ENQERE - Piştî Trûmp, biryara vekişandinê dabû, hunermendê avûstralyayî Les Thomas bi navê "Îxaneta Mezin" stranek çê kiribû. Thomas, got: "Heger li cîhanê kesên din xwe ji pêşdaraziyan daweşînin û bikaribin bibînin, wê gelek tiştan ji Rojavayê hîn bibin."
Hunermendê avûsturalyayî Les Thomas, li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê “Great Betrayal/ Îxaneta Mezin" stranek çê kir. Piştî bi hezaran kes stran parve kir, ji bo "Meşa Mezin a Rojavayê" gazî Thomas jî kirin.
Thomas, ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.
‘GELEK TIŞT HENE KU CÎHAN JI ROJAVAYÊ HÎN BIBE'
Thomas, anî ziman ku baş haya wî jê heye ku kurd li ser axa xwe bi zilmeke çawa re rû bi rû dimînin û ew ê tim û tim piştevaniya kurdan bike. Thomas, da zanîn ku gelek penaberên kurd hatine Avûstralyayê û got: "Ji xwe xebatên min jî piranî li ser mafên penabera ye. Di şerê Sûriyeyê de, Rojava wekî meşaleyeke hêviyê dibirîqîne. Tenê ne ji ber ku DAIŞ têkşikandin, di heman demê de di warê afirandina demokrasiyeke ku femînîzmê û ekolojiyê di xwe de dihebîne jî bûye ronahiya hêviyê. Heger li cîhanê kesên din xwe ji pêşdaraziyan daweşînin û bikaribin bibînin, wê gelek tiştan ji Rojavayê hîn bibin."
Thomas, destnîşan kir ku gava biryara Serokê DYA'yê Trûmp a ji bo vekişandinê bihîstiye, stran nivîsandiye û got: "Biryarek girtin. Biryareke ku mutefîkê xwe kurdan ku di şerê li hemberî DAIŞ'ê de mutefîkê herî hêzdar û mutefîkê ku herî zêde windahiyên wê çê bûne, bidin ber tirkên ku ji DAIŞ'ê xirabtir in. Wê şevê min gotinên stranê nivîsandin û min li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin. Bi rastî jî gelek eksan parve kir. Bi milyonan mirov parve kirin. Li ser vê Navenda Kurd a Melboûrne, ji bo meşa 12'ê Cotmehê meşa Rojavayê gazî min kir. Piştî vê gazîkirinê min biryar girt ku stranê tomar bikim. Min û Ruth Hazleton û Lachlan Dorse bi hev re stran tomar kir. Berteka kurdan a ji bo stranê tesîreke mezin li min girt."
‘BERXWEDAN JIYAN E'
Thomas, destnîşan kir ku civaka kurd di pêvajoyeke xirab de derbas dibe û got: "Bi qasî min xwendiye, civaka kurd berê jî di zemanên xirab re derbas bûye û taliyê bûye gelekî birêxistinbûyî. Ji qewla wan 'Berxwedan jiyan e.'"
Her wiha Thomas destnîşan kir ku divê rêxstinên çepgir hemû piştgiriyê bidin kurdan û got, demildest divê tirk vekişin û bal kişand ser liv û tevgera li qada navneteweyî.
‘ERDOGAN HÊZA XWE BI XiRABÎ BI KAR TÎNE'
Thomas, ji bo Tayyîp Erdogan jî got: "Mirovên rewşenbîr, baş dizanin ku her diçe Tirkiyeya Erdogan ber bi rewşeke dîktatoriyel, otorîter ve diçe. Kurd, li ber çavê cîhanê gelekî qehreman e. Lê radibe kurdan û rojnamevanan dike hedef. Gotinên Erdogan ên ji bo penaberan nîşan dide ku bê hêza xwe çi qasî bi xirabî bi kar tîne. Kesên bîrbir hemû dizanin ku ev tevgera dagirkirinê tenê ji bo xurtkirina polîtîkaya xwe daye destpêkirin."
Herî dawî Thomas, got: "Em destekê didin civaka kurd. Hêvîdar im ku ev liv û tevgera min a di warê muzîkê de bibe sedema piştevanî û destekekê. Mînaka hatiye çêkirin ji bo cîhanê çavkaniya îlhamê ye. Bijî Rojava."
MA / Gozde Çagri Ozkose