xwe bernedin’
13:34 Bang li hikumetê kirin: Hilbijêran berdin erka wan paşve bidin wan
13:33 Ji Kremlînê beriya Soçiyê daxuyanî: Tenê Şam dikare destûr bide ku Tirkiye li Sûriyeyê bimîne
13:32 Qeymeqamiya Dêrikê ‘Festîvala Zeytûnan’ qedexe kir
13:18 Polîsan pirsên balkêş ji Hevşaredar Kezîban pirsîn
13:10 Akademîsyenê Aştiyê Gul Koksal beraet kir
13:01 Li Tetwanê serdegirtina malan
12:56 Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Osman Akin birîn
12:40 Paylan afîşên ‘Yahudî û Xirîstiyanan nekin dostên xwe’ bir Meclîsê
12:36 Dijberên şer: Tirkye dixwaze bêhnê bide DAIŞ'ê
12:24 Doza darizandina 46 rojnamegeran hat taloqkirin
12:12 Li Osmaniyê 2 HDP’yî hatin binçavkirin
12:03 Mizrakli derxistin edliyê
12:02 'Polîs xwest min bikujin'
11:40 Hevserokê HDP’ê yê Şemrexê binçav kirin
11:39 Îdîaya DAIŞ`î vegeriyan Girê Spî û depoya genim talan kirin
11:32 Hevşaredarên Erdîşê sewqî dozger kirin
11:27 Amadekariya qeyûman bi namzetiya hevşaredaran re dest pê kiriye!
11:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê bi kuçikan re lêgerînê dikin
11:16 Bêyî tebligatê şaredarî dorpêç kirin
10:59 Senator Hallen: Emê ji kongreyê bixwazin ku bikeve nava tevgerê
10:50 Endamên ‘MSO’ sewqî sînorê Qamişlo tên kirin
10:40 CHP'ê serokê xwe yê ku tezkereyê rexne kir ji peywirê girt
10:29 Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn pêk hat: 5 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn
10:28 Dîcle: Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama komploya navdewletî ye
10:19 ‘Dozger çima ji bo gotinên Trump lêpirsînê nadin destpêkirin?’
10:14 Derket holê ku 'karkerên êzingan' leşker û cerdevan in!
10:02 Rojnamegeran: Rastiya şer mirovan dikuje
09:11 Sarica: Ocalan xwest pêşî li ber tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin bigire
09:10 Heqê wergerê ji girtî xwestin: Bi tirkî binivîsîne pir binivîsîne!
09:10 Piştî dest danîn ser mêrga wan, nikarin heywanên xwe biçêrînin
09:09 Qeyûm di 3 salan de li Nisêbînê çi kir?
09:08 Li Girtîgeha Osmaniyeyê binpêkirina mafan
09:08 Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê hewl dide bibe komele
09:07 Li Wanê nîviyê komirvanan dikanên xwe girtine
09:07 Dr. Yoruk: DYA, dixwaze ji Rûsyayê re artêşa tirk û cîhadîst bihêle
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2019'AN
08:06 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP'ê kirin
21/10/2019
17:52 Tirkiyê êrîşi gundê Zirganê kir
16:32 Hevşaredarê Peyasê: Lêgerîna li avahiya şaredariyê li dijî hiqûqê ye
16:32 3 zarokên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:26 Hevseroka KCD’ê Guven: Ji mere yekitî ji pêwîst e
16:17 QSD: Li gel agirbestê êrîşên Tirkiyeyê didomin
15:49 Kişanak: Li girtîgehê pirtûk qedexe kirin
15:49 HDP: Li dijî darbeya siyasî berxwedan wê berdewam bike
15:47 Ji hevpara hikûmeta Almanyayê ji bo Ewropayê: Em Bakurê Sûriyeyê biparêzin
15:16 Li Rihayê qedexe mehek hat dirêjkirin
15:16 Olûç bang li müxalefetê kir: Niha ne dema bêdengiyê ye
15:15 Başkaya: Êdî Kurd aktor in tu tişt ne wekî berê ye
15:04 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 495 maf hatin binpêkirin
14:41 Hevşaredarên Nisêbînê sewqî Xarpêtê kirin
14:25 Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin