ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, encamên hevdîtinên "Ji xizaniya jinan re na" ku parve kir, diyar kir ku li navçeya Kuluyê li 13 konan 150 kes bi hev re dimînin û wê destûrê nedin xizaniya jinan.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li gel parlamenter Fatma Kurtulan, Dîşat Canbaz û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren bi daxuyaniyeke ku li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê xwe dan, encamnameya hevdîtina jinan a bi dirûşma "Ji xizaniya jinê re na" a Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir.
'Xizaniya herî mezin em jin dijîn'
Başaran diyar kir ku wan hevdîtinên xwe ya bi dirûşma "Ji xizaniya jinan re na" piştî Herêma Egeyê li Herêma Anatoliya Navîn dane destpêkirin, xebata xwe ya roja ewil li navçeya Bala ya Enqereyê li Taxa Kesîk kopruyê, di roja duyemîn de jî li navçeyên Konya Cîhanbeylî û Kuluyê bi kedkarên demsalî yên jin re pêk anîne.
Ayşe wiha got: "Armanca me ji vê xebatê ew e ku em xizaniya li jinan hatiye ferzkirin derxînin holê û bi xianiya heyî re bi hev re têkoşînê bidin. Li her cihê ku em çûnê me careke din dît ku çi li qada cemaweriyê û çi jî li qada taybet a xebatê xizaniya herî mezin em jin dijîn."
Ayşe derbarê hevdîtinê de bi giştî wiha got:
"Jin xizan in lê hemû çavkainiyên vî welatî ji bo şer tên bikaranîn û fedayî çeteyan tên kirin. Ev polîtîkayên şer û rantê di serî de jin li gelan, wekî xizanî, birçîbûn û bêkarî vedigere. Xizanî tundiya li jinê zêde dike, keda jinê ya li malê tune dihesibîne û xebata bi keda erzan li jinan ferz dike. Li Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî radibe dibêje, 'tundî dikare bê tolerekirin'. Em ji vir bersivê didinê: Divêjin ku em ê tundiya mêr, gotina wezrê û polîtîkayên dijminantiya jinan dikin tu carî tolere nekinç
JI BI ŞERÊ LI GARÊ 900 MILYON DOLAR HATIYE XERCKIRIN
Di demeke ku jin û gel bi xizaniyê re têdikoşin, mirov nikarin nan bibin malên xwe û ji ber xizaniyê întîhar dikin, karkerên demsalî yên jin bê ewlehî dixebitin û dewlet û mafya wekî kabûs li ser jiyana gelan rûniştine, ji bo operasyona li Garê û yên piştî wê ku hatin destpêkirin 900 milyon dolar hatiye xerclirin. Li dijî vê me jî hevdîtina jinan a bi dirûşma 'Ji xizaniya jinê re na' da destpêkirin.
JIN Û ZAROK TÊN PIŞTGUHKIRIN
Îro bi hezaran jin; ji ber xizaniyê malên xwe, qadên xwe yên jiyanê terk dikin û ji bo karkeriya demsalî berê xwe didin bajarên din. Jin li her cihê ku diçinê keda wan tê çewisandin. Li gel ku bi qasî mêran dixebitin û kedê didin pirên caran heqdestekî kêm ji wan re tê dayîn. Dîsa jinên ku li her cihê diçin tu ewlehiya wan a jiyanê tuneye û zarok tên piştguhkirin û bi her cureyê êrîşê re rûbirû dimînin.
JI BO KARKERAN ÇI TEVDÎR HATINE GIRTIN?
10 kes di konekî de dijîn. Di pêvajoya pandemiyê de mayîna ewqas kesan a konekî de bi xeter e. Hejmara tualetan kêm in û av û ceyran nîne. Ev tişt bandorê li karkerên demsalî dike. Li Kuluyê 150 kes di 13 konan de bi hev re dijîn. Di pandemiyê de ne maske, ne mesafe û ne jî hijyan heye. Gelo kesên ku her roj bangewaziya parastinê dikin haya wan ji wan konan heye? Ji bo wan çi tedbîr girtine?
Karkerên cotkariyê yên li taxa Kesikkopru a navçeya Bala ya Enqerê dijîn gotin 'Ji bo em xwe bighînin avê em bi kîlometreyan rê diçin. Em bi tankeran avê ji xwe tînin. Tenê rojê saetekî ceyran tê dayîn. Ji bo cil şûştinê em bi kîlometreyan rê diçin'. Em gotinên jinan ji we re radigihînin. Divê keda ku li vir tê dayîn bê dîtin. Em carek din dibêjin em ê piştewaniyê mezin bikin û pêşeroja xwe bi hev re binivsînin.
JI XIZANIYA JINAN RE NA
Li Cîhanbeyliyê, kon di nava toz û dumanê de ye. Li vir bi sedan kes heye lê hejmara tualetê kêm in. Malbat bi derfetên xwe tuaelt çêkirine û lê ne li gorî pîvanên paqijiyê ne. Her wiha pirsgirêka serşûştinê jî heye. Ji ber bahoza heyî zarok nikarin li derve bimînin û her tim di nava tirsê de nin.
Li dijî her cûreyên kedxariyê, karkerên jin ên cotkariyê têkoşîna jiyanê didin. Em li vir dixwazin bibin dengê karkerên jin. Divê şert û mercên karkerên demsalî bên sererastkirin. Ji bo avakirina qadên îstihdamê em ê bi hev re têbikoşin. Her wiha em ê her tim bêjin 'Ji xizaniya jinê re na, ji bo jinan edalet'
ZAROK JI PERWERDEHIYÊ SÛDÊ WERNAGIRIN
Zarokên ku li Kesikkopru, Kulu û Cîhanbeyliyê neçakirin ku bi malbata xwe re li konan bijîn, nikarin ji perwerdê sûdê bigirin. Gelo hûn ji vê mijarê agahdar in? Karkerên jin ên demsalî ji bo kar neçarin ku bi zarokên xwe re biçin deverên cuda. Ji ber ku kesek nîne zarokan binêre, zarokên xwe bi xwe re dibin nava zeviyan. Ji ber ku li vir înternet nîne zarok nikarin ji perwerdê sûdê bigirin. Bi taybetî jî ji ber pandemiyê kesek nîne ku zarokan xwedî bike. Gelek zarokên keç jî bi heman rewşê neçar dimînin ku dev jî xeyalên xwe berdin. Ji bo zarok xwe bighînin perwerdê divê şert û mercên bingehîn bên rastkirin. Bi sedan zarokên ku li konan ji perwerdê hatine dûrxistin şerma vî welatî ye.
Bi sedan jinên ciwan hene ku emrê wan ji karkeriya demsalî re derbas bûye. Hinek jî li zeviyan hatine dinê. Jinên ku serê sibehê heta êvarê li zeviyan dixebitin, piştî ku tên konên xwe li vir jî şîv çêdikin û karê paqijiyê re mijûl dibin.
Dayika jinên ciwan wiha dibêje:"Ev 30 sal in em li vir dijîn. Min jî dixwest keçikên min bixwînin û bibin xwediyê pîşe. Lê belê ew derfeta me tune bû."Em bibin dengê jinan û ji bo qadên xwe yên îstihdamê bikaribin ava bikin em ê bi hev re têbikoşin.
BI SEDAN JIN XIZAN IN
Bi sedan malbat qadên çandiyê kirê dikin û li vir berheman diçînin û hewil didin debara xwe bikin. Bi sedan jin xizan in. Buhayê mazot û gubre jî zêde ye, hişkesayî heye. Jinên zehmetiyê dibînin wiha dibêjin:"Em her sal tên. Em ji Pirsûsê ne. Li Pirsûsê av tune ye. Li Wêranşarê av tune ye. Zarokên me jî hene. Me pîvaz çand lê maliyeta wê zêde ye. Pîvaz ne baş bên em topê biavêjin."
JINÊN KARKER HETA SAETÊN ÊVARÊ DIXEBITIN
Jinên karkerên demsalî di nava şerdên nemirovî de dixebitin. Bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Bi wesayetên ne paqij diçin kar. Serê sibehê zû radibin. Jineke din a li Cîhanbeyliyê di kon de dimîne wiha dibêje:"Ev 2 sal in hevjînê min di girtîgehê de ye. 4 zarokên min hene. Em rezîl bûn. Meaşê hevjînê min jî tune ye. Ez zarokên xwe dihêlim û diçim dixebitim"
ROJÊ 50-100 LÎREYAN QEZENC DIKIN
Beramberê xebata wan a hemû rojê: Di navbera 50-100 TL de ye. Hinek jin tew nizanin ew ê çiqa yewmiye jî bigirin. Kedkara cotkariyê ya li konê Cihanbeyê dimîne û temenê wê 60 te wiha dibêje:"Heqdestê me têra me nake. Ez di vî temenî de mecbûr dimînim çapê bikim. Nexweşiya dil bi min re heye û ez di nava toz û mijê de dimînim. Ez ê heta kengî mecbûr bim ku bixebitim?"
35 JIN LI SERAYAN DIXEBITIN
Em bi 35 jinên li Cîhanbeyliyê serayê dixebitin hatin gel hevdu. Ew di 7.00'an de dest bi kar dikin. 12 saetan bi vî karî mijûl dibin. Jinan diyar kirin ku gelek jinan jî ji ber şerdên dijwar ên kar dev ji kar berdane. Jinên dixebitin jî tînin ziman ku ew ji mecbûrî dixebitin.
Yek ji jinên li serayê dixebite wiha dibêje: "Em tenê 12 saetî naxebitin. Dema li vir mesaîya me diqede vê carê ya malê dest pê dike. Em 24 saetan dixebitin. Dayiktî tiştekî wiha ye."
DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE
Ayşeyê bal kişand ser encamên hevdîtinan û wiha domand:"Di çarçoveya kampanyaya me 'Ji xizantiya jinê re na ji bo jinan edalet' hevdîtin pêk anîn û me pirsgirêkên jinan, binpêkirina mafên wan li vir bi we re parve kir. Ji bo şerdên jiyanê yên karkerên jin ên demsalî baş bibe û ji bo li warê wan qadên îstihdamê bên avakirin em ê bi hev re têbikoşin. Em destûrê nedin xizaniya jinan. Divê şert û mercên karkerên jin ên demsalî bên başkirin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.