Li Sûrê ketina 6 taxan Hezar û 461 rojin qedexe ye

  • rojane
  • 12:33 1 Kanûn 2019
  • |
img
AMED - Li Navçeya Navendî ya Amedê Sûrê; 6 tax, piştî dorpêçê û şerê 103 rojan berdewam kir, 461 rojin qedexeya ketin û derketina taxan didom in. Piştî şer taxên dîrokî ku hatin xerakirin, li şûna arkeolog lêkolîn bikin, mutahît bi kepçe û dozeran ketinê û dest bi xerakirinê kirin. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatun, diyar kir ku Sûr di 103'an de di şer de nehat xerakirin lê piştî şer di 4 salên dawî de bi kepçe û dozeran xera kirin. 
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê, piştî daxwaza "Xweseriya Cewherî" di sala 2015'an de îlan kirin, rayedarên hikûmet û dewletdê biryara dorpêçê dan. Li ser vê yekê Walîtiya Amedê gelek caran biryara qedexeya derketina kolanan da û Sûr gelek caran hat dorpêçkirin. Walîtiyê ewil di 24-25'ê mijdara 2015'an de derketina kolanan qedexe kir. Piştî qedexe bi dawî bû di 28'ê mijdara 2015'an de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Ling bi daxwaza operasyon bi dawî bibin û dorpêç bi dawî bibin daxuyanî da. Dema daxuyani da li pêş mînareyê hat kuştin. Piştî Elçî hat kuştin, Walîtiye di 2'ê Kanûna 2015’an de li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş dîsa biryara "Qedexeya derketina derve" îlan kir. Piştî qedexeya derketina derve polîs, tîmên tevgera taybet û esker bi tang û topan navçe dorpêç kir. Şer 103 rojan berdewam kir. 103 rojan esker û polîsan bê navber li ser navçeyê û taxan top û gule barandin. Piştî şer bi dawi bû jî qedexeya li ser 6 taxên Sûrê hêj didome. 6 taxên ku beriya şer nifûsa wê 22 hezar û 323 kes bûn, niha qedexe ye û piştî bi kepçe û dozeran tev hat xerakirin niha mutahît înşaetên beton ava dikin. 
 
Li Navçeya Sûrê piştî şerê 103 rojan, li gorî daneyên Walîtiyê 2 Serpêl, 2 texmen, 53 esker, 17 polis û 1 cerdevan bi giştî 71 erkdarên dewletê hatin kuştin. Heri kêm 392 esker, 128 polîs û 3 cerdevan bi gişti 523 kes jî birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de 73 endamên YPS û YPS-Jin jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiyên li dijî dorpêçê de jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di şer de warên dîrokî yên wekî Mizgeftên Kurşunlu, Hacı Hamit, Hemama Paşa, Mala Mehmet Uzun, Dêra Katolik a Ermeniyan, Mînareya Çar Ling, zerararên mezin dîtin. Piştî çalakiyên li Sûrê bi dawî bû, di Sibat û Adara 2016'an de di navde parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî di navde 40 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 32  kes hatibûn girtin. Niha der barê 19 jê girtî 40 kesan de bi îdîaya "Yekîtiya dewletê xera kirine" û "Endamtiya rêxistinê" li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz berdewam dike. Danişina ewil di 28'ê Kanûna 2017’an de dest pê kir. Danişîna herî dawî di 8'ê Cotmeha 2019'an de hat dîtin. 
 
JI SEDÎ 62'Ê TAXAN PIŞTÎ QEDEXEYAN XERA KIRIN
 
Lijneya Wezîran li semta Surîçî ya navçeya Sûrê di nava 7 hezar û 714 parselan de, der barê 6 hezar û 292 parselan de di 21'ê Adara 2016’an de biryara "Îstimlaqa lezgîn" dabûn. Piştî vê biryarê dest bi xerakirina avahiyan kirin. Taxên ku di nava 103 rojan de ji sedî 10 xera bûn, piştî şer ji sedî 62'ê taxê bi biryara Lijneya Wezîran bi kepçe û dozeran hatin xerakirin. Wê demê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu gotibû “Dê bibe wekî Toledo" û pesnê xwe dabûn. Piştî 4 sal derbas bûn, mîmarî û avahiya Sûrê ya xweser tev hat rûxandin û niha li şûna wê avahiyên li dijî mîmarî û rengê Sûrê yên betonî hatine avakirin. 
 
