Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin

  • rojane
  • 09:04 21 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Parlementerê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "dagirkerî" ye û got, divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin.

Parlementerê berê yê HDP'ê Hasîp kaplan, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara yekîtiya neteweyî ya kurd û polîtîkaya AKP'ê ya derbarê kurdan de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. 
 
Kaplan, anî ziman ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne "operasyon" e, wekî "operasyon" bilêvkirin wê bibe cihê şaşiyeke siyasî, hiqûqî û dîrokî. Kaplan, destnîşan kir ku tevgereke bi hezaran wesayîtên zirxî, tanq, top, esker û bi sedan balafirî, "dagirkerî" ye. 
 
Kaplan, got: "Beriya her tiştî devera êrîş lê tên kirin û tê dagirkirin, herêma Rojava ya Kurdistanê ye. Êrîş li ser herêma kurda ye. Zêdetirî 400 hezar mirov koçber bûne. Li hemberî sivîlan sûcên şerî tê kirin. Li gorî rejîma Sûriyeyê, li gorî kurdan, li gorî gelên li Rojavayê û li gorî gelek dewletan a tê kirin 'şer û dagirkerî' ye. Bi vî awayî dixwazin demografiya Rojavayê biguherînin û di bin navê 'herêma ewle' de çeteyan bi cih bikin." 
 
‘ARMANC ASTENGKIRINA AZADIYA KURDA YE' 
 
Kaplan, destnîşan kir ku partiyên muxalefetê di serî de destek dane êrîşên ku tifaqa AKP-MHP'ê dane destpêkirin û got, îktîdar bi bahaneyên wekî "em ê penaberan bi cih bikin", "em li dijî terorê" ne dixwaze meşrûiyetekê li dagiriyê bar bike. 
 
Kaplan, got: "Armanca sereke astengkriina mafê self determînasyon, mafê statu û azadiya gelê kurd û gelên din." Erdogan, ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje 'terorîst', lê radibe bi çeteyên ku wekî cîhadîst tên pênasekirin tev digere. Lê belê hêzên li hemberî vana şer dikin kesên ku doza mafên referandûma Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê doza mafê xwe dikin bi xwe ne, şervanên azadiyê ne." 
 
‘FERASETA FETIHPARÊZ XEYAL E' 
 
Her wiha bertekên biçûk ên NY û dewletên Ewropayê yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê jî rexne kir. Kaplan, got: "Kurd di rojeva cîhanê de ne, lê ji bo mafê wan ê self determînasyonê xwe li nedîtinê datînin. Li Cinêwê, di hevdîtinên ji bo qanûna bingehîn de kurd tên vederkirin. Bazariya ji bo fuzeyên S-400'î, balafirên şer F-35 û petrol didome. Bi belgeyan tê aşkerekirin ku çeteyên OSO/SMO û DAIŞ sûcên şerî dikin. Ev sûc di heman demê de sûcên kesên bi vana re tevdigerin bi xwe ye jî. Di roja îroyîn de çavberdana xaka devereke din, feraseta fetihparêzî xeyal e. Di raya giştî ya Tirkiyeyê de dengên li hemberî şer bilind dibin. Ev wisa dewam nake. Her wiha bertek û nerazîbûnên gel ên ji bo dewriyeyên li ser sînor jî zêde dibin. Cîhan hemû van bertekan dibîne. Li gelek welatan çalakiyên şermezarkirinê çê dibin. Helbet li hemberî vî şerî rûdana parastineke rewa pir girîng e." 
 
Kaplan, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn herî zêde kurd li Tirkiyeyê dijîn û got, îktîdara ku tim dibêje 'birayên min ê kurd', ji hêleke din ve jî qeyûman tayînî şaredariyên HDP'î dike û hevşaredaran digire. Kaplan, destnîşan kir ku îktîdar bi vê polîtîkaya xwe mafê bijartin û hilbijartinê xesp dike û bi xirûra gelê kurd dilîze. 
 
 Kaplan, got: "AKP, ji bo avaniya federatîf a li Herêma Kurdistanê gotibû, 'xeta me ya sor' e. Paşê ev xet guherîn. Ê bi awayekî dijminane êrîşî referandûma kurda ya ji bo serxwebûnê kir AKP bû. Li gor wan kurdên doza azadiyê û statuyê bikin hemû 'terorîst' in." Kaplan, bi vî awayî bal kişand ser yekîtiya neteweyî û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî îşaret bi xebatên siyasî û dîplomatîk kir. 
 
Kaplan, got: "Em dibînin ku di vê serdemê de xebatên ji bo yekîtiya neteweyî zêde dibin. Ev ji bo gelê kurd pir girîng e. Divê ji bo yekîtiyê demildest xebatên ji bo konferans û kongreyê pêk bên." 
 
‘DEM DEMA XURTKIRINA PIŞTEVANIYÊ YE' 
 
Kaplan, diyar kir ku mafê welatîbûna wekhev, mafê ziman, çand û nasnameyî yê gelê kurd nayên qebûlkirin, loma di vî warî de divê yekîtiya kurd pêk bê û kurd bi hêza xwe ya cewherî bawer bikin û got: "Li dijî rejîma otorîter, li hundir ji bo aştî, edalet, wekhevî û li derve jî bi hêzên demokrasiyê re dem dema xurtkirina piştevaniyê û yekîtiyê ye." 
 
