ERZIROM - Bira Hanîfî Zengîn û Emircan Zengîn ên ji bo kar çûn serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê bidin, rastî lêdana peyvirdarên ewlehiya şaredariyê hatin. Hanîfî Zengîn, bertek nîşan da û got: "Serokomar Erdogan dibêje 'Şaredarî cihê gel e' lê em rastî lêdanê hatin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ya di destê AKP'ê de di 21'ê Adarê de civînek pêk anî. Bira Hanîfî Zengîn û Emircan Zengîn, dema beşdarî civîna gel a Şaredariyê bûn, rastî lêdana 2 endamên ewlehiya taybet a şaredariyê hatin. Bira Zengîn ê rastî tundî û lêdana ewlekariya taybet hatin diyar kirin ku dema wan kar xwest rastî lêdanê hatin. Hanifî Zengîn diyar kir ku di 14'ê mijdarê de çûn ji şaredariyê kar xwestin û wiha got: "Dema em çûn şaredariyê erkdarên ewlehiya taybet destûr nedan ku em têkvin hundir.
Zengîn, anî ziman ku li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) geriya ye û rayedarên CÎMER’ê ji wî re gotine ‘Şaredarî ne cihê kar û karkeran e.' Zengîn, da zanîn ku di 21'ê mijdarê de li gel birayê xwe û diya xwe tev licivîna şaredariyê ya gel bûne û wiha axivî: "Dema em çûn tev li civîna şaredaiyê bibin, erkdarê ewlehiya taybet got ‘Bi fermana Serokê şaredariyê ez nikarim we bigirin hundir. Min jî bertek nîşanî vê yekê da. Piştî min bertek nîşanî wan da li min dan. Milê birayê min Emircan Zengin şikandin. Em bi fermana Şaredar Mehmet Sekmen ji aliyê erkdarên ewlehiyê ve rastî astengî û lêdanê hatin. Me xwest em derdê xwe ji Mehmet Sekmen re bêjin û kar bixwazin. Birayê min nexweş e û tedawiya kemoterapî dibîne. Mala me ji bo tenduristiya wî ne guncav e. Me xwest em biçin derdê xwe bînin ziman, erkdarên ewlehiyê li pêş çavê dayika min neheqî li me kir. Em derxistin derve û milê birayê min şikandin. Em ji bo kar çûn em rastî lêdanê hatin. Em piştre birin Qereqola polisan a Gurcukapi. Li wir jî em rastî neheqiya polîsan hatin. Amîrê polîsan neheqî li şahida bûyerê kir. Şahida bûyerê jî got 'Ez bûme şahid ezê erka xwe ya şahidiyê bînim cih. Min çi dîtiye ez ê wê bêjim. Dema em dibin sûcdar me darve dikin. Lê dema ew dibin sûcdar edalet namîne. Min xwe gîhand Midûrê Polîsan ê Erziromê Selamî Altinok û derdê xwe got. Lê li cem wî endamê meclîsê yê AKP’î Murat Yavuz hebû. Wê demê Murat Yavuz got 'Tu were şaredariyê em ê bibin alîkar'. Dema ez çûm Şaredariyê Murat Yavuz hemû neheqî li min kirin. Serokomar Erdogan, dibêje ‘Şaredarî ya gel e. Gel de biçe derdê xwe bîne ziman. Şaredar dê guhdar bike.' Lê dema em wekî gel diçin em rastî lêdanê tên"
Emircan Zengin jî anî ziman ku ji bo kar çûn şaredariyê û wiha got: "Dema min karta ketina hundir nîşanî wan da, gotin 'Ketina hundir qedexe ye'. Em rastî neheqiyê hatin û piştre rastî ledana erkdarê ewlehiya taybet hatin.
Hebû bûyer di dîmenên Roja 21'ê Mijdarê di navbera saet 11.20 û 11.50'an de qeyd kiriye.