Li Lûbnan, Iraq û Îranê gel çi dixwazin?

  • rojane
  • 09:01 18 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji destpêka cotmehê û heta niha li hin welatên rojhilatanavîn yên sereke çalakiyên gel ên dest pê kirine her ku diçe li kolan û qadan belav dibin. Bi taybetî li Iraq û Îranê çalakî li gelek bajaran belav bûye û didome. Xuya ye ku li Lûbnan, Iraq herî dawî Îran bi raperînên destpêkirine re wê kolan bêhtir germ bibin. 

Li dewletên Rojhilata Navîn ji ber ku hikûmet û rayedarên dewletê li gorî daxwaza gel biryaran nagirin û polîtîkayan pêş naxin çalakiyên gel li kolanan her ku diçe belav dibe. Di rojên dawî de li Iraq û Îranê çalakî belav dibin. Du sedemên van raperînan xuya dike. Yek jê bi salane ji aliyê hêzên hegemon ango desthilatdar de li ser herêmê encamên van polîtîkayan de xizaniya derketiye holê. Ya duyemîn jî, jihev veqetînên mezhebî û etnîkî, her yek ji van veqetînan de aktorên siyasî û gorî berjiwendiyên wan û kiryarên wan yên xuya dibin.
 
Hêzên ku dixwazin li herêmê serwer bibin û  daxwazên aktorên siyasî yên herêmî di planên siyasî yên pişt perdeyê de berê xwepêşandaran di asteke girîng de bandor dike. Lê derketina gel a kolana û daxwazên wan berovajî daxwazên aktorên siyasî, lihember dewlet netew ya li rojhilatanavîn ya riziyayî û ji rê derketî xizaniya ku daye avakirin serhildan derxist holê
 
Dema em li Lûbnan, Iraq û Îranê dinerin gel li kolanan e û bi girseyî daxwazên xwe tînin ziman. 
 
LI IRAQÊ HÊRSA GEL DAWÎ NABE
 
Li Iraq’ê xwepêşandan 1 cotmehê li bajarê Bexda û başûrê Basra, Nasiriyê, Amara, Samava û Hilla destpêkir. Li Basra bi deh hezar kombûn, lê di bajarên din xwepeşandanên biçûktir û hin aşîtiyane pêşketin. Xwepêşandana li gelek deverên welat berdewam dikin. Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan yê Iraq’ê daxuyakirin ku di xwepêşandanan de 319 kesan jiyana xwe ji dest daye ji zêdetirî 15 hezaran jî birîndar hene. Weke sembola xwepêşandanan Bexda ya qada Tehrîr girseya ku kombûbû gelek caran ji bo hukûmetê dûrûşmeya “biçin em ne we, ne jî pergala wa dixwazin” diavêjin.
 
DAXWAZA ÇALAKGERAN 
 
Iraq, di cîhanê de welatê herî zêde xwedî cihên xaza xwezayî ye ku di rêza çaremîn de tê. 
 
*Li gorî daneyên 2014 yên banqa cîhanê 40 milyon gelê li Iraqê dijî ji çara yek, rojê 1,90 dolarî (ango derdorê 3 lîreyê suriyê) debara xwe dike. Li serê her şeş malan yek mal di sînorê birçîbûnê de ye.
*Di welat de bêkarî 2018’de ji sedî 7,9 bû.
*Hêjmara nufûsa ciwan jî derdorê ji sedî 15 ye.
 
Ev hêjmar, di nufûsa ciwan de bertekan re rê vedike û ji ber vê jî xwepêşandanên herî dawî de ciwan risteke gelek mezin dileyîzin. Daxwazên bingehîn yên xwepêşandaran; bêkarî, xizanî û nebesiya xizmeta ji gel re ye. Di çalakiyên pêşketin de gelek banqa û firoşgehên girêdayî yekdestiyê hatin şewitandin. Beriya 25 cotmehê ji ber merasîmên Erbaîn xwepêşandanên navber hatibû dayîn piştî vê dîrokê ji nû ve dest pê kir. Di 28 cotmehê de Bexda jî di navde gelek bajaran derketina derve ya kolana hatin qedexekirin. Çalakvanên ku di daxwaza guhertina hukûmetê de bi israrin ji aliyê hinek komên siyasî de jî tên destekkirin. Lê dîsa jî xwepêşandar nahêlin poster, wêneyên rêberên dînî û siyasî bên hildan û destûr nadin ji bo ku armancê çalakiyên wan neyên berovajîkirin. Di xwepêşandanên li Tehrîrê komek yên ku wêneyên rêberê şiî Ayetullah Sîstanî xwestin tevlîbibin ji aliyê xwepêşandaran de hatin astengkirin.
Rêberê tevgera Sadr Mukteda Es- Sadr, ji bo destekdayîna xwepêşandaran ji memûrê dewletê re bangawazî kir ji bo biçin grevê. Li ser vê bangawaziyê li 4 bajarên başûrê welêt betlane hat îlan kirin. Lê rêberê dînî , yê ku di hilbijartinên dawî de sedî 14,38 deng girtibû û li Iraqê xwedî 54 kursiyan e ji bo reform û yekîtiyê Mukteda Es- sadr û hevkarê wî yê tifqê partiya komûnîst, “ ji ber hêzên ewlekariyê zêde tundiyê dikin ji bo were lêpirsînkirin” bangawazî kir. Lê serokwezîr Abdulmehdî ji pevçûnên hatine jiyîn “ xwepêşandarên aligirê tundiyê” berpirsyar nîşanda. Li Iraqê Ayetullah Sîstanî yê li ser nufûsa Şiî bi bandore ji hukûmetê re bangawaziya “ hê nebûye dereng divê xwepêşandaran cidî bigre” kir.
 