MA/ Ferhat Çelîk 
 
 

Sernavên din

24/11/2019
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2019'AN
23/11/2019
18:16 Serlêdana ji bo projeya bîrdariya Qada 10'ê Cotmehê dest pê kir
17:20 Jin di çalakiyên 25'ê mijdarê de kom bûn
16:42 Zarokan mafê xwe vegot
16:38 Li Girê Spî teqin pêk hat: 10 kes hatin kuştin
Balî: Eskerên bi pere yên Tirk bi teqînan kurdan ji malên wan dûr dixin
16:29 ‘Îşkence li girtiyên jin tê kirin’
16:20 Ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kirin
16:19 Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin
16:13 Polîsan bi kûçikan bi ser malê de girt
16:00 4 karker ji pira Rêya Marmara Bakur ketin: Lêgerîn didome
15:31 Li Qamişlo Komxebata 25'ê Mijdarê: Bêdengî dikuje!
15:10 'Bê şert Hezar û 333 girtiyên nexweş berdin'
15:03 Bi qîrkirina ‘Em naxwazin bimirin’ dê derkevin qadan
15:00 Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan
14:46 El-Caferî: Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye
14:42 'Rejîma qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye’
14:41 Rejîma Îranê zêdeyî 150 saetin înternet qut kiriye
14:30 Îkbal Eren: Bavê min 32, dayika min jî 39 salan ji bo Hayrettin têkoşiyan
14:29 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir
13:21 Operasyona leşkerî li Dersimê dest pê kir
13:10 Ji bo meşa Taksîmê ya 25'ê mijdarê bang kirin
12:56 Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’: Em ê nexşeya zimanê kurdî derxînin
12:44 ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin'
12:30 Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin
12:19 2 birayên ji bo kar çû şaredariya Erziromê rastî lêdanê hatin
12:03 'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’
11:56 Li Girê Spî teqînek dijwar rû da
11:49 Îttîraza ku ji bo redkirina doznameya bûbû hinceta tayînkirina qeyûm hat qebûlkirin
10:51 Bersûcê îstîsmarê hefteyek şûnde hat berdan
10:51 Tuzel: Ew mafê kurdan heye ku çarenûsa siberoja xwe tayîn bikin
10:44 8 kesên li Qereyaziyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan
10:23 Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn
10:06 ‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’
09:17 Jin wê li dijî şer, krîza aborî û tundiyê dakevin qadan
09:06 Serokê Baroya Stenbolê: Li Tirkiye krîza darazê heye
09:05 Pêngara bendavê ber bi Heskîfê ve diçe
09:02 Wê DBP'ê Kongreya Asayî ya 5'an di 30'yê Mijdarê de li dar bixe
09:01 Malbata helebî di konteynireke 2 odeyî û derîşikestî de dimîne
09:01 Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Mûdrek: Rojava bûye cihê îlhamê
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN
22/11/2019
17:11 Şewata li daristanên li Herêma Şênê 3 roj in didome
16:13 Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin
15:46 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:43 'Faîlên zarokan bê ceza tên hiştin û parastin'
13:58 Rojnamegeran banga berdana Demîr û Aydin kirin
13:52 ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike
13:49 Bav û 9 kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Bîrlîk bûbûn beraat kirin
13:33 Rûsya: Bi êrîşa Tirkiyeyê re endamên DAIŞ'ê reviyane
13:18 Kubilay: Ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşan de 478 sivîl hatin kuştin
12:50 Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Prz. Fuat Şengul hat girtin
12:18 Li Dîlokê 16 kes 9 roj in di bin çavan de ne
12:10 Nivîskar Başkaya ji doza xwe berat bû
12:04 Polîsan otobusa ku Şaredariya Êlihê bi rengê jinê xemiland asteng kir
11:31 ‘Deklerasyona HDP’ê banga têkoşîna bi hev re ye'
11:13 Ji Pirtûkxaneya Lîlavê kampanya 25’ê Mijdarê
10:50 Dîlan Îzol: Ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be
10:22 Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin
10:18 Dr. Koç: Nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê binpê dike
09:26 Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP
09:26 Egîtîm Sen sibê li Enqereyê mitîng li dar dixe
09:23 Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
09:20 'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin'
09:20 Piştî greva birçîbûnê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne
09:19 Psîkyatr Savaş: Car heye pirsgirêkên aborî dibin sedema întiharkirinê
09:18 Li Goristana Xerzanê veşartibûn, niha jî dibêjin DNA ne wek hev in
09:18 Hewl dide bi meaşê xwe yê astengdariyê debara xwe bike
09:17 Ev aş sedsal in bênavber digere
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN
21/11/2019
17:15 Li Dîlokê dema binçavkirinê ya 16 kesan cara duyemîn hat dirêjkirin
16:50 45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin
16:29 Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin
16:27 Hunermend Şîlan ji doza 'stranê' hat beratkirin
16:27 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:40 Parêzerê bersûcê doza 10'ê Cotmehê axivî: Ketina El Babê nebûya bombe nediteqiyan
15:32 Nedayîna ambûlans û malên şînê ya ji bo miriyan ket rojeva Meclisê
15:31 KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin
15:00 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê pêk hat
14:55 Nûçegihanê Rojnewsê Biradostî 4 mehin di bin çavan de ye
14:41 Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e
14:19 SES: Divê derbarê kesên ku li Darulacezeyê tundî kirine de lêpirsîn bê destpêkirin
14:12 Fîncanci: Min îşkenceyê îfşa kir
14:00 Surucu: Ji serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin
13:48 Dozger ji bo Bîlîcî 15 sal ceza xwest
13:10 Dema dadgehê nav xwend hemû balbatan bi dengekî gotin 'Girtî ye'
12:37 Malbatên li ber HDP'ê dîsa bi hev ketin
12:30 Yewnenistan: Divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde
12:15 3 sal ceza li parêzera jin birîn
12:15 Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in
12:14 Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê
11:59 Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin
11:38 Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
11:12 Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin
11:11 Li Dersimê dema çinîna silkê ye
10:40 Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye
10:35 Li Amedê di salekê de Hezar û 116 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
10:15 MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin
09:58 Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?
09:39 Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda