Di ser bombekirina Ozgur Ulke re 25 sal borîn: Ew agir her kesî dişewitîne

  • rojane
  • 10:22 2 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL - Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê  re 25 sal derbas bûn. Rojnameger Huseyin Aykol ku bûye şahidê serpêhatiya çapemeniya azad, diyar kir ku berê avahî dihatin bombekirin û wiha got: "Berê avahî bombe dikirin û digirtin. Lê niha bi dehan xebatkarên çapemeniyê tên girtin û dixwazin rojnameyan bigirin. Rojnameger Tugrul Eryilmaz jî anî ziman ku ew agir niha jî her kesî dişewîtinê. 

Ji salên 1990’î heta îro tu saziyek çapemeniya azad û neferê wê ku para xwe ji zext û girtinan negirtibe tune ye. Wek salên 90’î îro jî zextên giran li ser saziyên çapemeniya azad û endamên wê didome. Rojnameya Ozgur Ulke di bi zextên giran de di 28’ê Nîsana 1994’an de dest bi weşana xwe kiribû. Rojnameya Ozgur Ulke piştî 239 rojî ango di 3’ê Kanûna 1994’an de ji aliyê dewleta kûr a wê demê ve hat bombekirin û xwestin wisa rojnameyê bigirin. 
 
Piştî rojnameya Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Welat û dîsa Ozgur Gundem hatin girtin, çapemeniya azad di 28’ê Nîsana 1994’an de rojnameyeke bi navê Ozgur Ulkeyê derxist. Piştî Ozgur Ulke dest bi weşana xwe kir 239 roj şûnde di 3’yê Kanûna 1994’an de hat bombekirin û bi vî awayî hat xwestin ku bê girtin. Di şeva 3’yê Kanûna 1994’an de li Kadirgaya Stenbolê avahiya teknîkê ya rojnameyê û buroya navendî ya li Cagoglûyê û buroya wê ya Enqereyê bi awayekî hevwext hatin bombekirin. Di êrîşê de peywirdarê gihandinê yê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û gelek xebatkar jî birîndar bûn. Der barê kiryarên bûyerê de tu tişt nehatin kirin, lê belê kesên di bûyerê de birîndar bûn li nexweşxaneyê di dema tedawiyê de hatin binçavkirin. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê hat destpêkirin de, heta niha tu encam xwe nedaye der.
 
‘WÊ EV AGIR WE JÎ BIŞEWITÎNE’
 
Piştî bombebarankirinê Rojnameya Ozgur Ulkeyê serê sibehê li bayiyan bû û bi manşeta “Bu ateş sîzî de yakar” (Wê ev agir we jî bişewitîne) bersiv da kesên fermana êrîşê dan. Piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê, gelek derdoran piştgirî dan rojnameyê. Hin rewşenbîran bi nivîsên xwe yên di Ozgur Ulkeyê de nivîsandin  bertek nîşanî vê yeke dan û Orhan Pamûk, Mûrathan Mûngan, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn û Lale Mansûr jî di nav de komek nivîskar daketin kuçeyan û hejmara bi manşeta “Ulke’ne Sahip Çik” (Xwedî li Welatê Xwe Derkeve) belav kirin. 
 
Berî rojname bê bombekirin, 3 roj berê civîna MGK’ê çê bûbû û biryara bombekirinê di civînê de hatibû wergirtin. Di civînê de Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi vî awayî hedef hatibû girtin; “Divê weşanên terorê bên bêdengkirin.” Belgeya “lîsteyên mirinê” û “yên bên berterafkirin” ku bi îmzeya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller, piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê 15 roj şûnde hat weşandin. Di belgeyan de raste rast navê Ozgur Ulkeyê hebû û dihat diyarkirin ku divê dawî li fealiyetên weşanên rêxistinê bên. Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktûn di daxuyaniya xwe de fermana “berteraf bikin” wek fermaneke xwezayî dîtibû û ji bo bombebarankirina rojnameyê jî ev tişt gotibûn: “Em wisa difikirin ku ji bo Tirkiyeyê têxin rewşeke zehmet xwe bi xwe bombekirine.” 
 
JI 247 HEJMARAN DER BARÊ 220 HEJMARÎ DE BIRYARA BERHEVKIRINÊ HAT DAYÎN 
 
Di daxuyaniyên hatin dayîn de bombekirin wek tiştekî rewa hat nişandan û vê carê di 2’yê Sibata 1995’an de biryara girtina rojnameyê hat dayîn. Ji roja ku dest bi weşana xwe kir heta hejmara dawî rojname tim bi sansurê re rû bi rû dima û ji 247 hejmaran der barê 220’î jê biryara komkirinê hat dayîn. Piştî girtina Ozgur Ulkeyê çapemeniya azad 34 rojname derxistin û ji van hin jê rojekê şûnde hatin girtin hin jê piştî çend hefteyan.
 
Herî dawî Rojnameya Ozgur Gundemê di 16’ê Tebaxa 2016’an de avêtina ser rojnameyê û gerînendeyê karê nivîsan, gerînendeyê weşana giştî û endamên desteya şêwirê yên rojnameyê hatin binçavkirin.  Endama Desteya Şêwira Weşanê û nivîskar Asli Erdogan, zimnazan-nivîskar Necmiye Alpay û Gerînendeyê Weşana Giştî Bilir Kaya piştî 4 meh û nîvan girtî man hatin tahliyekirin. Gerînendeyê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya jî piştî 440 rojên girtîgehê û Xwediyê Şmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili jî piştî 301 rojên girtîgehê hatin tehliyekirin. Rojname di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin û deriyê wê hat mohrkirin. 
 
ORHAN PAMUK, AHMET ALTAN, LALE MANSUR...
 
Piştî bombekirinê piştevaniyek mezin ji bo rojnameyê belav bû. Hin rewşenbîran ji bo li dijî êrîşê berteka xwe bînin ziman bi nivîsên xwe kuncik dan. Koma ji rewşenbîrên mîna Orhan Pamuk, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn, Murathan Mungan û Lale Mansur pêk dihat derketin kolanê û hejmara manşeta “Ulkene Sahîp Çik (Xwedî li Welatê xwe derkeve)” belav kir.  
 
Beriya bombekirinê bi 3 rojan Desteya Ewlehiya Millî (MGK) civîna xwe li dar xistibû û pişt re ev bombekirin pêk hatibû. Di civîna MGK’ê de Ozgur Ulke bi şiklê “weşanên cudakar bila bên bêdengkirin” hedef hatibû nîşandan. Belgeya “Nepen” a ku Serokwezîra demê Tansu Çîler ku bi “lîsteyên mirinê” digeriya piştî 15 rojan hat weşandin. Di belgeyê de Çîler rasterast navê Ozgur Ulkeyê dide. 
 
Berdevkê Hikumetê yê wê demê Yildirim Aktuna têkildarî êrîşî daxuyanî dabû û gotibû: “Em difikirin ku wan xwe bi xwe bombe kiribe.” 
 
35 ROJNAMEYÊN DIN JÎ DERKETIN 
 
Piştî rojnameya Ozgur Ulke ji kevneşopiya çapemeniya azad 35 rojnameyên din dest bi weşanên xwe kirin. Hin rojname tenê rojek weşan kir, hin rojnameyan hefteyek weşan kir û hatin girtin. Herî dawî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya di 23’ê Tebaxa 2016’an de dest bi weşana xwe kir di 28’ê adara 2018’an de bi biryara Dadeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat girtin. Rojname dewrî TMSF’ê hat kirin, xebatkarên wê hatin binçavkirin û girtin. 
 
‘HEMÛ PLANAN XERA KIR’ 
 
Dixwestin bi bombekirinê pêşiya kevneşopiya çapemeniya azad bigirin. Lê piştî roja bombekirinê dîsa rojname weşana xwe kir. Bi sedan dilxwaz, nivîskar û rewşenbîr piştevaniya xwe aşkare kirin û li Beyogluya Stenbolê rojaneme belav kirin. Rojnameya dixwestin bigirin dotira rojê dîsa weşana xwe kir. Rojnameyê got ‘Dê ev agir we jî bişewitîne’ û bi vê manşetê gihîşt xwîneran. Ji ber ku di heman rojê de rêveberiya rojnameyê civiya û dixwest bersiva herî baş bi derxistina rojnameyê bersiv bide û wisa jî bû. Derketina rojnameyê hemû planên wan serûbin kir.” 
 
‘HEQÎQETÊ RADIGIHAND’ 
 
Rojnameya Ozgur Ulke li Tirkiyeyê dengê rastî yê muxalîf û azadîxwazan bû. Li dijî hemû cûre zext û êrîşan li ber xwe dida. Li ser şopa bi dehan şehîdan li ser xeta heqîqetê weşana xwe dikir. Şopdara kevneşopiya çapemeniya azad bû. Desthilatdariya wê demê hemû sazî û dezgehên çapemeniyê kiribûn amûrên şer. Ya li dijî vê jî disekînî û heqîqetê radigihand Ozgur Ulke bû. Ji ber vê yekê bû ku Ozgur Ulke di hedefa wan de bû. Çimkî li dijî kurdan şerê topyekûn hebû û dixwestin kurdan xelas bikin. Bi vê re jî dixwestin deng û awazên kurdan ji holê rakin. Nedihiştin dengê bi milyonan welatiyên dihatin koçberkirin, bi hezaran dihatin qetilkirin û şewitandina bi hezaran gund bê bihîstin. Di demek wiha de rojname xwedî mîsyonek girîng bû. Rojnameyê jî van qewimandinan dixwest rojane ji raya giştî re ragihîne. Piştî kuştina nûçegihan û tehdîtkirinê nikarin rojnameyê bêdeng bikin, vê carê xwestin bi bombekirinê ji holê rakin.
 
Yek ji şahidê wê pêvajoyê Rojnameger Tugrul Eryilmaz, diyar kir ku di salên 1990’î de ji ber zextên heyî yek ji komên dengê wan nedihat bihîstin gelê Kurd bû u wiha got: "Kurdan ji bo di çapemeniyê de cihê xwe nedidît, neçar man ku çapemeniya xwe ava bikin. Rojnameya Ozgur Gundem  û kevneşopiya wê di şertên wisa zor û zahmet de dest pê kir. Hemû derfetên abori gelê Kurd bi destê xwe ava kirin. Rojnameyê ne tenê cih da Kurdan, cih da Tirkan jî. Hêza siyasî ya wê demê destûr neda ku rojnameyek bi vî rengî hebûna xwe berdewam bike. Rojnameya Ozgur Gundemê demek pir kin hat girtin. Piştre Ozgur Ulke hat sazkirin. Ev rojname wekî yên din nehat girtin. Lê vê carê bombe kirin. Yekek car rojnameyek hat bombekirin. Rojnamemeger Ersin di bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Nêzî 20 mirov birîndar bûn. Piştî bombekirinê di aliyê rojnamegeriye de piştevaniyek xurt derket holê. Her kes hat wir. Gotin hûn alîkariyek çawa ji me dixwazin kerem bikin em amade ne." 
 
Eryilmaz, bal kişand ser cudahiya wê rojê û îro û wiha lê zêde kir: "Di nivîsê wê rojê veşartî hatin ditin de wekî îro hinceta qaşo li dijî yekîti û tevahiya mîllî ye. Serokwezîra we demê Tansu Çiller gotibû ewlehiya yekîtî û tevahiya mîllî dixe talûkeyê. Bifikirin bi ser rojnameyê de digirin, rojnameyan digirin. Niha 120 kes girtî ne, 97 kes girtî ne an jî 45 kes girtî ne tê niqaşkirin. Lê divê yek rojname jî ne girtî be. Niha çapemeniya azad bi girtinê bedel dide. 
 