6 TAX 1461 ROJIN QEDEXE YE
 
Li navçeya Sûrê heta niha ji sedî 72 hatiye hilweşandin û tenê ji sedî 28 li ser peyan maye. Hezar û 461 rojin qedexeya li ser 6 taxan berdewam dike. Li 6 taxan warên dîrokî û avahiyên di şer de nehatin xerakirin piştî şer bi dozer û kepçeyên înşaetê hatin rûxandin. 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatun,  diyar kir ku wan li ser rewşa Sûrê rapor amade kirin û di raporan de jî hat dîtin ku Sûr ji sedî 10 di şer de hat xerakirin û ji sedî 62 jî piştî dorpêçê hat xerakirin û wiha got: "Pişti qedexe bi dawî bû, pêvajoya xerakirinê dest pê kir. Piştî şer bi dawî bû pêvajoya xerakirinê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de nexşeya Sûrê winda bû. Ev hilweşîn û windakirina vê nexşeyê bi destê dewletê bi zanebûn û xwestin pêk hat. 6 tax bi destê dewletê ji ser nexşeyê hat rakirin. Sûr di nava 103 rojan de nehat xerakirin. Sûr di nava 4 salên dawî de hat xerakirin. Piştî şer bi dawî bû zêdeyî 10 caran me serlêdan kir û me xwest biryara Lijneya Wezîran bê betalkirin. Lê hemû serlêdanên me hatin redkirin. 
 
Hevalên me xwestin qadên SÎT'ê yên ku hatine qedexekirin bi amûrên arkeolojik êm wekî firçe, tevşo, biviran mudaxaşe bikin. Lê wan bi dozer û kepçeyan mudaxale kirin û berhemên dîrokê winda kirin. Li şûna ku arkeolog, endezyar û mimar têkevin nava Sûrê û lêkolîn bikin, muteahît ketin nava navçeyê û dest bi înşaetê kirin. Li şûna mîmariya amedê ya kevirên kesp û reş, li dijî mîmaria resen niha bi tuglayan xaniyan ava dikin. Li şûna kevirên Bazalt kevirên ji Qeyseriyê anîne. Mîmariya resen a Amedê winda kirine. Armanca wan ne parastin û pêşxistina dîrokê ye. Armanc rant e. Dixwazin çend endezyar û mutahîdên hevkarên xwe dewlemend bikin. Armanc ne parastina nexş û rûyê navçeyê ye. Xaniyên ku hatine avakirin jî ne li gorî butçeya gelê Sûrê ye. Her xaniyekî bi 600-700 hezar TL difiroşin."  
 
‘600 XANIYÊN BI TESCÎL 
 
Hatun, destnişan kir ku li şûna warên dîrokî bên parastin bi zift û betanê ser wan girtin û wiha axivî: "Tişta li Sûrê têkirin, ew e ku Surê tune bikin û tola xwe hilînin. Em rêxistinên pîşeyî li dervê sînor hiştin. Tu gotin û pêşniyarên me liber çavan nehatin gritin. Li Sûrê nêzî 500-600 xaniyên bi tescilî hebûn." 
 
ALÎKARÎ JI SER WELATIYÊN XANIYÊN WAN HATIN XERAKIRIN QUT KIRIN
 
Mehmet Keskîn ê 65 salî ku mala wî li taxa Hasirli ya Sûrê bû û piştî qedexeyê mala xwe vala kir, anî ziman ku li vêta mezin bû û wiha got: "Êm bi zorê ji warê xwe derxistin. Em bi zorê ji mala me derxistin. Xaniyê me xera kirin. Gotin em dê alîkariya kirê bidin, niha alîkariya kirê jî ji ser me qut kirin. 
 
