WAN - Rojnameger Îdris Sayilgan ku girtî ye û 8 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn, dozgeriyê bi hinceta parvekirinên wî yên li ser medya civakî dozek din lê vekir.
Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Îdrîs Sayilgan ku niha li girtî ye, ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê ve bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda Rêxistinê" rastî 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû. Dozgeriyê dozek din li Sayilgan vekir. Dozgeriyê der barê Sayilgan de parvekirinên li ser medya civakî hincet nîşan da û îdîaname amade kir. Sayilgan, li ser lêpirsînê îfade da dozgeriya komarê ya Mûşê. Li gel ku Sayilgan diyar kir ku erê ji ber van parvekirina doz lê hatiye vekirin û ceza xwariye jî dîsa ji bo heman parvekirina dozek din hat vekirin. Dozger îdîaname amade kir û ji 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê re şand.
Danişîna doza der barê Sayilgan de hat vekirin dê di Çileya 2020'an de bê dîtin.