ÎZMÎR - Jinên ku bi êmên çûkan difiroşin û pê debara xwe dikin, ji ber ku di dema pandemiyê de nikaribûne bixebitin niha nikarin heqê kirêya xwe bidin.
Di pêvajoya pandemiyê de krîza aborî ya Tirkiyeyê kûrtir bû. Bi taybetî jî kesên karên rojane dikin, di dema qedexeyên pandemiyê de bi zehmetiyeke mezin re rû bi rû man. Li navçeya Konak a Îzmîrê jî jinên ku li ber Îzmîr Saat Kûlesiyê êmên çûkan difiroşin, rojê 30-40 TL bi dest wan dikeve û hewl didin bi vî pereyî debara xwe bikin.
NEXWEŞ E
Fatma Seymen ku 9 sal in li ber Saat Kûlesiyê êmê çûkan difiroşe, nexweşîna pençeşêrê pê re heye. Seymen, anî ziman ku ji ber ku nexweş e karekî din bi dest nakeve û got: "Hema karê firaqşûştinê be jî ez ê bikim."
‘NIKARIM PENÊR BIKIRIM'
Seymen ku ji 8'ê sibê heya 7'ê êvarî êmê çûkan difiroşe, diyar kir ku rojê 30-40 TL bi dest dikeve, lê nikare bi vî pereyî debara xwe bike. Seymen, anî ziman ku havînê li ber tavê û zivistanê jî di bin baranê de dixebite û got: "Kurê min ê 18 salî jî li vir li cem min av difirot, lê ji ber ku qeza kir niha e tenê dixebitim. 2 meh in nikarim penêr bikirim. Heqê kirêya min 600 lîre ye. Perê bi dest min dikeve ancax têra heqê ceryan û avê dike."
‘EM PERÎŞAN DIBIN'
Mefaret Îyîoglû ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, ji mecbûrî dest bi kar kiriye, tevî neviyên xwe êm difiroşe. Ji ber ku keça wê dixebite, ji bêgavî neviyên xwe jî bi xwe re dibe. Îyîoglû got: "Ji sibehê heya êvarî ez û van zarokan li ber tavê perîşan dibin. Kirêya me 400 TL ye. Şaredarî alîkariya me nake."
Îyîoglû, diyar kir ku di dema pandemiyê de pir zehmetî kişandine û got: "Di dema pandemiyê de li mal mam. Min nikaribû heqê kirê bide. Deynên dikandaran li min e. Tu kes alîkariya me nake. Rojê 30-40 Tl bi dest min dikeve. Heger qedexeya roja yekşemê jî betal bibe, belkî barê me sivik bibe. Roja yekşeman ev der qelebalix e."