Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?

  • jin
  • 09:17 29 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Mûtlû Kaya, ji ber êrîşeke çekdarî ji 92 astengdar bû. Di êrîşeke çekdarî de jî parêzera wê û xwişka wê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Kaya, diyar kir ku ji ber ku cezayekî baş nehatiye birîn ev yek bûye sedema cinayetên nû û pirsî: "Ma jiyana jina ev qasî hêsan e." 

Piştî bi qanûna înfazê re bi hezaran kes hatin berdan, fikarên mexdûrên şidetê zêdetir bûn. Hin mêrên ku sûd ji vê qanûna navbirî girtin, piştî hatin berdan şideta xwe ya li ser jin û zarokan didomînin. Yek ji mexdûrên şidetê jî Mûtlû Kaya ye. Kaya, bertek nîşanî qanûna înfazê ya nû da. 
 
Mûtlû Kaya (24) ku li navçeya Erxenî ya Amedê dijî, di Gulana 2015'an de Veysî Ercanê 19 salî bi çekê êrîşî wê kiribû. Di vê êrîşê de bi giranî birîndar bibû û piştî tedawiyeke bi mehan, ji sedî 92 astengdar ma. Veysî Ercanê ku êrîşî Kaya ya ku niha bi zorê diaxife û nikare dest û piyên xwe bilebitîne kiribû, piştî êrîşê bi çend rojan hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. 
 
CEZAYÊ WÎ SALEKÊ KÊM BÛ 
 
Di sala 2016'an de 15 sal ceza li Kaya hatibû birîn. Lê belê bi qanûna înfazê ya nû re wê 3 salên cezayê xwe di girtîgeheke vekirî de û wê 2 salên dawî jî bi awayekî kontrolkirî li derve derbas bike. Bi vî awayî wê cezayê wî salekê kêm bibe. 
 
PARÊZERA WÊ Û XWIŞKA WÊ KUŞT 
 
Piştî êrîşa li dijî Kayayê bi 4 salan, parêzera wê Muzeyyen Boylû (43) jî bi êrîşa çekdarî ya hevjînê xwe yê dev jê berdabû re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha di Adara 2020'an de jî li Amedê xwişka wê Dîlek Kaya ji hêla efser Y.Ç. bi êrîşeke çekdarî hatibû kuştin. 
 
Kaya, diyar kir ku ji roja ku êrîşî wê hatiye kirin heya niha zor û zehmetiyê dikişîne û got, daşikandina cezayê êrîşka rnayê qebûlkirin. Kaya, got: "5 sal berê qetilxûnek êrîşî min kir. Gava min çavê xwe vekir ez li beşa awarte me. Tu ferqa min û miriyan ji hev tunebû. Lê beramberî jiyana keçek ciwan rabûn 14 sal li vî qtilxûnî birîn." 
 
ÎJAR EZ Ê ÇI BIKIM? 
 
5 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî Kaya bi zorê diaxife û got: "Nikarim bi tena xwe xwarinê bixwim. Ciwantiya min çû. Dibistana min çû. Belkî qet û qet zarokên min jî çênebin. Ev zilam jiyana min mahf kir. Ma ev cezayê lê hatiye birîn bes e? Te bi qanûna înfazê re jî lê şikandin. Îjar ez ê çi bikim? Ka xeyalên min? Ka dibistana min? Belkî jî heya sax bim wisa bim." 
 
HEGER EDALET PÊK BIHATA...
 
Kaya, destnîşan kir ku ji ber cezayekî baş li êrîşkar nehatiye birîn, wê ev yek bibe sedema cinayet û êrîşên nû û got: "Mehek berê heman tişt hat serê xwişka min Dîlekê jî. Wê nikaribû li ber xwe bide, mir. Niha di bin axê de ye. Heger cezayekî baş li qetilxûnê ku ez xistim vî halî bihata birîn, belkî niha xwişka min sax bûna. Wê ew qetilxûn xwişka min nekuştana. Bang li serokomar dikim. Dengê min bibihîsin. Êdî bes e. Xwişka min di bin axê de ye, wekî ez jî di bin axê de bim. Bêhna min dernayê. Hela bêjin ka ciwantiya min? Ma hûn ê karibin ciwantiya min bidin min? Hûn nikarin ne wisa? Bila edalet pêk bê. Ma ez ew qasî ji rêzê me? Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e? Êdî bes e."  
 
Parêzera Kayay Parêzer Hatîce Demîr, anî ziman ku divê cezayê Veysî Ercan ji 2/3 di girtîgehê de bê înfazkirin, lê belê heger 5 salên xwe li gor rewşa baş derbas bike wê wî bişînin girtîgeha vekirî û got, wê sala dawî jî bi awayekî kontrolkirî bê berdan. demîr, got: "Lê belê bi vê qanûna nû re wê Ercan 3 salan di girtîgeha vekirî de bimîne û wê 2 salên dawî yên cezayê xwe jî bi awayekî kontrolkirî li derve derbas bike. Yanî wê cezayê kiryar salekê kêm bibe." 
 
Demîr, destnîşan kir ku di qanûna cezayî de valahiyek heye û got: "Mesela cezayên li dijî hevjîn an jî ferdekî malbatê bên kirin wekî 'rewşa biwesf' tên qebûlkirin, lê belê sûcên li hemberî hevjîna xwe ya berê an jî partneran tên kirin wekî 'rewşa biwesf' nayên qebûlkirin. Ev yek jî bandorê li cezayê hatiye birîn dike. Ji ber ku dadgehê gotiye delîl tunene ku mirov bêje bûyer bi awayekî plankirî hatiye kirin, 15 sal ceza hatiye birîn. Divê sûcên li dijî hevjînên berê û partneran tên kirin jî daxilî nav çarçoveya rewşa biwesf bên kirin. Lê belê dadgehê xesara ku kiryar li Mûtlûyê kiriye esas negirtiye. Çimkî di vî warî de hê jî di qanûnê de valahiyek heye." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel

Sernavên din

30/04/2020
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin