Rêveberiya Xweser: Bi lez bila dewleta Tirk ji axa me derkeve

  • rojane
  • 15:02 17 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Sûriyeyê helwestê nîşan bidin.
 
Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Xalid û Ebdilhemîd Mîhbaş têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda rêveberiyê ya li Qamişlo civîna çapemeniyê li dar xistin. Endam û rêveberên Rêveberiya Xweser jî tev li civînê bûn. Daxuyanî bi Kurdî û erebî xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye;
 
Êrîşên qirej û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên faşîst li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku di şerê dijî DAIŞ ê de berdelên herî giran dan, îro bi teşwîq û erêkirina dewleta Amerîka û Rusyayê di bin êrîş û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a Tirkîyê û çeteyên faşist ên bermahîyên DAIŞ û Nusrayê de ne û careke din her roj berdelên giran didin. Gundên wan, bajarên wan û warê wan tên xerakirin û bombekirin. Rojane mafên mirovan tên binpêkirin û sucên şer pêk tên. Qetilkirina siyastmedar Hevrîn xelef, qetilkirina keşeyê Dêra Ermenîyên Katolîk a Qamişlo Hovsep Petoyan û bavê wî, qetilkirina bi sedan jin û zarokan, bi karanîna çekên ku ji aliyê navnetewî ve hatine qedexekirin. Bédeng û helwest diyar nekirina Amerika û Rusyayê, her weha di wexteke guhertina demografik û komkujîyên li ser gelên Rojava û Bakurê Suriyê pêk dihat de serlêdana Sekreterê Giştî yê Netewêyèn Yekbuyî Guterres meşrûiyetê dide dewleta Tirk û hîn zêdetir cesaretê dide faşîstê sedsalê Erdogan. Sicîla dewleta dagirker a Tirk li Efrinê li ber çavane. Bi sed hezaran gelê Kurd hatin koçberkirin û li şuna wan malbatên DAIŞ û Nusrayê yên artêşa sexte ya millî ya Sûriyeyê hatin bicihkirin. Bi sedan jin û zarokên Kurdên Efrînê hatin revandin, talan û dizî bê sînor pêk tê. Lê Neteweyên Yekbuyî û hêzên navnetewî li hemberî komkujî û guhertina demografîk ku li Efrînê li ser gelê Kurd pêk hat hîn jî bê dengin.
 
Niha armanca faşistê sedsalê Erdoğan û dewleta dagirker a Tirkîyê ewe ku çeteyên faşist ên bermahîyên DAİŞ û Nusrayê ku di bin sîwana dewleta Tikiyê de hatine perwerdekirin li Ser axa Rojava û Bakurê Surîyê teybet ji li Serékaniyê û Gré spi bi cih bike. Hemu dinya şahid e, yê ku DAIŞ perwerde kiriye, bi rêxistin kiriye û derfet jê re ava kiriye dewleta dagirker a Tirkiye bi xwe ye. Ebûbekir El Bexdadî 5 km dûrî Tirkiyeyê li herema Idlibê ya di bin çavderîya Tirkiyeyê de hat kuştin, cîgirê wî Hesen El Muhacir li herêma ku Erdogan digot li Sûriyeyê herema herî bi ewle ku di bin dakirkeriya wî de ye li Cerablûsê hat kuştin, xwişka Bexdadî li Ezazê hat girtin, hevjîna Bexdadî hat gotin ku ji alîyê Tirkiyeyê ve sal û nîvek berê hatiyê girtin. Tevî hemû daneyên ku nîşan didin faşîstê sedsalê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyeyê şirîkê DAIŞ û Nusrayê ne, dîsa jî bi çeteyên DAIŞ ê û bi pênaberan rojane Ewropa û Cîhanê tehdît dike. Erdogan li Amerîkayê li ber çavên cîhanê careke din mafê xwe dît ku nexşeya dakirkeriyê nîşanî herkesî bide, daxwaz û biryara xwe ya dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê bîne ziman û daxwaza xwe ya qirkirina gelan eşkere bike. Ev rûreşiyek pir mezin bû ku ne dewleta Sûriyeyê bi xwe, ne jî li ser nirxên mirovahîyê û demokrasîyê yek kesî jî bersiv neda gef û daxwazên faşist Erdogan. Li ser mijara koçberên li Tirkiyeyê polîtîka û stratejîyek pir zana hatiyé meşandin. Dewleta Tirk bi zanabûn derîyê xwe ji koçberan re vekir, ew bi rêxistin kir û li Tirkiyeyê bi cih kirin. Bi vî şêwazê bêpîvan û bêexlaq li ser mirovahiyé û teybet jî li ser Ewropayê wekw gef û şantajekê bi kar tîne. Bangawaziya me ji hemu Cîhanê û mirovahîyé ev e ku li hemberî qirkirina civaka Kurd, Ereb û Xirîstiyan, êrîş û dakirkerîya li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û li dijî guhertina demografiya wê dengê xwe bilind bikin û li hemberî vê zilmê xwedî helwest bin.
 
Pir eşkereye ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê ji hevdîtina Trump û faşist Erdogan hêz girtiye. Erdogan li Washingtonê jî bi rehetî di kare bêje ku ezê milyonek penaber li Reqqa û Dêrazorê bi cih bikim. Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surîyeyê weke milkê xwe û dewleta Sûrîyeyê jî weke eyaletek Osmanî dibine. Li şûna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografiya civaka wê dilîze, li ser gelê Kurd, Ereb û Xirîstiyan komkujî û qirkirinê pêş dixîne, dibêje ku agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne.  Berîya her tiştî ev ne rast e. Tu kes ji komkujî û dagirkirinê ne razî ye. Bi sed hezaran Kurd, Ereb û Xirîstiyan wexta di bin tang, top û balafirên dewleta dagirker a Tirkîyê de tên qirkirin, bi zorê ji gund û bajarên xee tên derxistin ew ê çawa razî bin ku kesên biyanî ku tu mafê wan tune ye were li gun û bajarên wan bê bi cih kirin. Heta ku dakirkerî bi dawî nebe, hêzên faşist û dewleta ú dewleta dagirker a Tirkîyê ji axa me venekişe ne Kurd, ne Ereb, ne Xiristîyan ew ê tu caran ne razî bin û ji agirbestê ew ê ne keyf xweş bin.
 
Niha zêdetir deh hezaran DAIŞ ên herî radîkal di zindanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de girtî ne. Gelê Kurd, Ereb û Xiristîyan bi piştgiriya koalîsyona navnetewî li dijî şerê DAİŞ ê de bi deh hezaran berdel dan. Derveyî erêkirin û îradeya gelê Rojava û Bakuré Sûriyeyê bila tu kes xwe mafdar nebîne ku li ser girtîyên DAIŞ’ê plan û hesaban çêbikin. Eger ev komkujî û dagirkerîya dewleta Tirkîyê ya li ser gelên me bi dawî nebe, divê bê zanîn ku esas xeterîya DAİŞ ê ya herî mezin ji vir şunde ew ê derkeve holê. Ji bo careke din DAIŞ li ser serê mirovahîyê nebe bela, ji ber êrîşên dagirkerîya dewleta Tirk li ser Rojava ji bo careke din DAIŞ zindî nebe bangewazîya me ev e ku di serî de Amerîka, Rûsya, Koalîsyona Navnetewî, Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Dewletên Ereb, Neteweyên Yekbuyî û dewleta Suriyeyê li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin ku rojek zutir hêzên dagirker ji ser axa me vekişin.
 
Ji bo vê em gelén Rojava û Bakurê Suriyê Kurd, Ereb, Xirîstîyan xwedî biryarin ku ji bo parastina axa xwe û rumeta xwe heta dawî em ê li ber xwe bidin, çi bedel pêwist be em jê nerevin û heta ku dakirkerî bi dawî nebe û ji ser axa me venekişe li Surîyê jî îstîqrar ew ê hiç çênebe.
 
Bangewaziya me ji bo dewleta Surîyê jî heye. Em hêvîdarin ku dewleta Sûriyeyê û Esad ziman û nêzîkatîyek çareseriyê pêş bixîne. Em weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê tu caran hedefek û armancek me ya perçekirina Sûriyeyê çênebuye. Gotin û sûcdarîyên parçekirina SÛriyeyê ku ji bo me tê gotin ne rastin û rastîyê venabêje. Yên ku rê li ber parçekirina Sûriyeyê girtine emin, ev 8 salin li hemberî hêzên dakirker, çeteyên DAIŞ û Nusrayê me axa Sûriyeyê û yekîtîya Sûriyeyê parastiye. Ev serkeftin ji bo hemu gelên Sûriyeyê ser bilindiyek e. Çawa ku tu hesabên me li ser parçekirina Sûriyeyê tune, divê tu kes jî hesaban nekin ku Sûriye weke 8 sal berê be. Ya herì rast qebûlkirina hevdu ye û li hemberî hevdu pêşxistina ziman û nêzîkatîyên çareserîyê ye. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku hemu gel xwedî nasname û mafan bin çi erk û berpirsiyartî dikeve ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê em amade ne ku pêk bînin." 
 
 

Sernavên din

21/11/2019
09:17 Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin
16:28 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin
16:19 Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin
16:11 Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin
15:58 Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve
15:42 HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir
15:33 Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e
15:25 Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin
15:11 Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin
15:07 Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê
14:58 Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin
14:29 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike
14:09 ‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe'