AYDIN - Li Sokeyê roman, ji konan tên derxistin. Jinên roman ku hemû kar û bar li ser milê wan e, anîn ziman ku daxwaza wan tenê xaniyek e.
Li Taxa Fevzîpaşa ya navçeya Soke ya Aydinê, gelê roman ku 50 sal in di konan de dijî, ji cihêkariyê bigire heya bi xizanî û sitirînê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. 100 malbatên ku li taxê dimînin, bi sîber, sîwan, hesîr û selikên ku bi zilan çêdikin debara xwe dikin. Lê belê pirsgirêka wan a sereke sitirîn e. Diçin ku bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê ji bêgavî ji xwe re konan vedidin. Lê belê niha tê xwestin ku ji Taxa Fevzîpaşayê bên derxistin. Romanan diyar kir ku Şaredariya Sokeyê 2 meh muhlet daye wan û nizanin dê berê xwe bidin ku derê.
Têkildarî jiyana wan û pirsgirêka sitirînê de em bi jinên roman re axivîn ku hema bibêje hemû kar û bar li ser milê wan e.
BI ROJ ZIL ÊVARÎ KARÊ MALÊ
Ebrû Demîrdogen, anî ziman ku ji dê û bavên xwe hînî vî karî bûye û got: "Em nanoziko dixebitin. Bi vî awayî em birçî namînin. Ji ber ku ev ne karê kesekî tenê ye, em bi malbatî dikin. Ji karê xwe hez dikim, lê giran e. Ji lew re tenê vî karî nakim. Karê malê dikim, li zarokan miqate me. Biroj zilan dihûnim, bi şev jî karê malê dikim. Ji ber ku ev qas karî bi hev re dikim, bêzar dibim. Ev bandorê li me hemûyan dike."
ROJÊ 70 TL'YÎ QEZENC DIKIN
Demîrdogaen got: "Em tenê sîwanan çênakin. Em amûran li deşt û geliyê berhev dikin, li pişta xwe dikin û tînin. Fiyetê sîwanekê bi 100 TL'yî ye, lê maliyeta wê ji 100 TL'yî zêdetir e. Hesinê tê de bi 6.30 TL'yî ye. Rojê tenê 70 TL ji me re dimîne."
DIXWAZE XANIYEK WÊ HEBE
Demîrdogen, da zanîn ku karê wan di meha Tîrmehê de diqede û got: "Ji bo debara xwe vê carê jî em diçin karê pembo, zeytûn hwd. dikin. Çavê min ne li pereyan e. Tenê dixwazim xaniyek min û cihekî min hebe ku karibim karê xwe bikim. Qene ez ê aram bim. Em nikarin tu xwestekeke zarokên xwe jî pêk bînin. Tiştê bi dest me dikeve, tenê têra xwarina me dike."
2 MEH MUHLET
Şukran Doner jî diyar kir ku 20 sal in vî karî dike û got: "Em hilberîner in, lê tiştek jî bi dest me nakeve. Tişta bi dest me dikeve tenê têra xwarina me dike. Heqê keda me bi dest me nakeve. Tenê dixwazim cihek min hebe ji bo karibim karê xwe bikim. Bi salan e em bi vê meseleyê re rû bi rû ne. Niha jî ji ber înşeata li vir dixwazin em ji vir biçin. Şaredar di dema hilbijartinê de soz da. Dê ji me re cihek peyda bikira. Lê hê jî soza xwe bi cî neaniye. Înşeat li ber qedandinê ye. 2 meh muhlet dan me. Dixwazin em ji vir derkevin. Em rabin xanî bigirin nabe, ji lew re dahateke me ya bi rêk û pêk tune ye. Em jî nizanin em ê çi bikin."
Doner xwest şaredarî mêrgekê bide wan û got: "50 sal in ev pirsgirêk heye. Di her hilbijartinê de dibêjin 'em ê cihekî bidin we', lê nadin. Em sedeqê naxwazin. Bila cihekî bidin me, em ê heqê kirê bidin wan. Em parsê nakin."
ROJÊ 2 HESÎR
Gamze Doner a 32 salî jî anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve vî karî dike. Doner, bilêv kir ku şeveqê zû dest bi kar dikin û piştî zilan ji ber çem berhev dikin wan jê dikin û got: "Em pêşî wan teraş dikin, paşê jî bi têlan dihûnin. Karê me, karekî zor e. Dibînim nabînim em di konan de ne. Tenê dixwazim xaniyek me hebe. Sîwanên me diçin otêl û plajan. Ji ber ku em wan didin tomerîfiroşan, em pir qezenc nakin. Em li gor metreyê difiroşin. Metreya wê bi 10 lîreyî ye. Rojê du heban çêdikim. Em nekin em ê birçî bimînin. Zivistanê em amûrên xwe berhev dikin. Em 4 mehan vî karî dikin."
Doner, bal kişand ser pirsgirêka cihê mayinê jî û got: "Dixwazin me ji van konan jî derxin. Em derkevin em ê biçin ku?"
MA/ Semra Tûran