AMED - Operasyona eskerî ya li sêkoşeya Amed, Mûş û Çewlikê ya li Zozanê Şenê dest pê kiribû didome. Hat diyar kirin ku cerdevan jî bi hawara operasyonê şandin.
Piştî operasyona eskerî ya di 8'ê Mijdarê de li Herêma Şênê ku di navbera Amed, Mûş û Çewligê de ye, dest pê kir hat ragihandin, gelek deverên bi daristan hatine şewitandin. Dîsa li gorî çavkaniyên herêmî, 3 rojên daristanên li herêmê dişewitin, deverên dişewitin ji hêla eskeran ve hatine dorpêçkirin, esker nahêlin kes biçe herêmê û mudaxeleyî şewatê bike. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji Çiyayê Serêspî yê Pasûrê heta Herêma Şênê agir bi daristana ketiye û şewat ji gundê Hovîtê, mezrika Zovan, Kerengan û Reylê yên navçeya Pasûr a Amedê xuya dike.
Operasyona ku li herêma Gundê Eskar, Geliya Deyika, Geliye Mezraxuş û Kontarên Çiyayê Dorşîn, Çiyayê Sere Sipi Hovîtê, Mezrika Zovan, Kerengan, Zozanê Şenê û Reylê dest pê kiriye didome. Duh tîmên taybet û cerdevan jî sewqî herêma operasyonê kirin. Çavkaniyên heremî diyar kirin ku şevêdin gelek cerdevna tev li operasyona herema Xiya bûn. Çavkaniyan destnîşan kirin ku cerdevanan dikin maşik û didin pêşiya eskeran. Opeasyon ji hewayî û beşayî ve didome.