STENBOL - Dayikên ku kêlikeke gorên zarokên wan jî tune ne û ne li benda gul an jî kulîlkekê ne gotin: "Heya aştî û demokrasî neyê, ji bo me rojeke bi navê Roja Dayikan tune ye."
Her sal yekşema duyem a meha Gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Îsal jî wê di 9'ê Gulanê roja yekşemê de bê pîrozkirin. Lê dayikên kurd ku zarokên wan di şer an jî cinayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane, vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin.
LI HESTIYÊN ZAROKÊ XWE DIGERE
Leyla Acet ku cenazeyê kurê wê Nîhat Acet ji Goristana Xerzanê hatiye derxistin û li Goristana Kîlyosê di qutiyeke palstîk de li bin peyareyekê hatiye veşartin, yek ji wan dayikan e.
Dayik Acet, anî ziman ku di meha Gulanê de xemgîniyek xwe lê digire û heya dawiya vê mehê ev êş didome. Acet got: "Min salên xwe dan û ez ê hîn jî bidim. Ez ê rahêlim hestiyên kurê xwe."
DIYARIYA HERÎ XWEŞIK ZAROKÊN WAN IN
Rasmiye Acar ku keça wê Tenzîle Acar di sala 2017'an de li Stenbolê hatiye girtin û di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de ye û li girtîgehê nexweşîna Hepatît B lê peyda bûye, anî ziman ku wekî gelek ciwanan keça wê jî ji ber ku doza jiyaneke azad û adil dike di girtîgehê de ye. Acar, bal kişand ser zext û zoriyên li girtîgehan û anî ziman ku bi xemgînî Roja Dayikan pêşwazî dike. Acar got: "Roja Dayikan a dayikên şehîdan, dayikên girtiyan û dayikên êşbar tune ye. Tekane diyarî û hêviya me, em bigihên zarokên xwe û wan bibînin."
Dayik Acar, destnîşan kir ku heya ku sax be dê dev ji têkoşîna azadiyê bernede û piştî pergaleke adil bê avakirin dê dilxweş bibin.
KÊLIKEK
Hanim Tosûn ku hevjînê wê Fehmî Tosûn di 19'ê Cotmeha 1995'an li mala xwe ya Avcilar a Stenbolê hat binçavkirin û careke din xeber jê nehat girtin, anî ziman ku 26 sal in bi hêviya ku dê edalet pêk bê têdikoşin. Tosûn, destnîşan kir ku dayikên kurd sed sal in Roja Dayikan pîroz nakin, ji lew re gava hezkiriyên wan ne li cem wan bin tu wateyeke vê rojê tune ye. Tosûn, diyar kir ku gelek dayik gorên zarokên xwe jî nedîtine, lewma di rewşeke wiha de dayik ne li benda gul an jî kulîlkekê ne, li bendê ne ku kêlika gorên zarokên xwe bibînin. Tosûn bilêv kir ku bi sedan dayikên wekî wê hene û çalakiyên li Qada Galatasarayê bi bibîr xistin û got: "Dê bi qedexekirina Qada Galatasarayê re nikaribin têkoşîna me ya ji bo heqîqetê asteng bikin."
Tosûn di dawiya axaftina xwe de got: "Li her kortikeke vî welatî hestiyên zarokên me hene. Em pêl ku bikin, li wir hestiyên zarokên me hene. Mirovên me avêtin bîran, hatin şewitandin. Em dixwazin her dayik bigihê zarokên xwe û kêlikek gora zarokên wan hebe. Di Roja Dayikan de her ku telefon ji me re tên em xemgîn dibin."
ROJA DAYIKAN A KURDAN TUNE YE
Dayika Aştiyê û Dayika Şemiyê Emîne Erbek jî diyar kir ku ji bo dayikên kurd tu hikmeke Roja Dayikan tune ye, ji lew re ji xeynî êşê tiştek nedîtine. Erbek ku bavê wê di sala 1996'an de bi cinayeteke kiryar nediyar hatiye kuştin got: "Zarokên me li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê, lewma ne cejn ji bo me cejn e, ne jî kenê me ji dil e êdî."
Erbek, bilêv kir ku bi hinceta pandemiyê nikarin zarokên xwe yên girtî bibînin û heya zarokên wan bi mirinê re rû bi rû bin dê Roja Dayikan pîroz nekin.
HEYA TECRÎD BI DAWÎ NEBE...
Erbek, destnîşan kir ku hemû cejnan di bin zext û zoriyan de pêşwazî dikin, lewma heya azadî neyê dê Roja Dayikan pîroz nekin. Erbek got: "Heya aştî neyê dê ji bo me bi navê Roja Dayikan rojek tune be. Heya tecrîd û zextên li ser zarokên me bi dawî nebin, dê ji bo me rojeke bi navê Roja Dayikan tune be. Heya deriyê girtîgehan neyên vekirin û zarokên me azad nebin, dê ji bo me rojek bi navê Roja Dayikan tune be."
MA / Berfîn Karaman