‘EV AGIR ME JÎ DIŞEWITÎNE' 
 
Eryilmaz, anî ziman ku ji salên 90’î heta niha peyva “Beka” heye û wiha lê zêde kir: "Îqtîdara rastgir wekî kabuseki ketiye ser Tirkiyeyê. Rojnamegerekî ku rastiyê bêje û serê wî neêşe tune ye. Wê demê ji ber ku min bi Rojnameya Ozgur Ulke re piştevanî kir, 15 meh cezayê girtîgehê li min birîn. We demê piştî Rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin roja dîtir bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewetîne". Ez niha dinerim bi ratî ev agir îro me jî dişewitîne."  
 
AYKOL: GIHIŞT ASTA JOR 
 
Yek ji şahidê wê demê Rojnameger Huseyin Aykol jî anî ziman ku li ser kevneşopiya çapemeniya azad heta îro 52 rojname çap kirine û wiha got: "Ji salên 90’î heta niha hemû hêjmarên rojnameyan ên hatin çapkirin di nava şert û mercên pir zahmet de hatin çapkirin. Di salên 90'î de kuştinên faîl nediyar pir zêde bûn. Gund dihatin valakirin û şewitandin. Ji van êrîşan me jî para xwe girt. Hevalên me hatin kuştin û girtin. Hin hevalên me hatin sirgunkirin. Tevî Musa Anter û belavkarên rojnameyê zêdeyî 50 şehîdên rojnameyê hene. Dema Ozgur Ulke hat bombekirin tundî û zextên li ser çapemeniyê di asta herî jor de bû. Piştî Ozgur Ulke bombe kirin ji zext û tundîya li ser çapemeniya azad bi dawî nebû. Di heman salê de hevalekî me yê belavkar hat kuştin." 
 
Aykol, destnîşan kir ku dema Ozgur Ulke bombe kirin got 'Vê carê bi ser ketin em ê êdî nikaribin rojnameyê çap bikin' û wiha lê zêde kir: "Ez wê rojê çû çûm rojnameyê. Min dît agirkuj hêj agir vedimirînin. Ez ji wer derbasî kovara ku lê dixebitim bûm. Min manşet guhert. Ez li kovarê bûm Gultan Kişanak bi telefonê li min geriya û got ‘Em rojnameyê çap dikin' Ez bi lez çûm wir. Me komeleyên cuda yên sosyalist bikar anîn û me rojname çap kir. Roj dîtir me 4 rûpel rojname çap kir. Rewşenbir, niviskar û hunermendan gotar dan rojnameyê. 
 
Roja din derketin kolana Îstîklalê û rojname firotin. Hemû li dijî êrîşan pir bi pertek bûn. Piştevaniyek pir xurt hebû. Ozgur Ulke bi bombekirinê nekarîbûn bigirin. Lêpiştre bi rêya dadgehê girtin. Her ku wan girt me yek din vekir û me çap kir. Wê demê piştevaniyek pir xurt hebû. Em vê piştevaniyê mixabin îro zêde nabînin. 
 
‘ÎRO 10 HEZAR ROJNAMEGER BETAL IN'
 
Aykol, da zanîn ku wê demê pir rojnameger dihatin kuştin û wiha lê zêde kir: "Dibe ku îro zêde rojnameger nayên kuştin, lê gelek rojnameger girtî ne. Rojnamegeran digirin. Niha 21 hevalên mey ên girtî hene. Zext dîsa didomin. Hin caran em nikarin çapxaneyê bibînin ku em rojnameyê çap bikin. Ozgur Ulke  dema hat bombekirin, roja dîtir bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne" hat çapkirin. Îro zêdeyî 10 hezar hevalên me yên rojnameger betal in." 
 