Welatî Emrah Kaçmaz ê mala wî li taxa Alîpaşa bû jî wiha got: "Xaniyê me xera kirin. Gotin 'Em ê bikin Toledo. Em naxwazin warê me bikin wekî cihên din. Di cihê berê de dîrok hebû, çand û jiyan hebû. Cihê me yê berê bi 30 hezar tl krîn û niha bi 450 hezar tl difiroşin me. 
 
MA / Fethi Balaman
 
 
 

Sernavên din

05/12/2019
16:03 Astengdaran 600 name ji parlamenteran re şandin
15:46 Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû
15:46 Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin
15:45 18 meh şûnde îdîanameya kuştina endamên malbata Şenyaşar amade kirin
15:27 Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
15:03 Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin
13:46 Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî'
13:32 Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin
13:30 Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
13:28 Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin
13:21 Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye?
13:19 Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir
12:41 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:17 'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'
12:12 Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 Di Mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin, 13 zarok rastî îstîsmarê hatin
11:20 Dozger xwest rojnameger Topaloglu were girtin
10:47 'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin'
10:40 DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir
10:14 33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin
10:12 Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû
10:07 Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn
09:19 ‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede'
09:19 Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket
09:18 Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike
09:18 Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan
09:17 ‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide'
09:16 Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
09:01 Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
04/12/2019
17:30 Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!
17:02 Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê
16:26 OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne
16:19 Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan
16:02 Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike
16:00 Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye
14:38 Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da
14:38 Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye
14:23 Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir
14:13 Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin
14:04 ‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’
14:03 Li Elbîstanê 3 HDP’î hatin girtin
13:08 Nor Zartong ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişiya û banga boykotê kir
13:00 KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir
12:59 Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’
12:51 Mamosteyan Fêrgeha Dogayê boykot kir
12:32 Li Colemêrgê qezaya trafîqê: 2 kes mirî û 6 birîndar
11:46 PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin
11:35 Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket
11:35 Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin
10:53 Li Kocaeliyê 14 rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin
10:29 Temel: Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî
Kirkaya: Doza kurd doza zimên e
10:27 Partiyên kurd bi rojeva 'yekitiya neteweyî' tên gel hev
09:54 Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
09:20 Doz li polîsê Efe Tektekîn ê 5 salî kuşt hat vekirin
09:19 Li 'Komunîst'ê 76 salî yê nikare rabe ser xwe 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:17 Bendava Ilisûyê rêya koçeran jî girt
09:16 Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin
09:15 Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...
09:15 Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL
09:14 Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî
09:13 ‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’
09:12 ‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’
09:11 Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN
03/12/2019
21:39 Rojnamevan Topaloglû û Eser hatin girtin
21:11 Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da asteng kirin
19:35 Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin
19:09 Macron: Tirkiye li dijî hêza ligel me li dijî DAIŞ'ê şer kiriye şer dike
18:25 Partî û rêxistinên siyasî: Ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike
18:07 Li Êlihê 5 kes girtin
17:54 Nûçegîhana me Altan serbest berdan
17:17 Rojnamegerên ji Hurriyetê hatin avêtin: Em ê mafê xwe bistînin
16:58 Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê
16:46 Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin
16:30 7 endamên Sendîskaya Birleşik Metal Îşê ji kar avêtin
15:47 Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne
15:35 Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir?
14:59 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin
14:47 Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire
14:40 ‘Divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran bê rakirin’
14:39 Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin
14:35 Nûçegihanên me Eser û Topaloglu birin dadgehê
14:08 TJK-E: Bi êrîşa Til Rifatê dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin
14:07 Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn
14:00 Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin
13:49 Nûçegihana me Bêrîvan Altan birin dadgehê
13:37 Buldan: Krîza aborî ya kûr heye
13:04 Kesên ji bo Demîrtaş çalakî li dar xistibûn, hatin berdan
12:58 Girtiya 64 salî Aydogan jiyana xwe ji dest da
12:41 Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin
12:24 ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin
12:01 TEVDEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in
11:45 Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin
11:31 Zehmetiyên wan ên herî mezin: Sersarî, ragihandin û bêkarî
11:26 Polîsan Nûçegîhanê ETHA Işik binçav kirin
11:20 HDP: Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye