MÊRDÎN – Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin bi daxwaza “Rawestandina Birêvebirinê” serî li Dadha Mêrdînê dabÛ. Dadgehê serlêdana Turk red kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezaretê Karê Navxweyî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Turk têkildarî tayînkirina qeyûm bi daxwaza “Rawestandina Birêvebirinê” serî li 2’yemîn Dadgeha Îdare ya Mêrdînê dabû. Dadgehê serlêdana Turk nirxand û red kir.
Hefteya bihûrî wezaretê parastina vê yekê şandibû. Heyeta dadgehê biryar xwe eşkere kir û serlêdana Turk bi piraniya dengan red kir.