Ger ku gel hatibûya bêdengkirin, nasnameyawan ji destê wan hatibûya derxistin, partî û rêxistinên sosyalist nebûna, îro dê çapemeniya azad jî nebûya. Têkoşîn çiqas zêde bibe çapemeniya azad jî dikare li ser piyan bimîne. Tu armanca me ya em bibin xwedî nav û deng tune ye." 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/12/2019
16:03 Astengdaran 600 name ji parlamenteran re şandin
15:46 Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû
15:46 Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin
15:45 18 meh şûnde îdîanameya kuştina endamên malbata Şenyaşar amade kirin
15:27 Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
15:03 Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin
13:46 Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî'
13:32 Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin
13:30 Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
13:28 Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin
13:21 Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye?
13:19 Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir
12:41 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:17 'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'
12:12 Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 Di Mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin, 13 zarok rastî îstîsmarê hatin
11:20 Dozger xwest rojnameger Topaloglu were girtin
10:47 'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin'
10:40 DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir
10:14 33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin
10:12 Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû
10:07 Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn
09:19 ‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede'
09:19 Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket
09:18 Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike
09:18 Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan
09:17 ‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide'
09:16 Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
09:01 Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
04/12/2019
17:30 Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!
17:02 Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê
16:26 OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne
16:19 Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan
16:02 Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike
16:00 Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye
14:38 Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da
14:38 Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye
14:23 Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir
14:13 Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin
14:04 ‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’
14:03 Li Elbîstanê 3 HDP’î hatin girtin
13:08 Nor Zartong ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişiya û banga boykotê kir
13:00 KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir
12:59 Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’
12:51 Mamosteyan Fêrgeha Dogayê boykot kir
12:32 Li Colemêrgê qezaya trafîqê: 2 kes mirî û 6 birîndar
11:46 PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin
11:35 Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket
11:35 Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin
10:53 Li Kocaeliyê 14 rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin
10:29 Temel: Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî
Kirkaya: Doza kurd doza zimên e
10:27 Partiyên kurd bi rojeva 'yekitiya neteweyî' tên gel hev
09:54 Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
09:20 Doz li polîsê Efe Tektekîn ê 5 salî kuşt hat vekirin
09:19 Li 'Komunîst'ê 76 salî yê nikare rabe ser xwe 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:17 Bendava Ilisûyê rêya koçeran jî girt
09:16 Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin
09:15 Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...
09:15 Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL
09:14 Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî
09:13 ‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’
09:12 ‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’
09:11 Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN
03/12/2019
21:39 Rojnamevan Topaloglû û Eser hatin girtin
21:11 Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da asteng kirin
19:35 Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin
19:09 Macron: Tirkiye li dijî hêza ligel me li dijî DAIŞ'ê şer kiriye şer dike
18:25 Partî û rêxistinên siyasî: Ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike
18:07 Li Êlihê 5 kes girtin
17:54 Nûçegîhana me Altan serbest berdan
17:17 Rojnamegerên ji Hurriyetê hatin avêtin: Em ê mafê xwe bistînin
16:58 Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê
16:46 Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin
16:30 7 endamên Sendîskaya Birleşik Metal Îşê ji kar avêtin
15:47 Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne
15:35 Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir?
14:59 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin
14:47 Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire
14:40 ‘Divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran bê rakirin’
14:39 Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin
14:35 Nûçegihanên me Eser û Topaloglu birin dadgehê
14:08 TJK-E: Bi êrîşa Til Rifatê dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin
14:07 Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn
14:00 Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin
13:49 Nûçegihana me Bêrîvan Altan birin dadgehê
13:37 Buldan: Krîza aborî ya kûr heye
13:04 Kesên ji bo Demîrtaş çalakî li dar xistibûn, hatin berdan
12:58 Girtiya 64 salî Aydogan jiyana xwe ji dest da
12:41 Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin
12:24 ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin
12:01 TEVDEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in
11:45 Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin
11:31 Zehmetiyên wan ên herî mezin: Sersarî, ragihandin û bêkarî
11:26 Polîsan Nûçegîhanê ETHA Işik binçav kirin
11:20 HDP: Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye