AMED - Adnan Orhan ku 27 sal in li aqûbeta bavê xwe û du xizmên xwe dipirse, diyar kir ku Sedat Peker li xwe mikur hatiye, lê dîsa jî darizandin dest pê nekirine. Orhan, destnîşan kir ku dewlet naxwaze meseleya cinayetên kiryar nediyar zelal bike.
Aynûr Ayşîn, 27 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse û dibêje: "Ê rojek derî lê keve û bavê min bê." Adnan Orhan ku 27 sal in li aqûbeta bavê xwe û du xizmên xwe dipirse jî dixwaze komîsyona heqîqetê bê avakirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 1995'an de ji bo aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên darizandin, 17-31'ê Gulanê wekî Hefteya Windayan a Navneteweyî ragihandibû. Xizmên windayan îsal Hefteya Windayan a Navneteweyî, di wextekî ku rêvebirê çeteyan Sedat Peker li xwe mikur tê de, pêşwazî dikin.
Li gor daneyên Navenda Hafizeyê û ÎHD'ê, di navbera 1980-2001'ê de hezar û 388 kes di bin çavan de an jî bi cinayetên kiryar nediyar hatine windakirin.
Yek ji van kesan jî Mehmet Can Ayşîn e ku 27 sal in xeber jê nayê girtin. Malbata Ayşîn ku ji gundê Mîzak ê Licêya Amedê ye, di 8'ê Gulana 1994'an de esker agir bera gundê wan didin. Di dema şewitandina gund de gelek kes tên binçavkirin û gundî di roj bi şûn de tên berdan, lê Mehmet Can Ayşîn nayê berdan. Ji wê çaxê heya niha haya malbatê ji Ayşîn tune ye.
Aynûr Ayşîn, keça Mehmet Can Ayşîn, anî ziman ku gava bavê wê hat windakirin 24 salî bûye û 27 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse. Ayşîn wiha behsa wan rojan kir: "Em di xew de bûn. Eskeran gund dorpêç kir. Me li cihekî kom kirin û agir bera xaniyên me dan. Zemanekî pir xirab bû. Jin û mêr, gelek kes binçav kirin. Bavê min jî binçav kirin. Ji wê rojê heya niha me tu xeber ji bavê min negirtiye."
Ayşîn, anî ziman ku ji bo aqûbeta bavê xwe çûne Fermandariya Cendirmeyan a Licê, lê ji wan re gotine "Dozger li betlaneyê ye. Em ê îfadeya bavê we bigirin û wî berdin." Ayşîn, bilêv kir ku ji bo li aqûbeta bavê xwe bipirsin gelek daxwazname dane Fermandariya Cendirmeyan aLicê, Walîtiya Amedê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Walîtiya Rewşa Awarte ya Herêmê, lê dîsa jî tiştek bi dest nexistine.
27 SAL IN LI BENDÊ NE
Ayşîn, anî ziman ku werê hîs dike ku bavê wê hê jî sax e û got: "Tiştên wisa hatin serê me... Bila neyên serê tu kesî. Pir tahde li me kirin. Bavê min winda kirin, lê qebûl nakin. 27 sal derbas bûn, lê hê jî ez dibêjim ê derî lêkeve û bavê min bê. Ez wî hîs dikim, bi me re ye. Mirina wî hîs nakim."
DEWLET BI HER TIŞTÎ DIZANE
Ayşîn ku ji sala 2009'an ve he rhefte radihêle wêneyê bavê xwe û li Parka Koşûyolûyê tev li çalakiya "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" dibe got: "Li wir gava em wan wêneyan hildigirin, em nêzî wan dibin. Gava em wan wêneyan digirin, em wisa hîs dikin ku tu dibê qey li cem me ne. Çi dikin bila bikin, em ê tim bipirsin. Dewlet bi her tiştî dizane, çima bi aqûbeta windayan nizane? Bi destê wan wisa bû. Çi kirin, bila her tiştî bibêjin. Em dixwazin rastî bê aşkerekirin. Çawa winda kirine, çawa kuştine, li ku derê veşartine, em dixwazin bi her tiştî zanibin. Em dixwazin gorek me, hestiyek me jî hebe."
