ENQERE - Wezareta Karên Hundir, diyar kir ku ji bo şandinê, kirariyên DAŞ'iyê welatiyê Amerîkayê ku di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de mabû, dest pê kirine.
Piştî daxuyaniya "Em ê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan" Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, DAIŞ'iyê welatiyê Amerîkayê ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin. Ji ber neqebûlkirina Yewnanistanê ev DAIŞ'î di navbera Yewnenistan û Tirkiyeyê de mabû. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji bo şandina Amerîkayê, kirariyên DAŞ'iyê ku di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de mabû, dest pê kirine. Wezaretê destnîşan kir ku Amerîkayê welatiyê xwe qebûl kiriye.