Di roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê de jin: Bayê JINHA’yê li dinyayê wer bû

  • jin
  • 10:50 3 Gulan 2021
  • |
img
ÎZMÎR – Rojnamegerên jin ku bi JINHA’yê bêhneke cuda bi rojnameberiyê dan kişandin, îro bi rêxistinên xweser, komîsyonên jinan ên rêxistinan, ajansên jinan, rojname, kovar û televîzyonan cudabûna jiyanê derxistine holê. 
 
Di sala 1993’an de bi biryareke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat girtin 3 Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat qebûlkirin. Armanca vê rojê ew e ku rola parastina demokrasiyê ya çapameniyê destnîşan bike, rojnamegeriya bi etîk derbixe pêş, welatên ku çapemeniyê zêde sansur dikin hişyar bike û berpirsyariya rayedaran bi bîra wan bixe. 
 
LI TIRKIYEYÊ AZADIYA ÇAPAMENIYÊ
 
Rojnamegerên Sînor Nenas ên Navneteweyî (RSF) Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Sala 2021’an di meha nîsanê de aşkera kir. Di rapora ku azadiya çapameniyê bi paş ketibû de Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 153’an de cih girt. Li Tirkiyeyê rojnamegerên ku di bin zext û girtinan de kare xwe dikin di paş de gav navêjin. Bi taybetî jî li bajarên herêmên zextên li ser rojnamegeran zêdetir in. Rexmî vê jî li bajarên herêmê bi pêşengiya jinan di qada çapameniyê de destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û ev rewş bandora xwe li seranserê dinyayê kiriye. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERÊN JIN
 
Li gorî di Rojnamegeriyê de Komîsyona Jinan, ji destpêka sala 2021’an ve 7 rojnamegerên jin hatine kuştin. Êrişên li dijî rojnamegeran gihîştine 348’an. Vê rêjeyê li gorî sala borî ji sedî 130,34 zêde bûye. Bûyerên êrişê yên îsal piranî bi rêyên qanûnî tacîz in. Bi giştî 74 rojnameger derketin pêşberî dadgeran. Ji van ji sedî 50’yî wan li Tirkiyeyê ne. Bi hinceta nûçeyên ku nivîsandine û parvekirinên wan ên li ser medya civakî derbarê rojnamegerên jin de bi daxwaza tazmînatê doz hatin vekirin. 
 
REWŞA ROJNAMEGERÊN JIN ÊN LI TIRKIYEYÊ
 
Li Tirkiyeyê gelek rojnamegerê bi sûcdariya “rêxistinê” tên darizandin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Ji bilî darizandinê li seranserê dinyayê 45 nûçegîhanên jin dema ku nûçeyan dişopandin hatin binçavkirin. 38 rojnamegerên jin bi kampanyayên li ser înternetê hedef hatin nişandan. Li qadê êriş li 37 rojnamegerên jin hat kirin. Herî kêm 34 rojnamegerên jin di şertên pandemiyê de ji kar hatin avêtin. Li 25 rojnamegerên jin jî li cihê karê wan mobîng li wan hat kirin. Ji destpêka salê ve gef li 20 rojnamegerên jin hatiye xwarin. Êrişa zayendî li 17 rojnamegerên jin hatiye kirin. Li 16 rojnamegerên jin jî êrişa fizîkî hat kirin. Li 9 rojnamegerên jin jî cezayê girtîgehê hat birîn. Bi devkî li 8 rojnamegerên jin tacîz hat kirin. Êrîşa nîjadperestî li 3 rojnamegerên jin hat kirin. Zexta dewletê li 4 rojnamegerên jin hat kirin. Rojnamegereke jin hat revandin û 2 rojnamegerên jin jî bi gotinên zayendî hedef hatin nişandan. Sûîqast li rojnamegereke jin hat kirin û hê jî bersûc nehatiye girtin.
 
DI 10 SALAN DE ROJNAMEGERIYA JIN
 
Li Tirkiyeyê û li Cîhanê di 10 salên dawî de jinan destkeftinên mezin, guhertin û veguhertin pêk anîn. Jinên ku bi pênûsên xwe zext, mêtin, talan, mirin û her cure nêzîkatiyên antîdemokratîk teşhîr dikin, di heman demê de li dijî hişmendiya zilam jî têkoşîneke mezin dan. Jinên ku di asta rêveberiyê de cih girtin di zimanê nûçeyan de rêyeke nû vekirin.
 
QOLTIX HATIN HEJANDIN
 
Ji navendên nûçeyan heta nûnertiyên buroyan, zilaman dest bi windakirina îmtiyaz û koltixên xwe kirin. Rojnamegeriya Jin a bi têkoşîna jin re mezin dibe, li navêndên nûçeyan bi nêrîneke cuda pêşengtiya veguhertinê dikin. 
 
YEKEMÎN AJANSA JINAN A DI CÎHANÊ DE: JINHA 
 
Sazîbûna ku nêrîna jinê li medyayê zêdekir û neşter li serweriya zilam xist bû Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA). JINHA ya di cîhanê de bû yekemîn ajansa jinan, di sala 2012’an de di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Amedê dest bi weşana xwe kir. JINHA di demekî kurt te bû bêhn û dengê rêxistinên jinan. Jinên ku li ajansê xwedî derketin, têkoşîn û kelecena xwe parve kirin. 
 
BANDOREKE CÎHANÎ KIR
 
JINHA ya hemû kadroyên wê yên îdarî û teknîkî ji jinan pêk dihat, di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Ajansa ji zimanê zilam ê di medyayê de dihat bikaranîn re nûbûnek anî, ji bo ku di nûçeyên xwe de feraseta “berdewama nifşê zilam” bişkîne “paşnav” bikarneanî. Ajansa heta roja ku hat girtin îmze avêt gelek serkeftinan, ji gelek rêxistinên pîşeyî re bû mînak. Gelek rêxistinên pîşeyî  piştî JINHA’yê bi rêya komîsyonên serbixwe rêxistinên jinan bi rêve birin. 
 
KOMÎSYONÊN JINAN HATIN AVAKIRIN
 
Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) a di sala 1952’yan de hat avakirin, cara ewil di sala 2013’an de komisyona jinan ava kir. Komîsyon, li dijî zimanê zilam ê medyayê û zimanê dijminatiyê gelek xebat meşandin û ev xebat weke raporan ji raya giştî re hat parvekirin. Di Cemîyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) ya di sala 1946’an de hatiye avakirin de jî di sala 2013’an de Komîsyona Rojnamevanên Jin hat avakirin. Komîsyona ku  ji ber pirsgirêkên rojnamevanên jin dikişînin derxîne holê û zimanê zilam ê di medyayê de tê bikaranîn biguherîne hatiye avakirin “Kilavûza Nûçeyên Wekhev Zayendî Civakî/Jin û Medya” amade kir. Sendîkaya Xebatkarên Çapxane Weşan û Çapemenî yên Tirkiyeyê ku girêdayî DÎSK’ê, ji sala 2019’an û vir ve bi navê Jinên Dîsk Basin Îş’ê xebatên xwe bi rêve dibin. 
 
PLATFORMA JIN: MKGP
 
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) jî ji bo pirsgirêkên rojnamevanên jin ên di qadê de çareser bikin, di sala 2017’an de Roja Azadiya Çapemeniyê de hat damezrandin. Platforma ku di pêvajoya OHAL’ê de hat avakirin, ewilî bal kişandin pirsgirêkên rojnamevanên jin ên di vê pevajoyê de dijîn û xebatên di vê çarçoveyê de bi rêve birin. Platforma ku ji rojnamevanên ku xwestin nûçeyên jinan çêbikin û piştevaniya rojnamevanên bêkar man kir, ji bo rojnamevanên jin karê xwe berdewam bikin alîkariyeke mezin kir. Platforma di qada navneteweyî de jî piştevaniya rojnamevanên jin kir, bi atolyeyên dikir jî ji bo pêşveçûna hempîşeyên xwe alîkariyeke mezin da wan. 
 
KOALÎSYONA JINAN 
 
Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWJ) bi armanca di qada navnetewî de tora piştevaniya ji bo rojnamevanên jin biafirîne di sala 2017’an de hat damezrandin. Li gelek welatan, kom û beşên cuda tîne ba hev. Dixwaze qadek bêcihêkarî û bêyî sînor hebin tora piştevaniya jinên rojnamevan li pêş bixe. 
 
ŞÛJÎN 
 
Piştî JINHA’yê di sala 2016’an de rojnameya Şûjin a li ser înternetê dest bi weşanê kir. Di armancê wê de nûçe û rojnamevaniya jinan hebû. Temenê rojnameya Şûjin jî kurt bû û bi KHK’ê di sala 2017’an de hat girtin. 
 
JINNEWS
 
Tecrûbe û azmûna rojnamevaniya jinan bi JinNewsê berdewam dike. Ajansa jinan JinNews ji bo di medyayê de bibe deng û rengê jinan, ji bo li her qadan jiyan û têkoşîna jinan derxe pêş dest bi weşana xwe kir. JinNews bi dirûşmeya “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne” dest bi rêwîtiyê kir. Ev ajans nûçeyên jinan çê dike. Tevî hemû zext û astengiyên li ser xwe jî bêtawîz weşana xwe didomîne. Gelek nûçegihanên wê hatin binçavkirin, malpera wê gelek caran hat astengkirin. Lê belê ajansê li dijî her cûre zextan jî di cîhana serdestiya zilaman de dibe deng û rengê jinan. 
 
NÛJINHA 
 
NûJINHA jî ji bo bêtir li Rojhilat Navîn bibe deng, reng û awazên jinan di 6’ê çileya 2021’an de hat sazkirin. Bi zimanê kurdî, erebî, fransî, tirkî û îngîlîzî weşanê dike. Navenda vê ajansê li Swêdê ye û bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medya Jinan ve hat sazkirin. Dixwaze berxwedan û têkoşîna jinên Rojhilata Navîn ji cîhanê re ragihîne. 
 
TELEVÎZYONÊN JINAN VEBÛN 
 
Di cîhanê de ji welatên ku cara ewil gavek avêt Afganistan bû. Kanal jinan a Zan TV, ku jin di bin zextan de bûn li Afganistanê vebû. Ev televîzyon di sala 2017’an de li Afganistanê vebû. Wek pêngavek şoreşê hat şîrovekirin. Xwedî û sazûmankarê wê Hamîd Samar e û destnîşan kir ku wê Zan TV bibe dengê jinên Afganistanê. 
 
JIN TV
 
Piştî kanala ewil a jinan li Afganistanê vebû, vê carê jî jinên kurd jî li Rojavayê Kurdistanê di sala 2018’an de li 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Jin TV saz kirin. Jin TV bi dirûşma “Dengê jinê, rûyê jiyanê” dest bi weşanê kir. Wek televîzhona jinan derket rê û armanca wê ew e bibe deng û rengê jinan. 
 
WOMEN GIRTIN 
 
Women TV’î ya ku bi heman dirûşmeyê di sala 2018’an de li Tirkiyeyê hat vekirin, weşangeriya xwe demek kurt dewam kir. Qenala televîsyonê, ji ber pirsgirêkên aboriyê, neçar ma ku ewil karmendên xwe ji kar derbixe û di sala 2020’an de ji ber nekarî heqê uplinkê bide, navber da weşana xwe. Qenala ku got, “Me ne girtiye, me navber dayê” li ser sîteya înternetê weşana xwe dewam dike. 
 
EM DENGÊ XWE RADIGIHÎNIN
 
Koordînatora Lêkolîna Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) Ceren Îskît, bi bîr xist ku rojnamegerên jin her roj dibin êrişan de ne. Îskît, diyar kir ku hem li qadê û hem jî li saziyên lê dixibitin de rastî gelek nêzîkatiyên tacîz, gef û êrişan tên û ev yek bi têkoşîna jinan a ku her roj mezin dibe re girêdayî ye. 
 
Îskît, da zanîn ku êdî ew jinên rojnameger hîn zêdetir li qadan dibînin û ev nirxandin kir: “Her ku diçe dengê jinan bilindtir dibe. Ev jî bi bilindbûna dengê jinan a di sektora medyayê ve girêdayî ye. Êdî em bi kar û barên dikin dikevin rojevê.” 
 
PERSPEKTÎF DA
 
Îstîk, dest nîşan kir ku JINHA bandorek mezin da ava kirin û wiha got: “Saziyên xweser ên bi vîn û renge jinan tê avakirin, me kelecan dike. Ev bi me dide bi bîr anîn ku karê me dikin çiqasî bi nirxe. Di heman demê de nûçegihantiya jinê feraseta perspektîfa zilam û zimanê serdest da guhertin. Berê dihat gotin ku jin nikarin kamerayan bi kar bînin. Lê dema em di roja îro me ya de li qadan mêze dikin, jinên kamerayan bi kar tînin pir zêde bûen. Di saya nûçegihantiya jinê de, zimanê nûçeyan jî hatiye guhertin. Di heman demê de, êdî rojnamegerên jin, cih xwe di rêveberiyan de digirin.” 
 
ME BERPIRSITYARÎ GIRT SER MILÊ XWE 
 
Ji edîtorên JINHA’yê Gulşen Koçuk jî, anî ziman ku nûçegihantiya jinê bi têkoşîna jinan re bilind bû û wiha axivî: “Her ku têkoşîna jinan mezin bû, îtîrazên jinan zêde bûn, êriş jî dijwartir bûn. Dîtbarkirina têkoşîna jinan çiqas girînge, teşhîrkirina polîtîkayên dijminantiya jinan kirin jî ewqas girînge. Di vir de girîngiya nûçegihantiya jinan derdikeve holê. Me ev berpirsiyartî girt ser milê xwe. JINHA ji bo erka rojnamegertiya jinê bû ban.” 
 
RÊWÎTÎ DEWAM DIKIE
 
Koçuk, dest nîşan kir ku di warê nûçegihantiya jinê de, JINHA destkeftiyek pir mezine. Jinên beriya min ev xebat bi rêve dibirin, mîrateyek mezin ji bo me hiştine û bû ne referans. Yên ku ev perspektif ji bo xwe girtine, vê mîrateyê dewam dikin. JINHA’yê rojnamegerên jin û rojnamegerên jin ên Kurd derxist rêwîtiyekê û ev rêwîtî îro jî dewam dike…”
 
MA / Semra Turan