MALBATA ORHAN
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Adnan Orhan jî, gava 17 salî bûye bavê wî, apê wî û pismamê wî di bin çavan de hatine windakirin. Orhan, ji sala 1996'an ve ji bo xizmên xwe yên winda têdikoşe. Li mezrika Adrok a gundê Zara yê Pasûra Amedê, eskerên girêdayî Tûgaya Qomandê ya Bolûyê, di 24'ê Gulana 1994'an de Mehmet Selîm Orhan (46), Hasan Orhan (40) û pismamê wan Cezayîr orhan (17) binçav kirin.
Orhan, diyar kir ku wê demê li ber vê rabûne û eskeran ji wan re gotiye, "em ê wan berdin", lê belê ji wê çaxê ve tu xeber ji her sê kesan nehatiye girtin.
GOREK KOMÎ
Malbata Orhan, ji bo aqûbeta xizmên xwe serî li gelek deveran dane. Piştî mehekê li devera mezrika Kevrekok a gundê Bagcilarê gorek komî tê dîtin û pê dihesin ku di vê gorê de cenazeyê 8 kesên di 12'ê Hezîrana 1994'an de hatine kuştin hene. Gor, di 2003'yan de tê vekirin û di 2007'an de ji bo DNA'yê xîn ji malbatan tê stedin û tê tespîtkirin ku ji van cenazeyan dudo jê yên birayên Orhan in. Lê aqûbeta Cezayîr Orhanê 17 salî hê jî nediyar e.
Orhan, anî ziman ku xizmên wan bi zorê hatine windakirin û pê re manewiyata wan jî hatiye indakirin. Orhan got: "Vekirina gorê jî bi awayekî hovane bû. Bi bivir û bêran bela kirin. 8 cenaze li ser dilê hev bûn. Gotin, 'em ê hestiyan di hundirê torbeyekî de bidin we.' Me qebûl nekir. Me xwest ji hev bên veqetandin. Ji bo manewiyata me tarûmar nekir me daxazname nivîsî, lê nehat qebûlkirin. Rastiyek heye, xizmên me bi awayekî pir hovane kuştin. 8 mirov, di kîsikekî û gorekê de ne. Em 8 malbat tên ser gorekê û wan bibîr tînin."
ÎTIRAFKAR LI MEYDANÊ NE
Orhan, anî ziman ku dewlet tu carî ji bo zelalkirina van bûyeran tevnagere û bal kişand ser rêvebirê çeteyan ê girêdayî dewletê Sedat Peker û got: "Hin îtirafkar dertê mikur tên. Lê hê jî darizandinek jî nehatiye kirin. Bêsamîmiyetî dertên holê. Di wext de me serî li darazê da, lê dosye di refên bitoz de man. KUjerê windayên min Yavûz Erturk bû, lê beraet kir. Hê jî ji bo dosyeya me îdianameyek nehatiye amadekirin. Şahid guhdar kirin, lê wisa ma."
BILA KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN
Orhan, bal kişand ser çalakiyên xizmên windayan ên li Qada Galatasarayê û Parka Koşûyolûyê û got: "Malbat 25 sal in vê çalakiyê li dar dixin. Bila heqîqet bên aşkerekirin, komîsyona heqîqetê bê avakirin. Têkoşîna me ji bo edaletê ye û edalet ji bo her kesî ye. Beraetkirina kiryaran û girtina dosyeyan nayê qebûlkirin. Em dixwazin ev kes bên cezakirin. Em dixwazin her kes piştgiriya têkoşîna me bike. Ji ber ku diyardeya windabûnê nehat lêpirsîn, heya roja îro didome. Çi li Şirnex, çi li Dersimê didome. Polîtîkaya dewletê ji ber ku sûcdar ceza nekirin, ev mesele heya niha didome. Heger bihatana cezakirin, dê îro ro tu kes nehata windakirin."
MA / Eylem Akdag