'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'

  • rojane
  • 09:13 30 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz, diyar kir ku li girtîgehan li dijî şewbê tedbîr nayên girtin û xwest hêj talûke zêde nebûye girtiyan serbest berdin. Temîzyuz, ji bo tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê jî got: “Axaftina telefonê mafê her girtî yê hiqûqî û zagonî ye. Tirkiye 21 salin hiqûqê binpê dike." 

 
Hevserokê Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz, îhlalên girtîgehan, tecrîda li ser Îmraliyê û qanûna înfazê ya ku HDP'ê bir AYM’ê nirxand. Temîzyuz bal kişand ser derxistina qanûna înfazê ya girtiyên siyasî li derve hişt û wiha got: “Hêj qanûna înfazê nebiribûn meclisê, me MED TUHAD-FED serî li partiyên siyasî yên li meclîsê, Komisyona Mafê Mirovan a Meclîsê, Wezareta Dadê û Serokomariyê da. Me xwest qanûneke hevpar û li gorî rêgeza wekheviyê bê amadekirin. Wezareta Dadê got ‘me tedbîr standine’ lê hefteyek şûnde girtiyan diyar kirin ku tu tedbîr li girtîgehan nehatine girtin. Malbatan jî daxwazname şandin Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER). Piştî daxwazname û serîlêdanan hin gav hatin avêtin. Lê hêj li gelek girtîgehan tedbîr tune ne. Wekî tedbîr girtî xistin hucreyê. Ev ne tedbîr in tecrîd e. Eger girtiyek nexweş be û 14 rojan bê tecrîdkirin, wê demê nexweşiyên mezintir derdikevin holê.”
 
‘ZIYARETÊN PARÊZER Û MALBATAN HATINE QUTKIRIN' 
 
Temîzyuz, diyar kir ku hevdîtina malbatan û parêzeran hatiye qutkirin tenê malbat dikarin bi telefonê biaxivin û wiha axivî: “Li Girtîgeha Wanê ji bo ku girtî derbarê nexweşiya vîrusê diaxive, malbat cezayê telefonê û neaxaftinê digire. Ev çi derdixe holê dibên ‘em çi bikin bila bikin girtî û malbat divê ser neaxivin.’  Em jî dibêjin hûn çi dibêjin bêjin em ê bipeyivin û ser van pêkanînên we de werin. Ji ber we di pêşengtiya MED TUHAD-FED’ê de OHD, ÎHD û ÇHD me di nava hefteyê de agahî ji malbata girtin. Kîjan girtîgehê kîjan pirsgirêk tên pêkanîn gij tên federasyonê û komeleyan.” 
 
'GIRTÎ DI HUCREYAN DE NE' 
 
Temîzyuz, da zanîn ku her duşem bultena der barê girtîgehan parve dikin û got: “Me vê hefteyê bultena duyê weşand. Piştî bultenê li ser li ser hesabê twîtterê bi taga "Agahiya we ji girtîgehan heye" saet di 20.30’an de parve dikin. Em dixwazin rewşa girtîgehan bikin rojev. Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê hinek girtî di hucreya de ne. Li Girtîgeha Afyonê girtiyên ku ji Balikesîrê anîn ji ber şertên girtîgehê qebûl nakin zêdeyî 2 meh in di hucreyan de ne. Di Girtîgeha Şakranê de odeyen vala hene lê 24 - 30 kesan di odeyekê de digirin. Armanca hikûmetê û gotinên Wezîrê Dade ji hev pir cuda ne. Ji ber wê em ne îkna ne. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin." 
 
Temîzyuz, destnîşan kir ku Wezareta Dadê dibê ‘rûpoş, lepik û malzemeyên paqijiyê didin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî bi rêya malbatên dibêjin malzemeyên paqijiyê nikarin bigirin. Gelo em ê ji daxuyaniya Enqereyê bawer bikin an ji pratîka wan bawer bikin? Ji bo me pratîk girîng e. Girtî Mustafa Geylanî yê li Girtîgeha Gumuşhaneyê, ji Komisyona Şopandinê ya Mafê Mirovan a Meclîsê tenê xwesteka wî hebû. Digot ‘werin tiştekê guhdar nekin.  Tenê kamerayên di girtîgehê de 24 saetan dixebitin temaşe bikin. Wê demê her  tişt diyar e." 
 
‘DIVÊ WEZARETA DADE DANEYÊN ŞEWBÊ EŞKERE BIKIN’
 
Temîzyuz,  bibîrxist ku li gor daneyên ku Wezareta Dadê 120 girtî bi şewbê ketine û got: “Her malbatên ku xizmên wan girtî dê bêjin ‘ecêp girtîgeha ku zarokên min tê da ew girtîgehe?’ Hewceye ku Wezareta Dadê di kîjan girtîgehan de nexweşiya şewbê heye? Çend kes in? Ji gardiyanan, ji eskeran, ji bijîşkan belav bûye? Ji kê belav bû ye eşkere bikin. Divê Wezareta Dadê cidî tevbigere û samîmî daxuyaniyan bide. Niha ji bo girtiyên nexweş me serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Kîjan dewletê bûya ji ber şewbê niha girtiyên nexweş hatibûna berdan. Mehmet Emîn Ozkan 81 salî ye. Ji sedî 87 rapora wî ya ku nikare di girtîgehê de bimîne heye. Ergîn Aktaş du destên wî nînin. Suphî Îsmaîl. dayikên 70 salî hene. Gelek mînak hene." 
 
‘GIRTIYAN SERBEST BERDIN’
 
Temîzyuz, gotina rayedaran a ‘Bila kesên zêdeyî 65 salî dernekevin derve’ rexne kir û wiha lê zêde kir: “Yên 80 sal emrê wan hene di girtîgehan de ne. Hûn ji bo ve yekê çi dibêjin? Hikumet polîtîkayên rojane dimeşîne.  Aliyekî jî dibêjin em nexweşiya şewbê xelas bikin. Dixwazin nexweşiyê jî normal bikin û bidin qebûl kirin. Belavbûna nexweşiyê dê bibe sebebê bi hezaran miriyan Divê hikumet di demekî kin de tedbîran bistîne û girtî serbest werin berdan. Gelek dewletên cîhanê di vê hêlê de gav avêtin. Dewleta Tirk rabû ji bo yên weke Alaattîn Çakici efû derxistin. Hikumetê hevkarên xwe berdan. Divê ji vê vesazkirinê paşve gavê biavêje. Hêj rewş ne gihiştiye asta xerabûnê serbest berdan dest pê bikin. Daxwaza civakê û malbatan di vê astê de ye.”
 
‘QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ HIQÛQÎ YE’
 
Temîzyuz, bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê yê berê Hikmet Samî Turk a ‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) qanûna înfazê betal bike' û wiha berdewam kir: “Samî Turk ji ber bê hiqûqî û cudatiyê wisa digot. Dema mirov dinêre Tirkiyê îro di aliyê demokrasiyê, hişmendiyê, zagon û guhertinê de pir pir paşve çûye. Hem CHP’ê serî li AYM’ê da ye hem jî girtî di girtîgehan de serî lê didin. Qanûna înfazê bê hiqûqî ye. Vesazkirineke ji bo nexweşiyekê hatiye kirin lê cudatî heye. Nexweşî dema kete hundirê girtîgehê girtiyan ji hev cuda nake. Ji rêxistinên navnetewî jî bang hatin kirin ku ewil kesên ji ber fikr û ramanên xwe hatî girtin ku werin berdan. Ne kesên ku li dijî civakê û kesa sûc kirî. Ew divê herî dawî werin berdin. Kete çapemeniyê jî kesekî ku di çarçoveya vê paketê de derketî di heman rojê de derketî mirovek kuşt. Ji ber vê yekê hewceye AYM daxwazên civakê û vê piratîka sûc berçava bigire û peywîra xwe bicih bîne. Lazime bê alîbûna xwe di vir de nîşan bide û gav biavêje.”
 
‘JI BO ÎMRALIYÊ HEWCEYÊ HIQÛQÊ BICIH BÎNIN’
 
Temîzyuz, tecrîdkirina li Îmraliyê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan li Îmraliyê 21 salin tê tecrîdkirin. Tecrîd li gorî polîtîkayên Tirkiyê pêk tê. Teclîd li Rojhilata Navîn li dijî gelê kurd û demokrasiyê pêk tê. Polîtîkayên li Rojhilata Navîn ewkil li Îmraliyê dixin meriyetê. Ji ber ku birêz Ocalan di hêla jiyana bi hevre, çareseriyê, aşitiyê de peyam dide. Hikumet dema di şer de israr dike tecrîdê giran dike. Tecrîda girtîgehên din jî girêdayî tecrîda Îmraliyê ye. Malbatên girtiyan, gel dixwazin tecrîda li Îmraliyê rabe. Birêz Ocalan piştî 21 salan yekem car bi telefonê bi malbatê re diaxive. Ev ne lutufeke. Mafê her girtî yê zagonî ye. 21 salin Tirkiye hiqûq binpê kiriye. Hewceye hiqûqa heyî pêk bînin. Lê kêfî nêzîk dibin. Axaftina malbatan a li dozgeriyê jî pirsgirêkeke, eziyetê bi malbatê didin kişandin em qebûl nakin û nayê qebûl kirin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme 
 

Sernavên din

30/04/2020
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin