ENQERE - Karkerên endamên Yekgirtina Metal-Îş ên xwestin ji Eskîşehîrê heya Enqerê bimeşin, rastî mudaxileya polîsan hatin û 29 karker hatin binçavkirin.
Karkerên endamên Yekgirtina Metal Îş ên di kargehên Entîl Endustrî, Hapalkî Dokum û Tarkon Makîne de di xebitin ev 4 mehin meaşê wan nayê dayîn. Karkerên li ber ESPAR kon vedan û dest bi grevê kirin, xwestin heya Enqerê bimeşin.
Karkeran di saetên serê sibê de, bi tevlîbûna Serokê Giştî yê Yekgirtina Metal-Îş Adnan Serdaroglu daxuyanî dan çapemeniyê û dûre xwestin ber bi Enqerê ve bikevin rê. Karkerên ku dest bi meşê kirin rastî mudaxileya polîsan hatin. Serdaroglu û 3 karên din ji ber gaza îsotê bi bandor bûn rakirin nexweşxanê. Polîsan di mudaxileyê de 29 karker binçav kirin.
Li aliyê din, Serdaroglû ragihand ku ew ê saet 13.00’an daxuyanî bide çapemeniyê.