ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan herî zêde bandorê li kurdan û jinan dike, lê fatûreya wê li tevahiya civakê tê barkirin û got: "Jin aştî, azadî û perspektîfa jiyana bi hev re diparêzin û bi vî awayî li dijî tecrîdê têdikoşin."
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li tevahiya civakê belav bûye. Li Tirkiyeyê pêkanînên qedexeker ên li dijî jinan, hedefgirtina deskeftiyên jinan, zêdebûna tahdeyê bandorên tecrîdê didin der. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bandora tecrîdê ya li ser jinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
HEBÛNA JINÊ DI PÊVAJOYÊN POLÎTÎK DE
Başaran, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê de baş tê hîskirin û got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de, me dît bê çûna Îmraliyê bandoreke çawa li civakê kir. Di çareserkirina pirsgirêka kurdî de ji xeynî polîtîkayên ewlehîparêz tu tişt nehat ceribandin. Pêvajoya navbirî, li ber çavê raya giştî dihat kirin. Di van her du salan de (2013-2015) di warê demokrasiya Tirkiyeyê de gavine mezin hatin avêtin. Ez nîqaşên di warê kêmasî û şaşiyên wê de datînim hêlekê, lê me dît ku pêşketinên di warê demokrasiyê de hebûna jinê ya di pêvajoyên polîtîk de zêde kir û jin bêtir daxilî nav jiyanê bûn."
JIN Û BEDENA JINÊ
Başaran, diyar kir ku şer û krîzên ku ji ber tecrîdê rû didin herî zêde bandorê li jinan dikin û got: "Yek ji stûnên sereke yên rêxistinkirina mîlîtarîzmê jî rêxistinkirina zayendîparêziyê ye. Ev zayendîparêza ku ji bo xwedîkirina mîlîtarîzmê tê birêxistinkirin, bandorek mezin li jinan dike. Nexasim di demên ku şer gur dibe, nefret û zayendparêzî tê birêxistinkirin de, em dibînin ku tahdeya li jinê tê kirin zêde dibe. Di sala 2015'an de biryara şer hat girtin. Bi vê biryarê re li Gimgimê Ekîn Van hat teşhîrkirin. Bi bedena jinekê şer dan destpêkirin. Li herêmê taciz û tecawizên çawîşên pispor dikin, windakirina Gulîstan Dokûyê hemû girêdayî vê ne."
TECRÎD
Başaran, destnîşan kir ku jin ji kûr de tecrîdê hîs dikin û ji bo sedemên vê jî got: "Ji lew re em şer û krîzê hîs dikin. Ji lew re me dikin alîgirekî siyaseta nefretê ya tê rêxistinkirin. Ên herî zêde tesîrê ji vî şerî digirin em in. Di dema pêvajoya çareseriyê de, ji bo demokratîkbûyînê gav dihatin avêtin. Wê demê Erdogan hevdîtin bi Dayika Berfo re kiribû û gotibû, ew ê hewl bidin ku kurê wê bibînin. Lê gava pêvajo betal bû û cardin biryara şer hat girtin, ew dosye jî hat girtin. Yanî em ji dêvla polîtîkayeke ku êşa dayikekê sivik bike, bi polîtîkayeke ku bibe sedema êşên hîn girantir re rû bi rû ne. Her roj mirov dimirin. Bi hezaran kes ji bêgavî terka warê xwe dikin. Em bi pêvajoyeke wisa re rû bi rû ne ku jin nikarin bêhnê bistînin."
XIZANÎ
Başaran, anî ziman ku fatûreya herî mezin a tecrîdê û şer li jinan tê barkirin û got: "Di 10 salên dawî de budçeya parastinê ji sedî 86 zêde bûye. Lê niha em behsa pandemiyê dikin, em behs dikin bê civak çi qasî xizan bûye. Em dibînin bê her roj mirov çawa ji birçînan, ji ber xizaniyê xwe dikujin. Îja li deverekî wisa yên herî xizan jin in. Ji lew re tim keda wan tê xwarin, nayê hesibandin an jî heqê keda xwe bi dest naxin. Di demên krîzê de deverên ku jin bê temînat û sîgorte lê dixebitîn hatin girtin. Yanî hûn ji kîjan aliyî ve li tecrîdê dinerin binerin, bi her awayî tê li jinê diqelibe û bandorê lê dike."
HEDEF JIN IN
Başaran, diyar kir ku di rejîmên ne ehlê demokrasiyê de cihê jinan tune ye û got: "Jin nabin piştevanê rejîmên faşîst. Lewma jin bûne hedefa sereke ya îqtidarê. Tiştên ji Nîsana 2015'an heya niha qewimîne, nîşan didin ku tecrîd bandoreke çawa li jiyana me kiriye û jin bênefes hiştine."
Başaran, destnîşan kir ku jin baş bi tecrîdê dizanin û got: "Ji lew re jin hezar sal in bi vê pêvajoyê re rû bi rû ne. Bi salan di nava çar dîwaran de dihatin tecrîdkirin. Em tenê behsa tecrîdeke fizîkî nakin. Beriya bi hezaran salan, hemû destkeftiyên jinan hatin xespkirin. Di nav pênaseya çar dîwaran de bûn bireser, vîna wan ji dest wan hat stendin."
Başaran, diyar kir ku li Tirkiyeyê tecrîd tenê ne li Îmraliyê veguheriye pergalekê, gav bi gav dibe awayekî rêvebiriyê û got: "Li girtîgehan bêtir heye, lê bandorê jî li civakê dike. Jinên di nav çar dîwaran de tên hepskirin, niha li ber destkeftiyên wan jî barîkat tên danîn. Yanî meriv dikare bibêje ku yên li heberî tecrîdê hesastir jin in. Di hemû xebatên xwe de hewl didin vê tecrîdê bişikînin. Jin aştî, azadî û perspektîfa jiyana bi hev re diparêzin û bi vî awayî li dijî tecrîdê têdikoşin."
ÇARESERÎ RÊXISTINBÛYÎN E
Başaran, anî ziman ku partiya wan li dijî tecrîdê hin plansazî û bernameyan çêdike û got: "Divê em nexşerêyekê deynin ber xwe ku dê civak çawa karibe tecrîdê bişikîne. Li girtîgehan bi hezaran kes ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bişikînin, niha di greva birçîbûnê de ne. Lê belê tecrîd bandorê li me gişan dike. Lewma tenê ne gelê kurd, divê hemû gelên Tirkiyeyê berteka xwe nîşan bidin. Ji lew re siyaseta tecrîdê, herî zêde bandorê li kurdan û jinan û bi awayekî giştî jî li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike. Divê em vê bibînin û hîn bêtir bitêkoşin. Heger em bitêkoşin em ê bi ser bikevin. Em dikarin bi têkoşîneke mezin û hevpar tecrîdê bişikînin. Em dikarin bi rêxistinbûyînê vê tecrîdê bişikînin."
MA / Zemo Aggoz