Parêzerê bersûcê doza 10'ê Cotmehê axivî: Ketina El Babê nebûya bombe nediteqiyan

  • rojane
  • 15:40 21 Mijdar 2019
  • |
img

ENQERE – Danişîna doza komkujiya GAR'ê ya 10'ê Cotmehê berdewam dike. Parêzerê bersûc Erman Ekîcî yê DAIŞ'î Prz. Heyyam Fidan, parastin kir û ji Bagdadî re got "Xalife". Fidan, wiha got: "Ger ku Tirkiye neketiya El Babê dê bombe neteqîyana.

3'yemîn danişîna doza 16 bersûcên fîrar ên ji komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an tên darizandin, li 4’emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hat dîtin. Bersûc Erman Ekicî di bin parastina polisan de anîn salona dadgehê. Xizmên kuştiyan jî bertek nîşan dan û gotin 'Netirsin em tiştekî nakin' û bersîv dan. 
 
JI PARÊZERÊ BERSÛC PARASTINA BALKÊŞ 
 
Parêzerê bersûcê DAİŞ'î Prz. Heyyam Fidan, parastina bersûc kir û wiha got: “Em dibîn ku di hiqûqê de şaşiyek heye. Di dosya berê de weki endamtiya rêxistinê hatiye dîtin. Lê piştre wekî sûcê li dijî mirovahiyê doz vebûye. Wê demê dozger gotiye HDP û  PKK yek e. Hemû kesên li qadê bê îman in. Li ser parastina parêzer ji salonê dengê “Çi eleqeya HDP’ê pê heye, bê şeref. Mijar ne HDP ye. Were ser DAIŞ'ê." bilind bû. Parêzer Fidan, xwest salon bê valakirin. Heyeta dadgehê jî xwest li hemberî hev diyalogê pêş nexin. Parêzerê bersûc Fidan, piştre bal kişand ser bûyerên Kobanê  ku 53 kesan jiyana xwe ji dest da û got: "Wê demê  ez li Amedê bûm. Divê ew bûyer li dijî mirovahiyê sûc bên dîtin. Wê demê Navenda HDP'ê li ser Twitterê bang kir. Divê Serokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş bê darizandin" û Demirtaş û HDP kir hedefa xwe. 
 
'TIRKIYE NEKETA BABÊ DÊ BOMBE NE TEQIYANA
 
Fidan, parastin berdewam kir û got: “Bi qerakirina pergala Destûra Bingehîn tê tawanbarkirin. Ji xerakirina pergala Destûra Bingehîn nehatiye darizandin. Ji aliyê hiqûqî ve wîcdanan birîn dike. Divê ev bê nirxandin. Tu armanca DAIŞ'ê ya Destûra Bingehîn xera bike tune ye. Tu pirsgirêka DAIŞ'ê bi Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê re tune ye. Çi dema Tirkiye ket El Babê, wê demê Xelîfeyê DAIŞ'ê Ebubekir Bagdadî daxuyanî da. Got Tirkiye ketiye qada me ya cîhadê. Ji ber Tirkiye ket El Bab’ê DAIŞ'ê bombe li Tirkiyeyê teqandin. Ger ku Tirkiye neketibûya El Bab’ê dê bombe li Tirkiyeyê neteqandibûna." 
 
Parêzerê bersûc herî dawî xwest muwekilê wî bê beraetkirin. 
 
Muştekî Omer Tekin, jî got "Dema teqîn pêk hat ez li wir bûm. Dema ez derbasî hemberê bûm ji ber teqînê ez firiyam hewa. Ez bi gilî me. Ez dixwazim tev li dozê bibim. Mexdûr Fevzi Kinevis, jî anî ziman ku piştî bûyerê wî çavê xwe li zanîngeha Gazî vekir û wiha got: "Ji ber vê êrîşa ku xwest min bikuje ez heta mirinê dozdar im." 
 
Danişîn didome. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/11/2019
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin
09:12 Berfîn Ozek ji bo edaletê bang kir : Ma gere ez bimirama
09:11 Hevşaredara Nisêbînê Nergîz: Di warê pergala hevserokatiyê de helwesta me diyar e
09:11 Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran
09:10 Dr. Garîp: Li Kurdistanê divê aştiya navxweyî pêk bê
09:09 Omer Ocalan: Polîtîkaya dewletê tasfiyekirina kurda ye
09:09 Zivistan hat lê hê jî pezê xwe li derve diçêrîne
09:08 Hosteya donerê: Qewetê ji keçên xwe digirim
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN
26/11/2019
20:40 Her 3 hevşaredarên HDP'î hatin girtin
16:26 Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
15:43 Heyeteke Rûsyayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
15:24 Di doza Irmak û Demîrel de dosya ji dozgeriyê re hat şandin
15:13 ‘Em binçavkirina rojnamevan Bêrîvan Altan şermezar dikin’
15:12 Li Wanê 20 ciwan hatin binçavkirin
15:11 Cendirmeyan mudaxaleyî gundiyên ku li dijî venêrîna bi cendirmeyan re derketin kir
14:06 Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e
13:53 Li Kocaeliyê hejmara binçavkirinan derket 20'an
13:52 ‘Şahidê nepen’ beşdarî danişînê kirin lê bêdeng ma
13:42 Piştî sîxurê Îngilistanê bijîjkê NATO'yê jî mirî hat dîtin
13:16 Kesên ji çalakiya girtina rê tên darizandin: Sûc nîne
13:13 Tahîr Elçî dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were bîranîn
13:09 Dozger ji Casimê xwest Berfînê bikuje xwest bê cezakirin
12:20 HDP'ê xwest meclîs cînayeta Elçî lêkolîn bikin
12:10 Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Kocaeliyê de girt: Alê bi panoyan ve daleqandin
11:47 Jinên Serhedê: Me qadan terk nekir û em ê neterikînin
11:35 Polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt
11:20 HDP’ê bang li Îranê kir: Daxwazên gelan pişguh neke
11:19 Piştî 12 rojan hevşaredar birin edliyeyê
11:04 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Di çalakiyên li Îranê de 143 kes hatin kuştin
10:52 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Hikûmeta Sûriyeyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji hevdîtinan vekişiya
10:02 Rapora krîmînal piştrast kir ku Casim Çelik bi asîtê rûyê Berfîn şewitandiye
09:07 Gundiyên Geliyê Botanê ligel rîska heyî jî, erdên xwe çandin
09:04 Cizîrî: Êrîşa li dijî ziman perçeyê siyaseta dewletê ye
09:03 'Her kes dikare ji bo wan tiştekê bike'
09:01 Komir pir e, lê kes nakire
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 Rojnamevan Bêrîvan Altan hat binçavkirin
08:37 Balafirên Koalîsyonê baragehên Ahrar El Sharqiya bombe kir
25/11/2019
22:31 Dadgehê 7 kesên li Esenyurtê belavokên 25'ê mijdarê belav kirin girtin
22:01 Jin li gelek navendan daketin qadan: Em ê civaka azad ava bikin
21:10 Jinan li Taksîmê dengê xwe bilind kirin: Em êdî tehamul nakin yek ji me kêm bibe
17:36 Beştaş ji Wezîr Gul pirsî: Armanca israr di tecrîdê de çî ye?
16:45 Keskîn: Tirkiye peymana Stenbol pêk nîne
16:40 Meşa ku ji jinan re hat qedexekirin ji zilaman re serbest e
16:24 Jin li dijî tundiyê li qadane: Qîrîniya Emîne Bûlût qîrîniya me hemûyan e
15:55 Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin
15:55 Ji dadgehê biryara 'KHK': Heta hikmek teqez tunebe bûrsa xwendekar nikare bê birîn
15:13 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin
14:45 Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin
14:45 Rapora ÎHD'ê ya li dijî tundiya jinan: Li herêmê di salekê de 54 jin hatin kuştin
14:44 Ozsoy: Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe
13:35 Walîtiya Stenbolê qedeqeya li ser meşa jinan rakir
13:32 AYM'ê ji bo peykerê Erdogan jê re gotibû 'ûcûbe' biryara 'binpêkirinê' da
13:18 Li Şîlî jinek rojnameger kuştin
13:16 Dûndar: Li Tirkiyeyê di 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin
12:50 Daxwaza Malbata Tore: Em dixwazim li cem rêhevalên xwe bê veşartin
12:41 Baroya Amedê: Zilaman di 10 mehên 2019'an de 284 jin kuştin
12:38 HDP’iyan bi wêneyan Komîsyona Butçeyê şermezar kirin
12:07 Osteyê îşkence li şagirtê xwe kir hat berdan
11:33 Erdogan çû Qatarê
11:30 Li Zozanê Şenê ji 8'ê mijdarê ve daristan dişewite
11:29 Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist
10:49 Hemîd El-Ebid: Vegera koçberan a herêma dagirkirî ne rast e
10:22 Komên çekdar tang û topên xwe li dora Eyn Îsa kom dikin
09:19 Parêzer Kiliç: Li pişt biryara DMME'yê sedemeke siyasî heye
09:18 'Hilbijartina pêşwext şert e'
09:13 Bi feraseta 'koleyên modêrn' nêzî karkerên penaber dibin
09:11 Peyama xwendekarên jin a ji bo 25'ê Mijdarê: Divê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bê
09:07 Doza Nisêbînê dibe dîrok
09:06 Mehmet Ocalan: Mifteya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN
24/11/2019
20:08 Walîtiya Stenbolê çalakiyên Jinan qedexe kir
18:20 Li Sûrê Komeleye Zarok li Her Derê Ne vekirin
17:19 Mamosteyên Hesekê ji bo piştevaniya Zehra Mihemedî meşiyan
17:02 Jinan banga tevlêbûna meşa şevê kirin
16:40 Ji 54 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin 25 jê hatin girtin
15:59 Kaftancioglu: Pirsgirêka kurd pirsgirêka me hemûyan e
15:33 Heyeta Ewropayê hat Nisêbînê: Têkoşîna gelê Kurd a maf rewa ye
15:25 Tifaqa AKP û MHP’ê şiband Îttîhat û Terakiyê
14:08 Midura Ajansa JinNewsê xelata wêrekiyê girt
13:21 Ji 23 baroyan banga hevpar: Dest nedin parastinê
13:06 TJA: Ji bo ku em yekê din kêm nebin di 25'ê Mijdarê de em dakevin qadan
12:57 Biryar dan ku Tora Ziman û Çandan berfirehtir bikin
12:47 Encama rapoa DNA’yê ya Rabîa Naz Vatan hat aşkerekirin
12:15 Dozek din li Rojnamegerê girtî Sayilgan vekirin
12:01 Şervanên YPJ’ê: Em xwedî mîrateya Rosa Luxembûrg derdikevin
12:00 Cerdevan şandin hawara operasyona li Parsûrê
11:31 Ocalan: Jiyana civakî bi jinê ava dibe
11:19 Jinan îsal jî gotin ‘Em naxwazim bimirim’
10:25 Zaroka bi zorê zewicandin bi şik întîhar kir
10:13 Rençberên Botanê: Dixwazin li Geliyê Botanê rençberiyê biqedînin
09:08 TIR ji Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne
09:07 Girtiyên li Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de: Berpirsiyar midûrê girtîgehê ye
09:06 Malbata Şûle Çetê: Li hemberî şidetê em dengê xwe bilind bikin
09:05 Garo Paylan: Zêdebûna întiharan rewşa krîza aborî nîşan dide
09:04 Çîçek: Karkeriya zarokî zêde dibe
09:04 'Bi piştevaniyê em dikarin pêşî li şidetê bigirin'
09:03 Seferî Yilmaz: Em heqê xwe li Buyukanit helal nakin