Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e

  • jin
  • 09:01 8 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Alîkara Serokê Baroya Amedê ya nû Zûhal Sayilgan Işik, diyar kir ku wê ji bo temsiliyeta wekhev zêdetir di nava hewldanan de bin û wiha got: “Di qada mafên jinan de, ji bo hişmendiya civakî çêbibe dê xebatên me yên zayendiya civakî çêbin.”

Baroya Amedê, 47’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Lijneya Giştî di navbera 10 û 11’ê Nîsanê de pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di encama hilbijartina hat kirin de di rêveberiyê de ligel Serokê Baroyê 8 zilam û 3 jinan cih girt. Em bi Zûhal Sayilgan Işik a di Lijneya Giştî de weke Alîkara Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin, têkildarî temsiliyeta jinê ya di rêveberiyan de axivîn. 
 
DIVÊ TEMSILIYETA WEKHEV BÊ ZÊDEKIRIN
 
Işik, diyar kir ku wê mafên mirovan parêzin, wê li dijî her cure êrîş û binpêkirinan têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Li Baroya Amedê di her serdemê de temsiliyeta jinê di organên rêveberiyê de cih girtiye. Lê em di ferqê de ne ku hejmara niha ya rêveberên jin ne di asta ku em dixwazin e. Ez di çarçoveya temsiliyeta jinê de di Berpirsyartiya Dîwanê de weke jinek Alîkara Serok Baroya me temsîl dikim. Di salên dawî de li Amedê di gelek rêxistinên saziyên civakî, pîşeyî û kar de li gorî salên berê temsiliyeta jinê zêdetir bûye, ev mirov kêfxweş dike. Ji bo ku ev hejmar zêdetir bibe divê em di nava hewldanê de bin.”
 
‘JIN DI REFÊN PÊŞ DE NE’
 
Işık, da zanîn ku her jina ku rêveber tê hilbijartin di berpirsyartiyê de di refên pêş de cih digire û wiha berdewam kir: “Hempîşeyên me yên jin ne tenê di Navenda Mafên Jinan de di serî de Navenda Mafên Zarokan a Baroya me de di gelek navend û komîsyonan de di asta rêveberiyê de berpirsyartî digirin û her tim di refên pêş de ne. Ji ber vê yekê di Baroya Amedê de pirsgirêkeke hempîşeyên me yên jin a xebitîn û cih negirtinê nîne.”
 
XEBATÊN ZAYENDIYA CIVAKÎ
 
Işik, destnîşan kir ku navendeke herî çalak ya Baroya Amedê jî Navenda Mafên Jinan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Navenda Mafên Jinan bi xebatên xwe yên bi salan gihiştiya sazitiyeke bingehîn a cidî. Ji xeynî tekoşîna hiqûqî ya li dijî tundiya li ser jinan bi projeyên berpirsyartiya civakî li bajarê me xwedî cihekî girîng e. Em weke 3 jinên ku vê serdemê rêveber hatin hilbijartin, me di vê qadê de berpirsyartî girtiye ser xwe. Di qada mafên jinan de ji bo hişmendiya civakî çêbibe em ê bi awayekî çalak girîngiyê bidin xebatên perwerdehiyê û ji bo xebatên ser wekheviya zayendiya civakî berbiçavtir bikin em ê di nav hewldanan de bin.”