Ciwanên HDP'î: Gef li me xwarin û em îşkence kirin

  • rojane
  • 13:21 16 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê yên ku di çarçoveya lêpirsînekê de hatibûn binçavkirin û duh hatibûn berdan, serboriyên xwe yên di bin çavan de vegotin. Ciwanan got ku gef li wan hatine xwarin û hatine derpkirin û îşkencekirin. 

Ji 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku di 8'ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Stenbol de hatibûn binçavkirin, 10 jê duh piştî ku derketibûn dadgehê hatibûn girtin. Ciwanên ku piştî binçavkirina 8 rojan duh hatin berdan serboriyên xwe yên di bin çavan de vegotin. 
 
'LI NEXWEŞXANEYÊ DESTÊ ME BI PAŞ VE KELEMÇEKIRIN'
 
Merve Oztep diyar kir ku bêyî ku binasiyekî ji wan re nîşandan hatine binçavkirin û wiha got: "Ji ber ku me li emniyetê lêgerîna tazî qebûl nekir, gef li me xwarin û me derb kirin. Ev yek heta demekê domiya. Di roja duyemîn de dema ku me birin nexweşxaneyê xwestin ku destê me bi paş ve kelemçe bikin. Me vê yekê qebûl nekir. Ji bo vê yekê jî me derb kirin û me li erdê dirêj kirin û destê me bi paş ve kelemçe kirin. Ev pêkanîn heta 8 rojan domiyan." 
 
Oztep destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe li dijî tundiyan bidomînin û ev tişt anî ziman: "Bêyî ku hinceteke şênber bê nîşandan hevalên me girtin. Em dizanên ku hevalên me dê heta çend mehan bên berdan. Berê jî bi heman rengî 8 hevalên me hatibûn girtin. Piştî hefteyekê hatibûn berdan. Em bawer dikin ku dê van hevalên me jî bên berdan."
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Ji ciwanan Ercan Ozdaş diyar kir ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û wiha got: "Ji bo berdewamkirina îşkenceyê, dema binçavckirina me 4 rojan dirêj kirin. Gelek îşkence li me kirin. Dema me birin nexweşxaneyê timik me derb kirin. Lêgerînên li dijî mirovahiyê li me ferz kirin. Me jî bertek nîşanî vê yekê da. Bi lêdaneke zêde bersiv dan me. Destûr nedidan ku em bi hevalên xwe re jî biaxivin. Dema îşkencekirinê kesekî 70-80 kîla xwe davête ser hevalê me yê Metîn. Bi awayekî dilsotîner ew derb dikirin. Ji ber ku hevalê Metîn di bin wî polisî de dima hin caran nikaribû bêhn bigire."
 
'TIŞTEKÎ WÎ TUNEYE BIBIN!'
 
Di berdewamê de Ozdeş da zanîn ku li gel derbkirina wan jî bijîjkan rapora derbkirinê nedane wan û ev tişt got: "Bijîjk destûr nedida ku em biaxivin û derdê xwe bivêjin. Digot, 'tiştekî wî tuneye bibin'. Ji ber ku me nexwest me bi kelemçeyê bibin nexweşxaneyê îşkence bi me kirin. Gefa ku em careke din neçin HDP'ê li me xwarin û gotin ku heke me careke din biçin HDP'ê dê me bigirin."
 
'JI BER ÎŞKENCEYÊ LAŞÊ MIN MOR BÛYE'
 
Ciwan Îkram Dogan jî destnîşan kir ku bi binçavkirinê re polisan wî derb kiriye û ev tişt anî ziman: "Timik îşkence li me kirin. Ji ber îşkenceyê morbûn di laşê min de peyda bû û li tevahiya laşê min belav bû. Min vê yekê ji bijîjk re vegot lê bijîjk got ku ew li vê rewşê nanêrin û tenê raporên derbkirinê dinêrin. Min aresteyî tu derî nekirin û careke din birin. Xebatên me terorîze dikin. Hincetên pêşkêş dikirin pêkenok bûn. Xwestin me biqutifînin. Lê me bêzar nebin û nequtifin. Girtin û îşkence nikarin me bêzar bikin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/11/2019
13:29 Olûç: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin
13:19 Di dewriya Tirkiye û Rûsyayê de jinek birîndar bû
12:47 Gelê Kobanê vê carê bi molotofan bersîv da dewriya eskerên Tirk û Rûs
12:47 Koma Ehrar Şarqiye li Efrînê jinek kuştin
12:14 Kurdan di lîsteya 'Kesê Salê' ya Kovara TIME'ê de cih girt
11:30 Çalakiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin
Zanîngeh, dibistan û banka hatin girtin
11:15 Hemdan El-Ebid: Me hevkariya DAIŞ û Tirkiyê bi belgeyan îspat kir
11:12 Surucu: Bi qeyûman êrîşî pergala hevserokatiyê dikin
11:08 Ji Geliyê Dîcleyê rengên jiyanê
10:42 Ji bo parastina xwezayê şitil çandin
10:17 Îdîanameya ku kirin sedema tayînkirina qeyûm red kirin
09:32 Li Nisêbînê 25 kes hatin kuştin: Îfadeya rayedarekê jî nehat girtin
09:01 Girtiyên Girtîgeha Osmaniye ji 12'ê mijdarê de di grevê de ne
09:01 Xwendekara der barê wê de lêpirsîn vekirin di 4 saetan de ji leyliyê dûr xistin
09:01 Bond: Li dijî krîza avhewayê pêwistî bi çalakiyên radikal heye
09:01 Alagaş a hêjayî xelata Maria Grazia Cutuli hat dîtin: Serkeftina jinên kurd ên rojnameger e
09:01 'Ji ber me maşîna plaka wê 21 slav kir em rastî êrîşê hatin'
09:01 AYM, serlêdana Atabay a 'Mafê jiyanê hatiye îhlalkirin' red kir
09:01 Li Lûbnan, Iraq û Îranê gel çi dixwazin?
09:01 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ji xeynî yekîtiyê pêdiviya Kurdan ji tiştekî din tune
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2019'AN
17/11/2019
20:33 Gabriyel: Lihevkirin li ser Til Temirê tune: Êriş berdewam in
20:27 Şewata daristanê ya piştî operasyona eskerî 3 rojin didome
20:18 Dozger binçavkirina 57 HDP’iyan 4 rojên din dirêj kir
18:27 Mamosteyê dawî li jiyana xwe anî li Dersîmê defin kirin
16:42 Temellî: Ev îktîdar îktîdara zilm û şer e
15:50 Bûldan: Qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye
15:41 Zêdeyî 3 hezar Karkerên Sûriyeyî li dervê qeydan kar dikin
Temenê zaroken karker daket 6 salî
15:17 Çalakiyên gel ên li dijî rejima Îranê didomin
15:02 Rêveberiya Xweser: Bi lez bila dewleta Tirk ji axa me derkeve
14:47 Jinan 'Daristana Jiyanê ya Jinan' danîn
Ji bo 390 jinên hatin kuştin 390 dar çandin
14:19 Endezyarê di bin înşaeta mizgeftê de ma û mir defin kirin
13:57 5 rojnameger hefteyekê neheq di bin çavan de man
Dozger hewce bi lêpirsînê nedît
12:36 Ciwanên HDP'ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina ciwanan dan
11:51 Li vê malbatê hemû betal in: Debar nabe
10:50 Belgeyek din a têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê nîşan dide derket holê
09:38 Kalê 80 salî 23 salin girtî ye
09:12 Di 13 rojên mijdarê de 19 kesan ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anîn
09:11 Pirtûka 'Ji Bo Zarokan Cografya'
09:10 'Xebatkarên AVM'yan bi berxwedana li AVM'yan tozika mirî ya li ser xwe avêtin'
09:07 Karataş: Dixwazin Tirkiyeyê bikin çopgeha nukleerê
09:05 Komeleya Lêkolînên Kurdî: Divê ji bo yekîtiya neteweyî gavine berbiçav bên avêtin
09:03 Colemêrgî: Tev de hereket bikin, bibin yek
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2019'AN
16/11/2019
21:09 Ebdî: Belgeyen ku DAIŞ di êrîşan de tên bikaranîn hene
19:14 Xwepêşenderan wesayîtên polîsan şewitandin
19:04 Xwestin Hevşaredara Pirsûsê 2 rojên din di bin çavan de be
18:39 Rêxisitnên elewiyan: Em dibêjin êdî bes e
18:13 Jiyan û têkoşîna Memed Uzun vegotin
17:10 Hiso: Hêzên cîhanê li dijî êrîşan bêdeng in
16:40 Li Heskîfê mexdûrên xaniyan hatin binçavkirin
16:40 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:39 Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin girtina Demîr û Aydin şermezar kir
16:29 Ocalan: Midurê Emniyetê ji bo pesnê wî bê dayîn hiqûqê binpê dike
16:28 Jinên şirnexî ji bo 25'ê Mijdarê hatin gel hev
15:59 Koçyîgît: AKP penaberan wek keysê bikar tîne
15:58 Midura Nûçeyan a Jin News'ê Alagaş li Îtalyayê hêjayî xelatê hat dîtin
15:41 Xizmên windayan: Tevî JÎTEM li xwe mikur hat jî dewlet vedişêre
15:35 HDP: Daraza ku îktidarê ava kiriye dê di çirava wê de bixeniqin
15:30 Li Pendîkê êrîşa çekdarî: 3 kes mir û kesek jî birîndar bû
15:00 Hevjîna Hayrullahoglu yê hat qetlkirin: 37 sal derbas bûn lê hêrsa min neqediyaye
14:51 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk: Me tiştekî derveyî qanûnan nekiriye
14:50 Li Pirsûsê mudaxileyî şermezarkirina qeyûm
14:21 Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bû çêkir
14:11 Li Babê teqîn: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
13:21 Ciwanên HDP'î: Gef li me xwarin û em îşkence kirin
13:09 Îran wê mamosteya kurdî Zehra Mohammadî darve bike
12:47 Endezyarê di bin îskeleyê da ma jiyana xwe ji dest da
12:21 Qeyûm kurdî kir tirkî!
12:06 Ji ber deynan dawî li jiyana xwe anî
12:04 Bi salane dengê Ahmet Kaya li wê kuçeyê olan dide
11:37 MKGP: Rûken Demîr û Melîke Aydin pêwistiya pîşesaziya xwe kirine
11:35 Hevşaredarê Dêrikê: Em qeyûmên wan nas nakin
11:02 'Ji ber bêkariyê em nikarin xeyala siberojê jî bikin’
10:54 Akademîsyen Altiparmak bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
10:51 Ji bo ‘Zirarên Peyvirê' dê 99,5 milyar tl ji butçeyê xerç bikin
10:37 ‘Ji bo her kesî xizmeta tenduristiya wekhev û bi qalîte lazim e’
10:36 Navenda Jinê ya Amîda ku qeyûm girtibû dîsa vedibe
10:15 Berdevkê Meclisa Ciwanên HDP'ê: Armanc dikin rêxistinbûna ciwaanan belav bikin
09:29 Pirtûka bijîşkiya gelêrî ya kurdî 'Tibba Melayê Ervasî' kengî hatiye nivîsandin?
09:28 Hevşaredarê Êlihê Demîr: Walîtî biryarên meclîsa şaredariyê red dike
09:27 Karker: Em ancax bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî dikarin ji krîzê derkevin
09:27 Adîl Okay: Divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan
09:26 Muftuoglû: Îktîdar kesên birçîbûnê qebûl nakin dike 'terorîst'
09:25 Ji dêvla polîsan ceza li kesên hatin derbkirin birîn
09:25 Nerazîbûna hezexiyan a ji bo qeyûman: Ne bi hilbijartinê, bi darê zorê distînin
09:13 Wê HDP rapora derbarê qeyûman de bi raya giştî re parve bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2019'AN
08:39 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin
08:24 Rojnameger Demîr û Aydin hatin girtin
15/11/2019
22:00 10 ciwanên HDP'î hatin girtin
20:41 10 kes hatin binçavkirin
19:35 Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anîn
16:57 Bi kepçeya Şaredariya Kanîreşê li xezîneyên geriyan
16:56 Derket holê ku deynê malbata ku li malê mirî hatin dîtin pir zêde ye
16:41 Serokê Baroya Stenbolê: Pakêtên darazê hêvî nadin
16:35 TJA'yê li Stenbolê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan
16:29 ‘Plana Islahatê ya Şerqê bi destê qeyûman didome’
16:21 Li avahiya Şaredariya Pirsûsê ‘lêgerîn’ bi dawî bû
16:15 Nûçegihanê me Omer Akin hat berdan