NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Almanyayê daxuyand ku fînansorê SETA'yê ku rêxistinên sivîl û muxalîfên desthilatê hedef nîşan dide, malbata zavayê Erdogan Berat Albayrak e.
Hikûmeta Federal Almanyayê, li ser pirsa Parlamentera Partiya Çepgir Ûlla Jelpke ya têkildarî Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) ku rêxistinên sivîl û muxalîfên desthilatê hedef nîşan dide, ragihand ku fînansorê SETA'yê malbata Albayrak e. Hikûmetê, di bersiva xwe destnîşan kir ku navenda SETA'yê li Enqereyê ye, li Stenbol, Bruksel, Washîngton, Kahîre û ji sala 2017'an ve jî li Berlînê yaxên wê hene û ne saziyeke cemariyê ye û piranî ji aliyê malbata zavayê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Berat Albayrak ve tê fînansekirin û nêzî hikûmetê ye.
Herî dawî beriya çend mehan SETA'yê raporek amade kiribû û têde weşanên DW Tirkî, BBC Tirkî, Dengê Amerikayê, Sputnîk, Euronews Tirkiye, Independent Tirkî û Radyoya Navneteweyî ya Çînê yên li Tirkiyeyê hedef nîşan dabû û bi weşangeriya yek alî sûcdar kiribû. Her wiha nûçegîhanê ku bi van saziyên çapameniyê re dixebitîn bi sîxuriyê sûcdar kiribû û hedef nîşan dabû. Ji ber vê yekê SETA gelek hatibû rexnekirin û ev rapora wê weke xebateke sîxûriyeyê hatibû nirxandin.