MÊRDÎN / RIHA - Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydın, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk di serdertina malan de hatin binçavkirin. Avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Polîsan vê sibê li navçeyên Mêrdînê û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser malên hevşaredarên HDP'î de girt. Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydın, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk di serdertina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hevşaredar bi hênceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatine binçavkirin. Hevşaredarên navçeyên Mêrdînê birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hevşaredara Pirsûsê Çevîk jî birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
Piştî binçavkirina hevşaredaran, avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
4 XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ JÎ BINÇAV KIRIN
Li gel hevşaredaran hat zanîn ku xebatkarên Şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçecî, Hediye Guneş, Burhan Temel û Feyzullah Erol jî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan a li Mêrdînê zêde bibe.