STENBOL - Polîsan nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Net'ê Emre Orman, li Ataşehirê bi hinceta parvekirina li ser medya civakî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê. Orman piştî sewqî dadgehê kirin hat girtin.
Polîsan di 23'ê Cotmehê de Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Netê Emre Orman, li Ataşehirê bi hinceta parvekirina li ser medya civakî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê. Pişti lepirsinê, Orman sewqi edliyê kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya Orman guhdar kir, biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.