NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê 78 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û ev tişt gotin: “Em parve dikin ku em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”
Bertekên li dijî vekişandina Tirkieyê ya ji Peymana Stenbolê berdewam dikin. 78 baroyan ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûnên xwe yên li dijî vekişandina ji peymanê anîn ziman.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vekişandina ji peymanê ya bi Biryarnameya Serokkomariyê li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî û hat gotin ku Peymana Stenbolê sazkar e, ew dev jê bernadin û dê têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo peymanê bidome.”
Herî dawî baroyan bang li rayedaran kirin ku biryara vekişandina ji peymanê paşve vekişînin.