ENQERE – Parêzerên OHD’yî diyar kirin ku li Girtîgeha Kayseriyê weşanên domdar nadin girtiyan û muayeneya kelemçekirî li girtiyan ferz dikin.
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê û Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Kayseriyê rapor amade kirin. Parêzeran di raporê de diyar kir ku li dijî girtiyan sepanên kêfî pêk tên û muayenekirina kelemçekirî li girtiyan ferz dikin. Parêzeran di raporê de got weşanên domdar jî nadin girtiyan û hemû mafên wan tên binpêkirin.