ERZIROM - 8 kesên ku duh li gundê Ûlûcanlarê yê Qereyaziyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Cendirmeyan, duh serê sibehê li gundê Ûlûcanlarê yê navçeya Qereyaziyê ya Erziromê bi ser malan de girtibû û 8 kesan binçav kiribû. Cedirmeyan her heştan jî piştî binçavkirinê bi xwe re biribûn û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Piştî bi dawîbûna îfadeyên wan ên li fermandariyê her heşt jî derengiya şevê hatin berdan.
Kesên hatibûn binçavkirin û hatin berdan navê wan wiha ye: Tûfan Yilmaz, Sedî Yilmaz, Nîmet Yilmaz, Giyasettîn Sonmez, Mahfûz Sonmez, Şemsettîn Bulbul, Abdulkerîm Bulbul û Salîh Kartal