LI LÛBNANÊ DAXUYANIYÊN AUN XWEPÊŞANDANAN JI NÛ VE GÛRKIR 
 
Di encama Hukûmeta Lûbnanê baca ku xwest ji bo komunîkasyonê û taybet komunîkasyona tora civakî ya Wahtsappê pêşbixîne li dijî vê 17 cotmehê çalakiyên protestoyî di demeke kin de berbelavî Lûbnan ê bû. Li beranberê xwepêşandanan serokê Lûbnanê yê bi destê DYA hatî Saît Herîrî, 29 cotmehê îstîfakir. Daxwazên xwepêşandaran wiha ye;
 
* Piştî dawîkirina şerê navxweyî ango ji salên 1990 û vir ve partiyên sîyasî yên di rêveberiyê de cih digrin şuna wan komeke biçûk yên ji teknokratan avabibe û hukûmeteke biçûk serbixwe be.
* Hilbijartineke zû were çêkirin
* Rayedarên tevlî gendelî bûne bên darizandin.
 
Bi îstîfaya Herîrî di xwepêşandanan de hinek kêmbûn hate jiyîn, lê piştî daxuyaniya serok komar Mîşel Aun ya “heke di rêveberiyê de kesê ku biecibînin nîne, bila biqeştin biçin” şunda careke din xwepêşandan gûrbû. 
Piştî vê daxuyaniyê li rojhilatê paytext Beyrûd’ê li Baab’ê qesra serokkomariyê bû yek ji cihên çalakgeran, gelek rêkên ku diçin bajar ji trafîkê re girtin û destbi çalakiya kirin. Piştî daxuyaniya Aun daxuyaniya ku behsa wê tê kirin pêşniyara “hukûmeteke tekno siyasî” ji hêla çalakgeran de rejîma siyasî ya heyî ji binî ve guhertina wê û şuna partiyên siyasî yên heyî bi temamî hukûmeteke serbixwe û yê teknokrartan avabibe hat daxwazkirin.
Piştî îstîfa Herîrî, ji bo ewlehiye DYA 105 milyon dolarê ku weke alîkarî bida da sekinandin. Dervî vê Washînton gûman û fikarên xwe ji bo, rêxistinên Hizbullaha Şiî yên bi destek Îran’ê li ser hukûmetê her ku diçe zêde dibe bi dehan caran anibû ziman.  Ji bo lihevkirina serokwezîreke nû her çiqas nezelalî berdewambikin jî, di nava blokên siyasî de mijara namzediyê de hevdîtin didomin. Sekreterê giştî yê Hîzbullah’ê Hasan Nasrallah li ser televîzyonê daxuyaniya ku dabû îşaretê hukûmeteke ku “daxwazên gel guhdar bike” kir û daxwaz kir ku “ di wexteke herî kin de divê hukûmeteke nû bê sazkirin”
 
LI ÎRANÊ BI BUHAYÊ BENZÎNÊ RE SERHILDANA KU DESTPÊKIR HER KU DIÇE MEZIN DIBE
 
Li 15 mijdarê de ji buhayê benzînê re çalakiyên protestoyî ji bo wein lidarxistin gelek bajaran de gel derket kolana. Di roja duyemîn de eyaleta Azerbeycan navend Tebrîz, Yezd, Gîlan û Reşt, paytext Tehran, Loristan li Poldokter, Kirmanşah li Serpolzahaw û bajarên Îslamabad û li rojhilat jî Kirmanşah, Sîne, Ciwanro, Îlam, Saqiz û bajarên Urmiye belav bû. Di nava bajarên ku xwepêşandan tên kirin de Ahvaz, Hûrremşehr, Bîrcend, Meşhed, Geçsaran, Sîrcan, Bender Abbas, Îsfahan û Şîraz jî hene. Hin xwepêşandarên li Tehranê, kontakên seyareyên xwe girtin û buhayê ji niftê re hatiye kirin hat protestokirin, gel jî rêkên giştî yên diçin paytextê rêya herî mezin ya Îmam Alî ji trafîkê re girtin. Gel li paytextê rêk ji trafîkê re girtin, li başûrê welêt jî çalakgeran li Şîraz û Sultanabad’ê bi şewitandina lastîkan ve rêk ji trafîkê re girtin. Çalakgeran li rojavayê Tehranê Gohardasht, Kirmanşah, Yezd ve Tebrîz’ê destbi protestoyan kir û dûrûşmeyên “Ruhanî yê derewkar” avêtin. Ajansa nîv fermî ya Îranê gorî IRNA yê, Sîrcan ê kesek sivîl jiyana xwe ji dest daye, çend kes jî ji ber buyeran birîndarbûye. Ajansa nûçeya IRNA, xwepêşandaran li Îsfahan û girêdayî Kîrman li Sîrcanê benzînxaneyek dane ber agir. Serokkomar Hasan Ruhanî diyarkir ku di deh salên dawî de welatê wî di demek gelek zehmet re derbas dibe û îdîa kir ku buhayên hatine kirin ji bo li ser malbatên ku xizanin wê bên belavkirin. Serokkomar Hamaney xwepêşandan şermezarkirin. Di xwepêşandanan de 17 kesa jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 40 kesan hatin binçavkirin
 
MA - Hêvî Hesen 
 
 
 
 

Sernavên din

21/11/2019
09:17 Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin
16:28 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin
16:19 Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin
16:11 Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin
15:58 Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve
15:42 HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir
15:33 Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e
15:25 Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin
15:11 Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin
15:07 Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê
14:58 Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin
14:29 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike
14:09 ‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe'