STENBOL – Sekreterê Giştî yê Navenda Giştî ya Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê Firat Çîçek, destnîşan kir ku îstismarkirina li hemberî zarokan û karkeriya zarokan pir zêde bûye û got, Tirkiye li gor divêtiyên Peymana Mafên Zarokan a NY'yê tev nagere.
Li gorî rapora "Xebata Kûrewî ya Derbarê Zarokên Azadiyên Wan Hatine Binpêkirin" a Neteweyên Yekbûyî (NY), li cîhanê azadiyên 7 milyon û 2 hezar zarokan hatine binpêkirin. Her wiha di raaporê de tê gotin ku 35 hezar zarok li deverên pevçûnî, 19 hezar zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehan de dimînin. Sekreterê Giştî yê Navenda Giştî ya Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê Firat Çîçek, diyar kir ku ev daneyên NY'yê pir girîng in û got, binpêkirina azadiyan tenê nayê wateya "ji azadiyê hatine mehrûmkirin", ev di heman demê de tê wateya ku mafên bingehîn, mafê perwerdehî, hêwirandin, bawerî hwd. hemû tên binpêkirin.
KARKERIYA ZAROKÎ
Çîçek, destnîşan kir ku Tirkiyeyê di 9'ê Kanûna 1994'an de Peymana Mafên Mirovan a NY'yê îmze kiriye, lê belê ev peyman hîn jî tam rûneniştiye û got: "Ji ber pevçûnên li Sûriyeyê, zarokên ji bo parastineke demborî hatin pirsgirêkên wan zêde bûn. Bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Hîn jî dimînin. Nexasim jî îstismarkirina zarokan û karkeriya zarokan pir zêde ye. Ji xwe wezaretên têkildar jî aşkere kirin ku herî zêde zarokên penaber tên îstismarkirin. Temenê karkeriya zarokî heta 6 salan jî diçe. Ev karker herî zêde li tekstîlan dixebitin. Ev rewşeke xeternak e."
'TIRKIYE PEYWIRA XWE BI CIH NAYEN'
Çîçek, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2014'an ve daneyên derbarê van zarokan de nayên aşkerekirin û got: "Çimkî dewlet dizane, gava van daneyan aşkere bike divê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Ji ber pêk nayne daneyan aşker nake. Ji bo girtîgehên zarokan jî em dikarin vî tiştî bibêjin; li Tirkiyeyê ji bo rewşa zarokên di girtîgehan de, em dikarin bêjin eynê wekî rewşa fîlmê Dûvar ê Yilmaz Guney e. Mafên zarokan bi peymana NY'yê veguherî saziyekê. Tirkiye di sala 1994'an de pir xwe neda ber sê xalên vê peymanê yên di warê çandî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Li cîhanê peymana herî zêde hatiye îmzekirin ev peyman e. 1996 dewletan îmze kiriye û gotiye, 'ez mecbûr im zarokên li dewleta xwe biparêzim.' Tirkiye jî ev peyman îmze kir. Lê divêtiyên wê bi cih nayne. Ji bo pêşîgirtina li îstismar, şidet û karkeriyê tevdîran nagire."
MA / Nacî Kaya – Ferhat Çelîk