STENBOL - Li tevahiya cîhan û Tirkiyeyê, jinan li ser hesabên xwe yên medya civakî piştevanî dan hev û li dijî êrîşên li ser xwe bersiv dan dewletan.
Li Tirkiyeyê jinan, li dijî paşve vekişîna Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan û tundiya li dijî jinê pêş dikeve li ser hesabên xwe yên medya civakî ketin nava liv û tevgerê. Jinan duh di saetên şevê de, li ser hesabên xwe yên medya civakî, wêneyên xwe yên reş û spî parvekirin û li dijî kiryarên li ser jinan ên li welan tên jiyîn derketin.
LI DIJÎ DEWLETÊ DERDIKEVIN
Jinan di bin wêneyên parvekirin de, bi etîketa #ChallengeAccepted (Li dij derketin hat qebûlklirin) parvekrinên “Piştevaniya jinan” û “Peymana Stenbolê dide jiyîn” kirin.