AYDIN - Jinên ku di saetên serê sibê de, dikevin ser rêyên zeviyên çîlekan, bi halê xwe re rojî dibin germaniya sera de, rojê bi 70 TL’an yewmiye dixebitin. Karên têkoşîna xizantiyê didin, dan zanîn ku perê qezenc dikin, têra bazarê jî nake.
Yek ji navend û bajarên Tirkiyeyê yên herî zêde hilberîna çîlekan lê tê kirin Aydine. Hilberînerên Aydin dest bi berhevkirina çîlekan kirin. Çîlekên ku herî zêde li navçeyên Koşk, Efeler, Sûltanhisar û Nazîllî di serayan de tên hilberandin, ji aliyê jinan ve tên komkirin û di qaseyan de tên bicihkirin. Çîlek heya 9 mehan dibin serayan çêdibin û heya 3 mehan jî hilberînê didin. Ligel hilberîna îsal a baş jî, karker û hilberîner ji krîza aborî ya heyî bi gazindin.
YEWMÎYE 70 TL YE
Karkerên jin ligel gefa vîrûsa koronayê û rojiya remezanê jî, her serê sibê berê xwe didin zeviyên çîlekan û wan berhev dikin. Jinên ku ji bo debara mala xwe bikin, serî sibê saet 05.00’an şiyar dibin û dest bi xebatê dikin. Jinên ku ji ber rojiyê niha heya saet 13.00’an dixebitin, heqdestê wan 70 TL ye. Jinan, diyar kirin ku pereyê qezenc dikin, encex têra nan û ava wan dike.
DIBIN SINORÊ XIZANTIYÊ DE
Guneş Kaçmaz a berî karê komkirina çîlekan di fabrîqeyê de dixebitî, ev 3 salin ji bo komkirina çîlekan tê herêmê. Kaçmaz, anî ziman ku ew saet 05.00’ê şiyar dibin û wiha axivî: “Ez zaroka xwe ya 8 salî li malê dihêlim û têm. Hevjînê min karê înşeatê dike. Ji ber ku kar nabîne, niha naxebite. Ez tenê di malê de dixebitim. Li malê em 7 kesin. Em bi yewmiyeke 70 TL’an debara xwe dikin. Kîloyek ron bûye 70 TL. Em dibin sînorê xizantiyê de dijîn. Em nikarin pereyê bazarekê jî qezenc bikin. Şert û merc pir giran bûne.”
JI BO JINAN HÎN ZORTIRE
Menîce Eres jî, anî ziman rewşa wan a aboriyê ne başe û wiha got: “Ji ber vê ez îsal hatin komkirina çîlekan. Şertên jiyanê pir zor bûye. Em di kirê dene. Ji bilî min kes naxebite. Ev 3 mehin ez nikarim kirêya xwe bidim. Têkoşîna jiyanê pir zor bûye. Piştî ji vir diçîm bi halê xwe yê rojî, karê malê dikim û xarinê çêdikim. Jiyana ji bo me jinan pir zortire. Desthilatdariyê gel mehkûmî feqirtiyê kiriye. Îro pîvaz û petatan belav dikin. Em van naxwazin. Petateyên bidin me qeyme heftiyekê zikê xwe pê tije kir. Gelo emê heftiya din çi bixwin? Ew bi xwe di malên xwe, keyf û seyranê dikin. Lê zarokên me birçîne. Êdî em nizanin emê çi bikin. Em ji mirovahiyê derxistin.”
SIFREYÊN ME VALE NE
Vesîle Dayan jî, bal kişand ser rewşa xwe û wiha bilêv kir: “Dema ez ji malê derdikevim, kes nîne li zarokên min mêze bike. Aqlê min her tim li ser wan dimîn. Lê ez neçarim bixebitim. Ger ez ne xebitim emê birçî bimînin. Bi şev û roj em dixebitin, lê dîsa têrê nake. Qezenca me pir kême. Gelo kî dikare bi vî pareyî zikê xwe tije bike. Sifreya me vale ye. Em di demek pir zor û zehmet re derbas dibin. Ez dixwazim êdî ev rewş bi dawî bibe.”
EME QEZENC NAKIN
Hilberîner Turkan Ûyanik jî, gazindên xwe yên derbarê krîza aboriyê de, wiha vegotin: “Hilberînertiya çîlekan kirin pir zor û zehmet. Çîlekên em diçînin 9 mehan di serayan de tên rawestandin. 9 mehan em li zeviyên çîlekan mêze dikin û 3 mehan jî kom dikin. Karekê pir zore. Ji bo vî karî pereyek zêde divê. Hilberîna îsal başe. Li bazarê kîloya çîlekan bi 15 TL ne. Lê tenê qezenca komîsyonan heye. Em hilberîner her tim deyndar dimînin. Ji neçarî em vî karî dikin.”
MA / Semra Tûran